Şivanên Li Çolteran

Şivanên Li Çolteran

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 2. Ayetên 8-20.

Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan. Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.» Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin: «Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.» Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.»

Hin şivanan li nêzî Beytlehemê pezê xwe diçarandin. Gava dibû şev mîhên xwe bi taybetî jî berxên xwe ji bo ji heywanên dirinde biparêzin, mecbûr bûn şiyar bimînin. Her şev, di her rewşa hewayê de şivanan çavderiya kêriyên xwe dikirin.

Lêbelê ji nişka ve şewqeke ku çavên wan kor dikir, vêket! Şivanan fêhm nekirin bê çi bû. Biyaniyekî ku şewq jê diçû ji asîmanan ber bi wan ve dadiket! Şivan ecêbmayî man. Gotin, "Wey ev çawa çêdibe! Ev ferîşteyê Reb e!"

Ferîşte bi dengekî nerm bi wan re wisa dest bi axaftinê kir: "Netirsin! Ez ê mizgîniyekê bidim we ku wê hemû gel pê pir kêfxweş bibe!"

Ji bo mizgîniyekê bide ji şivanan re got ez ji asîmanan daketime. Ev mizgînî derbarê wî Pitikê bêhempa yê wê şevê li Beytlehemê hatibû dinyayê de bû. Ev Pitik Mesîhê Xelasker yê Reb bû.

Piştî ku şivanan Xelaskerê ku ji zû de ye li bendî bûn derxistibûn holê, pir matmayî mabûn. Ev bi rastî jî nûçeyeke bêhempa bû! Lê tişta ku piştre bihîstin hîn bêtir tiştekî ecêbmayî bû. Ji bo Pitik bibînin ne hewce bû herin qesrekê. Ji wan re hatibû gotin ku wê Pitik di afirê de razayî bibînin. Tişta ku pêşî bikirina divê ev axur

bidîtina.

Şivanan bi hev re gotinek çi ye nekirin. Piştre ferîşteyan ji asîmanan awazeke wisa gotin:

"Li cihên herî berz û bilind, bila mezinahî ya Xweda be. Li ser rûyê erdê mirovên ku Ew ji wan xweş e bila xweşî ya wan be!

Ev, dibe ku awaza herî xweş ya li dinyayê be.

Piştre ferîşte ji holê winda bûn.

Şivanan li hev nêrîn û gotin: "Heydê em herin Beytlehemê û Xelaskerê ku Xweda ji me re şandiye bibînin!"

Bi rastî jî bawer kiribûn ku mizgînî ji aliyê Xweda ve hatiye ji wan re. Şivanan pezê xwe li çolteran hiştin. Hêvî dikirin ku wê Xweda li kêriyên wan xwedî derkeve. Di cih de çûn Beytlehemê. Bi ser axur vebûn û Meryem, Ûsiv û pitikê di afirê de razayî dîtin. Her tişt weke ku Xweda ji wan re gotibû, derket. Dilê wan ji kêfan geş

bû, ji ber ku Kurê Xweda Xelasker Îsa, ango Mesîhê ji asîmanan hatibû şandin cara pêşî wan dît.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Bi şev kî li çolteran bû? Li wir çi dikirin?1. Bi şev kî li çolteran bû? Li wir çi dikirin?

  2. Kê ferîşte şand ji şivanan re? Ferîşte çi ji wan re got?2. Kê ferîşte şand ji şivanan re? Ferîşte çi ji wan re got?

  3. Awaza ferîşteyan di derbarê çi de bû?3. Awaza ferîşteyan di derbarê çi de bû?

  4. Şivanan ji ferîşteyê bawer kir? Ji bo Îsa bibînin ecele kirin an heta4. Şivanan ji ferîşteyê bawer kir? Ji bo Îsa bibînin ecele kirin an heta sibehê sekinîn?vsibehê sekinîn?

52. Şivanên Li Çolteran00:00 / 03:40