Vegera li Welat

Vegera li Welat

Pirtûka Pîroz, Yêremya, 31:31-34

Daniyêl gava hîn biçûk bû biribûn Babîlê. Lêbelê piştî ku yextiyar bû jî cihê ku lê hatibû dinyayê ji bîr nekir. Soza Xweda dabû ya ku wê rojekê gelê xwe vegerîne, her dem di bîra wî de bû. Xwezî perestgeh bihata avakirin, wê demê wê hemû cihû bihatana ser hev û wê ji Reb re dua bikirina! Wê Daniyêl li mala xwe bi tena serê xwe rojî bigirta û ji Reb re wisa dua bikira:

"Xwedayo! Tu Xwedayê pîroz û mezin î. Tu li hemberî kesên ji te hez dikin, dilovan î. Me gelê te nebaşî kir. Ji ber vê te em anîn welatekî biyanî û Orşelîmê hilweşiya. Ez dizanim ku Tu dilovan î û ez li ber te digerim û ji te rîca dikim ku tu gelê xwe ji ber kirinên wî, bibexşînî! Destûrê bide ku em li welatê xwe vegerin!"

Xweda ev duaya wî bihîst. Daniyêl bi xwe tu carî li Îsraîlê venegeriya lêbelê piştî mirina wî destûr derket ku Îsraîlî li welatê xwe vegerin. Qralê Babîlê destûr da ku Îsarîlî li welatê xwe vegerin. Di dema ku perestgeha li Kudsê hat bi dest xistin de; tasên pîroz ên zêr û zîv, biribûn. Qral ew tas jî dîsa dan Îsraîliyan. Îsraîlî pir

bextewar bûn! Di dawiya dawî de azad bibûn!

Lêbelê her kesî ceger nedikir ku li welêt vegere. Li welatên ku lê surgun bûn; mal, bexçe, dost û heval û cîranên wan çêbibûn. Li welatê Îsraîlê wê ji bilî xirbeyan tu tişt nedîtana. Ji bo ku bajar ji nû ve ava bikin divê gelekî hewl bidana û bixebitiyana.

Lê li hemberî hemû zordariyan, kesên ku biceger bisekiniyana jî hebûn. Biryar dan ku li Kudsê vegerin, ji nû ve dest bi her tiştî bikin û perestgeha Xweda dîsa ava bikin.

Piştî çend hefteyan Îsraîlî gihîştin welatê xwe. Tiştên ku jê ditirsiyan hat serê wan. Malên wan hema bêj hemû hilweşiya bûn, mirov nikarîbû di wan de rûnên. Di malên saxlem de jî hin kesên din hebûn. Erd û rezên wan di nava gîhayê zexel de mabûn. Kesên biyanî erdên wan diajotin û ev erd û rez weke yên xwe didîtin.

Têkoşîn û xebateke pir bi hêz li bendî Îsraîliyan bû!

Di mijara ku divê xanî û embarên zad yên nû lêbikin, erdên xwe ji gîhayê zexel paqij û cot bikin, bizir bavêjin erdan û biçînin de; xemsarî bi wan re çêbû. Lêbelê ji bo wan tiştekî ji her tiştî girîngtir hebû. Di dema surgunê de ev nekiribûn. Ev tişta girîng, li perestgehê hebandina Xweda bû!

Lêbelê êdî perestgeha wan jî tunebû. Bajarê Kudsê ku demekê pir pêşketî bû, di halekî pir xerab de bû.

Kahîn wisa got: "Demeke pir jê re divê ji bo em ji nû ve perestgehê ava bikin. Lê qurbangehê di cih de em dikarin ava bikin. Li cihê ya berê, divê li aliyê rastê be."

Gel ji bo qurbangehê cih da ser hev. Pir derbas nebû, ji ber ku li welatê xwe vegeriyan, qurban ji bo Reb serjêkirin. Piştî gelek salên dirêj perestgeha nû hat pîrozkirin. Kudsê bi dîwarên bilind yên sûran yên li dora wê, bû bajarekî xweş û geş.

Piştî ku Îsraîlî ji surgunê vegeriyan, Xweda her dem ji wan re pêxember şandin. Pêxemberan wê fermanên Xweda bianiyana bîra Îsraîliyan. Divê ew gelek caran ceze bikirana û bibexşandina. Lê Reb, gelo bi rêya pêxemberê xwe ji wan re negotibû wê guhertineke mezin pêk were?

"“Gotina Xudan ev e: “Va ye, ew roj tên ku ezê bi Mala Îsraîl re û bi Mala Cihûda re peymaneke nû çêkim. Wê ev peyman, ne wekî wê peymanê be ku min bi bav û kalên wan re çêkir. Wan peymana min xera kir.” Lê gotina Xudan ev e: “Ev e peymana ku ezê piştî wan rojan, Bi Mala Îsraîl re çêkim: Ezê Şerîeta xwe bixim nav wan û li ser dilê wan binivîsim. Ez ê bibim Xwedayê wan û wê bibin gelê min. Wê

tu kes êdî hînî bira û cîranê xwe neke û nebêje: ‘Xwedayê xwe nas bike!’ Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Wê hemû min nas bikin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ez ê neheqiyên wan bibexişînim û êdî ez ê gunehên wan bi bîr neyînim.””

(Pirtûka Pîroz, Yêremya, 31:31-34)"

Pirsên ji bo gotûbêjê

1 pirs
  1. Baş e, Xweda kengî hewl da ku soza xwe bîne cih?

49. Vegera li Welat00:00 / 05:43