Pitika li Afirê

Pitika li Afirê

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 2. Ayetên 1-7

Gava ew li wir bûn, dema welidandina Meryem hat û kurikê xwe yê pêşî anî dinyayê. Ew xist nava pêçekê û li afirekê razand. Ji ber ku li xanê cih tunebû.

Sezar Avgustus, împaratorê pêşî yê Împaratoriya Romayê bû. Xweda rê li ber wî xist û hişt ku serhejmariya hemû Împaratoriya Romayê bike. Bi vî awayî împarator fermanek derxist. Li seranserê hemû Filîstînê ji bo bê qeydkirin divê her kes biçûya bajarê xwe. Wê demê Ûsiv û Meryem li Nasirayê dijiyan.

Ûsiv ji Meryemê re wisa got: "Malbata min ji Beytlehemê ye. Ez malbata Qral Dawidê ku berî bi sedan salan rêveberiya welat dikir, têm. Ji ber vê divê ez herim Beytlehemê."

Meryem keserek veda û bersiv dayê: "Ez ne ducanî bûma ev rêwitî ne derd bû ji bo min. Lê tu zanî, di demeke kin de ez ê biwelidim. Dibe ku rêwitî zor be. Pitika me li cihekî biyanî bê dinyayê, wê ev ne baş be..." Ûsiv ji bo dilê wê têxe cih, wisa got: "Meryem ez ê her dem li ba te bim. Ferîşte Cebraîl jî ji te re got, pitika tu bîne dinyayê wê bibe Kurê Xweda. Wê Xweda bi me re be."

Li ser vê Meryem û Ûsiv derketin rê. Her çiqasî kerê wan hebûya jî bi hêdî diçûn. Ji ber vê rêwitiya wan bi rojan diajo. Di dawiya dawî de gihîştin Beytlehemê, pir westiyabûn, kêlî berî kêliyekê divê cihekî ku lê rakevin ji xwe re peyda bikirina.

Ûsiv li zilamekî rast hat, bêguman xwediyê xanê bû. Bang kiriyê û jê re got: "Biborînin, gelo di xana we de cihekî ku em lê bibînin heye?" Xwediyê xanê got: "Mixabin cihê me tuneye."

Ûsiv wisa got: "Lêbelê pêdiviya me bi cihekî heye ku em lê bibînin. Ji bo me odeyeke we ya biçûk jî tuneye gelo? Xanima min hindik maye biwelide. Dibe ku îşev biwelidîne jî!"

Xwediyê xanê got: "Min dixwest ez alîkariya we bikim lê mixabin odeyeke me ya vala jî tuneye."

Meryem bitirs wisa qêriya:

"Çênabe em li derve bimînin! Pir sar e. Ez ketime mitaleya pitik!" Zilam nêzî wan bû û wisa got: "Ne hewceye hûn bi şev li derve bimînin. Li vî bexçeyê dawî axurek heye. Li wir hûn dikarin xwe rehet bikin, hûn dikarin kayê ji xwe re bikin nivîn. Ji ber heywan jî hene, axur germ e."

Ûsiv û Meryem jê re gotin: "Ji bo qenciya te em spasdarê te ne, mala te ava!"

Wê şevê tiştekî bêhempa çêbû. Kurê Xwedayê ku dinya avakiriye û desthilatdariya hemû afirandinê ye, weke pitikekî di kadînê de radiza. Kê li wechê pitik binêriya nikarîbû bigota ev Kurê Xweda ye. Meryem Ew xist afirekî, ew xist afirê çêlek û kerê. Gava ku pitik di afirê de bû weke her pitikî deng derdixistin.

Ûsiv li Meryem nêrî û wisa got: "Tê bîra te bê ferîşte derbarê vî Pitikî de çi got? Ewqasî biçûk e, ez dikim û nakim jê bawer nakim. Ev der jî cihekî ji hevdeketî ye!"

Meryem bi dengekî hêdî wisa got: "Ûsiv lêbelê ev rastiyek e. Sozên Xweda wê li gorî gotinên Wî yên pîroz pêk werin."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Wê demê rêveberiyê Împaratoriya Romayê kî bû?

  2. Yahûdî divê biçûna ku derê?

  3. Îsa li ku derê çêbû? Cihekî çawa bû?

51. Pitika li Afirê00:00 / 04:21