Stêrknasên Ji Rojhilatê Tên

Stêrknasên Ji Rojhilatê Tên

Pirtûka Pîroz, Metta, Beşa 2. Ayetên 1-12

Îcar di dema Hêrodês padîşah de, çaxê Îsa li Beytlehma Cihûstanê çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê û pirsîn: "Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin wî."

Li welatekî dûr zilamên zana dijiyan. Ji wan re çima digotin kesên zana? Ji ber ku bêguman li ser mijarên curbecur û taybet dixebitîn. Mijareke ku li ser dixebitîn û ya herî balkêş stêrknasî bû. Şevekê gava ji bo xebatan li asîmanan dinêrîn, ji nişka ve tiştek dîtin. Ev, stêrkeke rewnaq bû û yeka şewq vedida. Li asîmanên rojhilat gelek stêrk hebûn lê ev stêrk ji yên din bi temamî cuda bû. Berî aniha ev stêrk tu carî nedîtibûn. Belê, taybet û ji yên din cuda bû.

Xweda ev stêrka rewnaq û şewq jê diçû çima nîşanî wan da? Ev yek nîşaneke ku Qral li ser rûyê erdê li cihekî çêbûye. Eger stêrkê bişopînin, wê stêrk wan bibe cihê ku lê hatiye dinyayê. Ji ber bihîstina vê yekê stêrknas pir bextewar bûn! Ji bo rêwitiya xwe dest bi amadekariyê kirin. Ji bo bidin Qral gelek xelat xistin tûrikên xwe. Xwe dan hev û ketin ser rê.

Rêya wan dirêj bû, dan dû stêrka ku ji wan re dibû şewq. Di dawiya dawî de gihîştin bajarê pîroz Kudsê. Stêrknas pir bi kelecan bûn ku Qralê nû çêbûye bibînin, ji ber vê di cih de berê xwe dan koşka mala qral. Hêvî dikirin ku wê Wî li wir bibînin.

Hîrodes pêşwaziya wan kir. Li ser şîvê weke ku bi hatina wan kêfxweş bûye tevgeriya û sedema hatina wan ji wan pirsî. Stêrknasan behsa stêrka ku dîtin û wateya wê û çêbûna Qral, kirin.

Stêrknasan gotin: "Bi hêviya ku em ê Wî li qesra qraliyetê bibînin em hatin vir."

Hîrodes wisa got: "We ya rast kiriye. Lê mixabin pitikekî ku nû çêbûye li vir tuneye. Lêbelê di lêgerînê de ez ê alîkariya we bikim. Di bin siya qraltiya min de gelek kesên zana hene. Ez ê wan bidim hev û derbarê wan tiştên qewimî de ez ê agahiyan bidim hev.

Bi rastî jî di lêgerînê de alîkariya zilamên wî yên zana yên welatê wî gelekî çêbû. Wisa gotin:

"Dibe ku Qral li Beytlehemê hatibe dinyayê. Di Pirtûka Pîroz de di nav beşa Pirtûka Mîka de wisa dibêje."

Hîrodes ji mêvanên xwe yên biyanî re wisa got: "Beytlehemê ji vir ne gelekî dûr e. Piştî nîvro hûn derkevin û ber bi başûr ve herin, berî tarî bikeve erdê hûn ê bigihêjin wir. Ez rîca dikim bi baldarî li zarok bigerin, gava we dît min agahdar bikin. Ez jî dixwazim xelatan diyarî Qralê nû bikim."

Hîrodes bi zorê kenê xwe yê xapînok û zikreş, nixumand. Wê tu xelat nedana pitik. Difikirî Wî bikuje. Lêbelê haya stêrknasan ji vê yekê tunebû.

Bi kêfxweşî derketin rê. Gava gihîştin Beytlehemê reş ji zû de ketibû erdê jî. Stêrk li asîmanan xuya dibûn. Stêrknas pir bextewar bûn, di seranserê rêwitiya xwe de û di nava ewqas stêrkan de, stêrka ku rê nîşanî wan dida didîtin. Stêrk li pêşiya wan diçû, çû li ser cihê ku pitik lê çêbûye sekinî.

Stêrknas kêfxweş bûn û gotin: "Divê ev der be! Ha ev mal! Xweda rê nîşanî me da!"

Gava Ûsiv dît ku zilamên ji ber xwe fedî, hatin malika wî ya biçûk, ji vê bawer nekir.

Tu carî ji welatên dûr mêvanên taybet ên Meryem qet çênebibûn. Kesên serî dabûn wan gotin: "Em li Qralê Îsraîlê yê nû çêbûye digerin!"

Ûsiv pitik nîşan da û got: "Pitik ha li vir e."

Stêrknasan xwe li ber Îsayê Pitik avêtin erdê. Ew weke Xweda berz û bala kirin. Mirovên wisa cil û bergên wan paqij, ji xwe fedî û zana, gava ev tişt dikirin ecêb dihat.

Lêbelê piştre çi bû? Stêrknasan xelatên xwe yên biha yên zêr û zîv û pixûr derxistin û pêşkêşî Îsa kirin.

Ev mêvanên taybet, piştî xatir ji Îsayê pitik, Meryem û Ûsiv xwestin, lêxistin ji wir çûn.

Xweda bi şev di xewna stêrknasekî de niyeta rastî ya Hîrodes anî ziman.

Stêrknas ji hevalên xwe re wisa got: "Xweda di xewnê de bi min re peyivî. Ji min re got qral Hîrodes ne weke ku xuya dike dostê me ye. Wê xelatan nede pitik. Niyeta wî ew e ku zerarê bide Wî. Ji ber vê divê em qet venegerin qesra wî."

Bi vî awayî vegeriyan welatê xwe. Ji qral re gotin me pitik nedî.

Şeva din Xweda di xewnê de bi Ûsiv re jî peyivî. Jê re got bi jin û zaroka xwe re bireve Misrê. Bêyî ku bisekine Ûsiv rabû ser xwe, Îsayê Pitik û Meryem da ber xwe û di nîvê şevê de derketin rê. Rêya Misrê dûr û dirêj bû. Li gorî ku piştre hîn bûn Xweda ew ji belayekê mezin parastibûn. Hîrodes, ji ber ku stêrknasan tu tişt jê re negotibûn, pir hêrs bibû. Ji ber vê li Beytlehemê û hemû heremên wê, zarokên

kurik ên du salî û yên ji du salan biçûktir, hemû kuştin. Hêvî dikir ku Qralê nû çêbûye pêde bike lê Îsa êdî ji zû de rizgar bibû.

Piştî bi demeke kin Hîrodes mir.

Piştî mirina Hîrodes, ferîşteyê Xweda di xewnê de xwe nîşanî Ûsiv da. Jê re got êdî ne di nav xetereyê de ne û dikarin vegerin Îsraîlê. Ûsiv rabû ser xwe Meryem û Îsa da dû xwe û li welatê xwe Nasirayê vegeriya. Ev bajar cihê ku wê Îsa zarokatî û xortaniya xwe lê derbas bike.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Stêrknasan li asîmanan tiştekî awarte dîtin? Ev çi bû?

  2. Stêrknasan li Kudsê hêviya kê dikirin ku bibînin? Hatin cem kê?

  3. Ji Îsa re kîjan xelat anîn?

53. Stêrknasên Ji Rojhilatê Tên00:00 / 07:39