
Îsa ber bi Asîmanan ve Bilind Dibe
Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 24. Ayetên 44-53. Karên Şandiyan, Beşa 1. Ayetên 9-11.
Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin. Hûn şahidên van tiştan in û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.» Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin. Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên. '
Rojên ku Xelaskerê Vejiyayî bi xwendekarên xwe re hev didît, çi rojên xweş bûn! Lê wan rojan pir neajot. Wê Îsa vegeriya asîmanan cem Bavê xwe.
Çiyayê Zeytûnê; cihekî bêdeng û xweş bû, Îsa dostên xwe anîn wir. Xwendekar xemgîn bûn. Zanîbûn ku wê Îsa di demeke nêz de here. Di ser Cejna Derbasbûnê re çil roj derbas bibûn.
Îsa wisa got: “Xwe aciz mekin. Her çiqasî ez herim cem Bavê Asîmanî jî ez bi we re me. Gava ku hûn çûn mizgîniyekê derbarê min de li her çar aliyê dinyayê parve bikin, bi Giyanê Pîroz re ez ê li wir bi we re bim. Min gelek caran ji we re got: Gava ez çûm asîmanan ez ê Alîkarekî ji we re bişînim.”
Xwendekar matmayî man. Îsa wisa berdewam kir:
“Yehya bi avê vaftîz kir. Bi vê re mirovan bi temamî arezûya jiyaneke cuda nîşan dan. Giyanê Pîroz jî bi heman awayî tevdigere. We dike mirovekî nû. Ji bo hûn Mizgîniyê parve bikin hêzê dide we. Bi rêya Giyanê Pîroz re ez ê bixwe rêbertiyê ji we re bikim. Bi xêra Wê hûn ê bi min re têkiliyê deynin û ji min hez bikin. Li vê derê li Kudsê, piştre li Îsraîl û li her aliyên dinyayê, ji bo hûn mizgîniya derbarê min de belav bikin, ji aliyê Xweda ve wê rayedarî têkeve destê we “
Piştre Îsa destên xwe rakirin, xwendekarên xwe pîroz kirin û ber bi asîmanan ve bilind bû! Heta ku ewrekî Ew di nava xwe de winda kir, bilind bû hey bilind bû. Ne li benda xatirxwestineke wisa bûn. Kê zanîbû ku wê Îsa bi vî awayî li ber çavên her kesî bilind bibe û li Bavê xwe vegere?
Xwendekaran li jor nêrî û wisa man. Îcar wê aniha çi bikirina? Wê kêliyê du zilamên di nava kincên spî û biriqandî de, li ber xwendekaran derket inholê. Ev ferîşte bûn. Ji xwendekaran re gotin ku wê Îsa ji asîmanan dîsa dakeve ser rûyê erdê. Wê Îsa cara duduyan ne weke pitikekî, weke Dadger û Qralê Mezin bê. Rayedarî û mezinahiya Wî li holê bû. Heta dema ku bê, wê Îsa di dilê bawermendan de be û
wê li asîmanan serdestiya xwe berdewam bike.
Xwendekaran gotinên dawî yên Îsa anîn bîra xwe. Bi kêfxweşî vegeriyan Kudsê.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsÎsa xatir ji xwendekarên xwe xwest? Çi ji wan re got?
Reb çawa ji wan veqetiya?
Ferîşteyan çi ji xwendekaran re gotin?