Arîstokratê ji ber Bawer Kiriye Hatiye Waftîzkirin

Arîstokratê ji ber Bawer Kiriye Hatiye Waftîzkirin

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 8. Ayetên 26-39.

Hingê milyaketekî Xudan ji Filîpos re got: «Rabe... here riya xwe...» Ew jî rabû û çû

û Etyopiyekî nemêrkirî dît. Ew wezîrekî şahbanûya Etyopyayê Kendakya bû û li ser

hemû xezînên wê bû. Ew ji bo perizînê hatibû Orşelîmê û vedigeriya malê. Di ereba xwe de rûniştibû û nivîsara Îşaya pêxember dixwend. Îcar Ruh ji Filîpos re got: «Pêşve here û beşdarî vê erebê bibe.» Filîpos bezî û bihîst ku ew nivîsara Îşaya pêxember dixwîne. Filîpos jê pirsî: «Ma tiştê ku tu dixwînî, tu fêm dikî?» Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got. Gava di riya xwe de diçûn, gihîştin ser avekê, yê nemêrkirî got: «Va ye av, ma çi ji min re dibe asteng ku ez imad nebim?» Wî emir kir ku erebe raweste, herdu bi hev re, Filîpos û yê nemêrkirî, çûn nav avê û Filîpos ew imad kir. Çaxê ew ji avê derketin, Ruhê Xudan Filîpos hilda û bir; yê nemêrkirî hew ew dît û bi şahî di riya xwe de çû.

Erebeyeke pir xweşik xemilandî ya hespan di rêya xalî de hêdî hêdî dimeşiya. Zilamekî Efrîkayî yê dewlemendî kincên pir xweşik lê, li ser erebeyê bû û bi baldarî Nivîsên Pîroz dixwendin. Ev zilam nemêrekî Etîyopyayî bû.

Li welatê xwe Etîyopyayê di peywireke girîng de bû, weke zilamekî dewlemend û arîstokrat nav dabû. Lêbelê xwe bextewar û bihuzûr hîs nedikir. "Ji bo çi dijîm? Piştî mirinê wê çi bi min bibe? Kî dikare gunehên min bibexşîne? Kî dikare min bi vî awayî qebûl bike û ji min hez bike?" Gelek pirsên weke van, bersiv ji wan re nedîbûn.

Vî camêrê peywirê qraliyetê, ji zûde bihîstibû ku Xweda gelê Îsraîlê hilbijartiye. Xweda ji bo bi wan re be û ji bo hînî wan bike ku jiyana xwe bi awayekî rast bijîn, ew hilbijartibûn. Ji ber vê zilamê Etîyopyayî, ji bo li perestgehê bihebîne û pirsên di serê wî de bersivan ji wan re bibîne, xwestibû here Kudsê. Lê ji ber nemêrê Etîyopyayî ne Yahûdî bû, nexistibûn perestgehê. Gelek tişt ji bo wî şêlû û girikî

mabûn.

Li Kudsê nexwest gelekî din bimîne, Nivîsên Pîroz yên ku di nava wan de pirtûka pêxember Îşaya ya ku ji zûde hatiye nivîsandin, kirîn.

Gava vedigeriya, di erebeya xwe da rûniştî bû û ji pirtûka xwe meseleyek derbarê zilamekî de dixwend. Li gorî kehanetê wê ev zilam xwe feda bike û gelek mirovan bi xwe re xelas bike. Nemêro meraq kir û got, "Ev tê çi wateyê?"

Tam wê kêliyê yekî pirsî û got: "Tiştên tu dixwînî, tu fêhm dikî?"

Ev kes Filîpos bû. Xweda ji wî re gotibû here rêya beyebanê.

Filîpos, gava arîstokratê Efrîkayî pirtûka Pêxember Îşaya bi dengekî bilind xwendibû, ew bihîstibû.

Yê Etîyopyayî bersiv dayê û got: "Min tu tişt fêhm nekir. Eger tu ji min re rave bikî, ji kerema xwe re bi min re were!"

Filîpos li erebeyê siwar bû û li cem nemêro rûnişt.

Nemêro ji Filîpos pirsî û got: "Pêxember behsa kê dike?"

Filîpos bersiv da û got: "Behsa Îsa dike."

Nemêro got: "Îsa? Ew kî ye?"

Filîpos jî jê re behsa desthilatdariya Xweda û Îsa kir. Behs kir bê Îsa çawa nexweş baş kirine, çawa alîkariya mirovan kiriye û mûcîze pêk anîne, Ferîsiyan çawa nefret ji Wî kirine û di dawiya dawî de bê çawa bi destê Romayiyan ew kuştine.

Yê Etîyopyayî wisa got: "Ez pir xemgîn bûm. Min dixwest ez Wî bibînim."

Filîpos jî got: "Ji ber ku Îsa ji mirinê rabûye ev aniha jî dikare pêk were!"

Filîpos, hemû tiştên ku şandî bibûn şahidê wan ji Etîyopyayî re ragihand. Behsa vejîna Îsa, çûyîna Wî ya asîmanan, hatina Giyanê Pîroz kir. Wekî din diyar kir ku ji bo xwendekarên Îsa nîşan bidin ku aîdê Wî ne, waftîz bûne.

Nemêro bersiv da û got: "Ez jî dixwazim waftîz bibim."

Filîpos got: "Eger tu ji Îsa bawer bike, ez ê te bi kêfxweşî waftîz bikim."

Etîyopyayî bi serê xwe erê kir û wisa got:

"Ez jê bawer dikim ku Îsayê Mesîh Kurê Xweda ye."

Gava bi rê de diçûn gihîştin cihekî ku av lê heye. Ji erebeyê daketin, ketin avê û Filîpos ew waftîz kir.

Dilê nemêro bi kêfxweşî lê dida. Xwest spasiya xwe li Filîpos bike lê careke din ew hew dît. Nemêro zanîbû ku êdî heta hetayê wê Îsa bi wî re be. Bi vî awayî û bi kêfxweşî da ser rêya xwe.

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Filîpos çawa hat see rêya xalî?

  2. Nemêro ji bo çi çûbû Kudsê?

  3. Ji Pirtûka Pîroz kîjan pirtûk dixwend? Ji Filîpos çi pirsî?

  4. Berî ku Etîyopyayî waftîz bibe ji bo çi xwest hevnaskirinê bike?

  5. Çima bi kêfxweşî da ser rêya xwe?

96. Arîstokratê ji ber Bawer Kiriye Hatiye Waftîzkirin00:00 / 05:27