
Kesê Pêşî yê di Ber Îsa de Mir
Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 6 û 7.
Lê Steyfan bi Ruhê Pîroz tije, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, rûmeta Xwedê û Îsayê ku li milê wî yê rastê rawestayî ye dît. Hingê got: «Va ye, ez ezmanan vebûyî dibînim û Kurê Mirov li milê Xwedê yê rastê radiweste!» Lê wan guhên xwe girtin, bi dengekî bilind qîriyan û bi hev re êrîşî wî kirin. Wan ew derxist derveyî bajêr û dan ber keviran. Şahidan ebayên xwe danîn ber lingê xortekî ku navê wî Şawûl bû. Gava wan Steyfan kevir dikirin, wî dua kir û got: «Ya Xudan Îsa, ruhê min bistîne.» Hingê ew çû ser çokan û bi dengekî bilind qîriya: «Ya Xudan, vî gunehî li wan negire.» Çaxê ev got, bi xew ve çû, mir.'
Dêra Kudsê weke hejmar zêde bibû. Li dêrê bi hezaran bawermend hebûn. Şandî, bi mirovên ku pêdiviya wan hebû dadiketin û vê yekê pir dema wan digirt. Ji ber vê ji bo bi van meseleyan dakevin, gihîştin wê encamê ku divê kesên rêzdar tayîn bikin. Ev kes ne tenê bi kesên feqîr dadiketin, di heman demê de waz jî didan. Steyfan yek ji wan bû. Steyfanê ku bi hêza Giyanê Pîroz tije bû, ji bo tobe bikin bang gelek kesan kir û bi navê Reb Îsa gelek tiştên pir xweş kirin. Van hemûyan
di nava gelek Yahûdiyan de hesûdî û hefret ava kir.
Ev rewş bû sedema ku Steyfan here Sanhedrînê (Lijneya Bilind). Axaftina wî dişibiya wazan. Serê pêşî kesên li wir di gotinên wî de tiştekî eletewş nedîtin ji ber ku Steyfan çîroka têkiliya di navbera Xweda û gel de ji nû ve digot. Lêbelê piştre Steyfan erza wan şikenand.
Got: “Hûn li hemberî gotina Xweda rikoyî û kerr in! Weke çawa bav û kalên we pêxember qebûl nekirin, we jî Îsa qebûl nekir.”
Steyfan li asîmanan nêrî û wisa got: “Xweda çavên min vekirin. Ez dibînim ku asîman vedibin û “Kurê Mirovan” li aliyê rastê yê Xweda sekiniye.”
Endamên Lijneya Bilind gava ev bihîstin, xwe li hemberî hêrsê negirtin. Xwe çeng kirin, êrîşî Steyfan kirin û ber bi derveyî bajêr ew bi dû xwe de kişandin. Ji hêrsan ew dafandin û lêxistin. Gava derketin derveyî bajêr, ji bo wî bikujin ricimandin.
Steyfanê ku birînên wî kûr bûn, wisa lava kir: “Reb Îsa, giyanê min bistîne!”
“Reb Îsa, giyanê min bistîne!”
Ji ber ku birînên ji ber ricimandinê pir kûr bûn, li ser çongên xwe ket û bi dengekî bilind wisa qêriya:
“Ya Reb Îsa! Vî gunehî nexe stûyê wan!”
Ev gotin pir dişibiyan gotinên Îsa yên di çarmîxê de.
Steyfan mir. Lê eynî weke ku Îsa kir, ji bo dijmimên xwe dua kirin. Steyfan, ji ber ku bawerî bi Reb Îsayê Xelasker anîbû, bibû bawermendê pêşî yê ku hatibû kuştin.
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsJi ber çi pir dema şandiyan tunebû?
Şandî çawa di ser van zordariyan re derketin?
Steyfan kî bû? Yahûdî çima jê hêrs bibûn?
Gava Steyfan hat ricimkirin ji bo çi dua kirin?