Şawûl ji Îsa Bawer Dike

Şawûl ji Îsa Bawer Dike

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 9. Ayetên 1-30.

Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn û ji bo kinîştên li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê. Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da. Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?» Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê. Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.»

Zilamekî ku mirina Steyfan pîroz dikir hebû. Ev zilam ciwanekî Ferîsî yê ku zilm li Xirîstiyanan dikir. Steyfanê ku di dêra Reb de ya ku hîn nû ava bibû, xwedî cihekî girîng bû, hatibû kuştin. Ji ber Şawûl bi vê zanîbû nikarîbû kêfxweşiya xwe veşêre. Piştî mirina Steyfan li hemberî bawermendan zilmeke xedar dest pê kiribû û gelek ji van bi destê Şawûl bû. Bi vî awayî bawer dikir ku ji Xweda re xizmetê dike

Carekê Şawûl ji bo here Şamê derket ser rê. Li wir gelek Xirîstiyan hebûn. Ji bo wan bigire û weke sûcdaran wan têxe gitîgehê, difikirî wan bîna Kudsê. Ji bo vê bike jî ji serokkahîn destûreke nivîskî derxist.

Gava nêzî Şamê bû, tiştekî ku jiyana wî bi temamî guhert pêk hat. Ji ber şewqeke pir bi tesîr kor bû. Şawûl ket erdê û ji asîmanan dengek bihîst. Wisa digot:

"Şawûl, Şawûl, tu çima zilmê li min dikî?"

Şawûl bi tirs pirsî: "Birêz, tu kî yî?"

Deng bersiv da û got: "Ez Îsayê tu zilmê lê dike.

Şawûl ji tirsan diricifî û ji ber Îsa matmayî mabû. Her dem anîbû ziman ku Ew pêxemberekî sixte û derwîn e. Şawûlê ku bibû bela û tirsa serê dêra Îsayê Mesîh, aniha fêhm kiribû ku xelet e. Îsayê ku ji nişka ve ji asîmana pê re peyivî, Kurê Xwedayê ku pêxemberan behs kiribû, fêhm kiribû ku ew Mesîh e.

Îsa jê re wisa got: "Haydê rabe ser xwe here bajêr, çi tiştê tu bikî wê ji te re bê gotin."

Şawûl ji erdê rabû lê gava çavên xwe vekirin dît ku tu tiştî nabîne. Ji ber vê kesên bi wî re bi destên wî girtin û ew birin Şamê. Li wir heta sê rojan çavên wî nema dîtin û tiştek nexwar û venexwar. Di van her sê rojan de bang Xweda kir û li ber geriya ku wî bibexşîne. Piştî sê rojan Xweda zilamekî bi navê Hananya şand. Hananya destê xwe danî ser Şawûl û ji bo çavên wî bibînin ji Xweda re dua kirin. Piştî çavên wî dîtin Şawûl vaftîz kirin û tevlî dêrê bû..

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Şawûl ji bo çi çû Şamê? Difikirî çi bike?

  2. Ji bo kirinên xwe bi cih bike destûr ji kê xwest?

  3. Li nêzî Şamê çi Şawûl sekinand?

  4. Li ser rê gava Şawûl kor bû, çi fêhm mir?

95. Şawûl ji Îsa Bawer Dike00:00 / 03:30