Giyanê Pîroz Dinizile Ser Xwendekaran

Giyanê Pîroz Dinizile Ser Xwendekaran

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 2. Ayetên 1-41.

Gava ku Roja Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li derekê civiyabûn. Û ji nişkê ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin tije kir. Zimanên wek pêlên agir di nav wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn. '

Meydana perestgehê pir qelebalix bû. Îro, roja ku Yahûdiyan Pentîkost pîroz dikir. Ji ber vê gelek hecî li Kudsê kom bibûn. Pîrozbahî, piştî Cejna Derbasbûnê roja pêncîhî dihat pîrozkirin.

Gelek bawermend li malekê Kudsê ya odeyeke wê pir mezin kom bûn. Peyivîn û dua kirin. Piştî hatina bayekî bihêz ya ji asîmanan ji nişkeva dihat, dengek bihîstin. Her ku çû deng xurtir bû û di odeyê de olan da.

Tiştên weke zimanên ji agir xuya bûn. Daket ser şandî û kesên ji Îsayê Mesîh bawer dikirin. Ev ne agirê bi rastî bû, nîşanek ji Giyanê Pîroz bû.

Tiştên ku mirovan hîs dikirin, ji tiştên xuya dikirin bêtir taybet û girîng bûn. Wê kêliyê bi kêfxweşî û bi dengekî bilind dest bi hebandinê kirin. Ji nişka ve ferq kirin ku Îsa çiqas tiştên baş gotine û kirine. Ferq kirin bê Xweda li hember wan çawa camêr e û her çiqasî Wî nebînin jî hebûna Wî hîs dikin. Şandiyan di nava kelecaneke mezin de spasiya xwe ji Xweda re kirin. Dua kirin, stran gotin û pir

kêfa wan hat…

Di nava kêliyeke kin de ferq kirin ku ne tenê bi zimanê xwe, bi zimanên ku berî aniha tu carî nebihîstine jî hebandin. Şandî û mirovên ku ji welat û bajarên cuda hatibûn, hevdu fêhm dikirin.

Her kesî zimanê xwe: Grekî, Latînî, Erebî, Farisî û gelek zimanên din dibihîstin.

Hinek ji wan fikirîn û gotin ev tiştekî derxwazayî ye û ji ber vê tirsiyan. Yên din keniyan û gotin, "Ev hemû serxweş in."

Ji şandiyan Petrûs rabû ser xwe û ji bo nîşan bide ku dixwaze bang li qelebalixê bike, destê xwe rakir û wisa dest bi axaftinê kir:

“Gelî Yahûdiyan û hemû kesên li Kudsê ne, ez vê rewşê ji we re rave bikim. Guh bidin gotinên min. Ev zilam ne weke ku hûn difikirin serxweş in. Aniha hîn ber destê sibehê ye! Me îro Giyanê Pîroz ku berî aniha bi demeke dirêj pêxember Yoel ji me re derpêş kiribû, bi dest xist. Di çend hefteyên dawî de gelek tiştên ku Nivîsên Pîroz de hatinûn nivîsandin, pêk hatibûn. Îro roj tişta ku em bûn şahidê wê

daketina Giyanê Pîroz e. Her tiştê ku hat serê Îsayê Nisretî ji aliyê pêxemberan ve hatibû gotin. Gelek tiştên bêhampa qewimîn ku îspat dikin ku Ew Kurê Xweda ye. Lêbelê bi ser van hemûyan de we bi alîkariya Romayiyan Îsa li çarmîxê xist. Lê Xweda Ew ji mirinê rakir.”

“Em bawer dikin, ji ber ku em hemû bûn şahidê vê. Piştî înfazê me Ew bi çavên xwe dît û em dizanin ku vejiya. Me dît ku Ew çû asîmanan. Aniha jî ji me re Giyanê Pîroz şand. Vê zanibin ku Xweda Îsa kiriye Reb.”

Gelek mirovên li wir dîtin ku Xweda bixwe bi rêya Petrûs re, bi wan re peyivî. Ji rastiya agahiya ku yê şandî da wan, guman nekirin. Jê zêdetir, ji dil û can di bin bandora axaftina wî de man.

Ji Petrûs pirsîn û gotin: “Îcar aniha divê em çi bikin?”

Petrûs wisa bersiv da: “Tobe bikin! Ji bo hûn nîşan bidin ku bi Xweda re dest bi jiyaneke nû bikin, her yek ji we xwe vaftîz bikin. Bi vî awayî hûn ê xelata Giyanê Pîroz bistînin. Ji ber ku tiştên ji aliyê pêxemberan ve tên gotin, we jî eleqedar dikin.”

Bi hezaran mirov li waza Petrûs guhdar kirin. Wê rojê sê hezar mirov vaftîz kirin. Hemûyan mizgîniya Îsayê Mesîh bi kêfxweşiyeke mezin, pejirand.

Dêra pêşî, roja ku Giyanê Pîroz daket, di Roja Pentîkostê de ha bi vî awayî ava bû.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Em çawa pê dizanin ku şandiyan Giyanê Pîroz bi dest xistine? Ev çima eşkere li ber çavan e?

  2. Petrûs derbarê çi de peyivî?

  3. Wê rojê çend kes vaftîz bûn? Ev çima kirin?

  4. Kîjan cejn weke avakirina dêrê tê dîtin?

93. Giyanê Pîroz Dinizile Ser Xwendekaran00:00 / 05:30