Ferîşte Cebraîl, Xwe Nîşanî Meryem Dike

Ferîşte Cebraîl, Xwe Nîşanî Meryem Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 1. Ayetên 5-38

Di meha şeşan a ducaniya Elîzabet de Xweda; ferîşte Cebraîl şand bajarê bi navê Nasira yê li Celîleyê, cem keçika destgirtî ya ku bi Ûsivê ji silaleya Dawid dihat. Navê keçikê Meryem bû. Ferîşta gava çû cem keçikê wisa jê re got: "Silav, wa keçika ku gihîştiye qenciya Xweda! Reb bi te re ye. Tu gihîşt qenciya Xweda... Tu yê kurekî bîne dinyayê û tu yê navê wî bike Îsa. Wê ew bibe kesekî mezin û wê jê re 'Kurê Mezinê Mezinan' bê gotin..."

Li bajarokê biçûk Nasirayê, yê girêdayî Celîleyê, keçikeke bi navê Meryem lê hebû. Bi Ûsivê Xerat re destgirtî bû. Her çiqasî Ûsiv û Meryem feqîr bûn jî ji silaleya Qral Dawid dihatin. Dixwestin ku di demeke kin de bizewicin. Rojeke ji rojan gava Meryem karê malê dikir, ji nişka ve ferîşte Cebraîl xwe nîşanî wê da. Xweda Ew şandibû ser rûyê erdê. Cebraîl wisa got:

"Silav, wa keçika ku gihîştiye qenciya Xweda! Reb bi te re ye." Meryem pir tirsiya û wisa fikirî: "Tu kesî berî aniha bi vî awayî silav li min nekiribû."

Cebraîl wisa got: "Netirse Meryem. Tu gihîşt qenciya Xweda. Tu yê kurekî bîne dinyayê, tu yê navê wî bike Îsa ku ev tê wateya 'kesê xelasker.' Wê Ew bibe kesekî mezin, wê jê re 'Kurê Mezinê Mezinan' bê gotin. Reb Xweda wê textê bavê Wî Dawid bidiyê û wê desthilatdariya wî xelas nebe."

Meryem, ji gotinên ferîşte tam negihîştibû. Bi dengekî lerzokî got: "Lêbelê ez hîn nezewicî me jî..." Ferîşte wisa got: "Her zarok xwedî bavekî ye. Lêbelê Kurikê ku tu

yê bîne dinyayê wê ne pitikekî ji rêzê be. Bavê Wî Xweda ye. Ji ber vê min ji te re got wê Ew bibe Kurê Xweda."

Meryem ji ferîşte bawer kir. Tişta ku Xweda soza wê berî bi sedsalan dabû wê pêk bihata! Wê Meryem bibûya dêya Xelaskarê ku soza Wî hatibû dayîn! Lêbelê hîn jî Meryem fêhm nekiribû bê wê ev hemû çawa pêk werin, ji ber ku hîn ne zewicî bû. Ji ber vê yekê ji ferîşte re got: "Gelo wê ev çawa çêbibe?"

Cebraîl wisa bersiv da:

"Giyanê Pîroz wê bê xwe li ser te deyne, wê Qralê Gerdûnê bi can bike. Pitikê tu yê bîne dinyayê, wê jê re Kurê Xweda yê Pîroz bê gotin!"

Meryem dixwest ji Xweda re îtaetê bike, ji ber vê wisa got: "Ez xulama Reb im. Bila weke te be." Piştî vê ferîşte ji cem wê veqetiya û vegeriya ezmanan.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Ferîşte Cebraîl ji kê ve hat xuyakirin? Meryem li ku derê dijiya? Bi kê re destgirtî bû? Ji koka kê dihat?

  2. Ferîşte got wê çi bibe?

  3. Li hemberî nûçeya ferîşte, berteka Meryem çi bû?

50. Ferîşte Cebraîl, Xwe Nîşanî Meryem Dike00:00 / 03:13