Pêxemberê Biçûk

Pêxemberê Biçûk

Pirtûka Pîroz, Samûêlê Yekemîn, Beş 3.

Samûêlê biçûk, di bin rêveberiya Elî de xizmet ji Xweda re dikir. Wê demê peyvên Xweda kêm dihatin û dîtinî jî kêm bûbûn.

Îsraîlî li Welatê Sozdayî bi cih bûn û gelek salan li wir jiyan. Xanî ji xwe re çêkirin, rez û zevî çandin. Wan di heman demê de axa xwe ji dijminan parastin. Wan ji Konê Hevdîtinê re digotin 'Perestgeh' ku niha ev li çiyê ye. Wan lewhayên ku Deh Ferman li ser hatine nivîsandin di nava vî konî de parastin. Di wê demê de ew jiyaneke koçberî jiyan û li çolteran digeriyan. Her ku gel dixwest ji Xweda re

dua bike yan jî qurbaniyekê bide ew diçûn Konê Hevdîtinê.

Eliyê kahîn li ber deriyê perestgehê rûdinişt û li hatina mirovan temaşe kir. Ji ber temenê xwe êdî wî nikaribû kahîntiyê bike û ev kar ji aliyê kurên wî ve dihat meşandin. Lê mixabin wan guh nedidan Xweda û xerabî dikirin. Xebera Elî ji vê hebû. Bi awayekî xemgîn wî bala wan kişand ser xerabiyên ku dikin lê wan li bavê xwe guhdar nekir.

Rojekê jinekê bi destê kurikekî girtibû û hat cem Elî û wisa got: "Silav! Ez Henna me. Ez hatim bîra te? Berî çend salan ez li pêşiya perestgehê bûm. Min ji Xweda re dua kiribû ku kurekî bide min. Ez wan deman di nava bêhêvîtiyê de bûm. Ma tê bîra te ku ez çawa giriyabûm û li ber Xweda geriyabûm? Lê niha ez bextewer im.

Ev kurê min e. Jinê bi diovanî li kurê xwe nihêrî û li gotinên xwe wisa berdewam kir: "Te wê rojê gotibû ku Xweda wê bersivê bide duayên te. Navê kurê min Samûêl e. Divê ew bi te re bimîne. Gava te xizmet ji Xweda re kir ew ê alîkariyê bi te re bike. Min ji Xweda re sond xwar ez ê kurê xwe ji Xweda re terxan bikim."

Elî wisa got, "Xweda te pîroz bike Samûêl. Bi min re were. Ez ê nîşanî te bidim ku tu yê li ku bimînî.

Kêfa Samûêl hat ku alîkariya Elî bike.

Şevekê Samûel westîyabû, li kêleka Sindoqa Pîroz xwe dirêj kiribû û di xew re çûbû. Ji nişka ve kesekî navê wî hilda û ew bi vî dengî şiyar bû.

Samûêl got, "Çi bûye?"

Bersiv nehat. Samûêl rabû ber bi elî ve bezî.

Samûêl jê pirsî, "Ma te gazî min kir?"

Elî got, "Na min gazî te nekiriye. Here ji xwe re raze."

Samûêl wisa fikirî, "Ev tiştekî çi ecêb e." û çû dîsa raza.

Kurik dîsa dengê "Samûêl" bihîst û ji tirsa veciniqî.

Bi lez ber bi Elî ve reviya.

Wî got, "Îca niha te gazî min kir ne wisa?"

Elî serê xwe hejand. "Na lawo, min gazî te nekiriye. Here nav livînên xwe!"

Samûêl dîsa di xew re çû. Dîsa wî bihîst ku bi dengekî bilind yek gazî dike.

Samûêl wisa fikirî, "Vê neqilê ez ne şaş im." û ber bi Elî ve dîsa beziya.

Wî got,"Vaye ez li vir im Elî! Pêwistiya te bi tiştekî heye?"

Kahîn têgihîşt ku yê gazî Samûêl dike Xweda ye.

Wî wisa jê re got, "Here ji xwe re raze Samûêl. Wexta Xweda bi navê te gazî te kir wisa bibêje, 'Kerem bike Xwedayê min, evdê Te li Te guhdarî dike.'"

Samûêl bi awayekî bêdeng li nav cihê xwe vegeriya û bendê ma. Dengê ku digot, "Samûêl, Samûêl!" dîsa bihîst.

Samûêl bi dengekî lerzok û bizdiyayî wisa bersiv da: "Kerem bike Xwedayê min, evdê Te li Te guhdarî dike."

Xweda ji wî re wisa got:

Ez ê malbata Elî darizînim. Wî dizanîbû ku tiştên kurên wî dikirin li pêşberî Xweda bêhurmetî bûn. Lê dîsa jî wî ew ranewestandin. Ji loma ez ê wî jî ceza bikim. Kurê wî wê di heman rojê de bimirin."

Gava Samûêl ev xebera xofnak ji Xweda bihîst heta berê sibehê raneza. Dema roj hilat Samûel deriyên perestgehê vekirin.

Elî jê pirsî, "Xweda diho bi şev çi ji te re got?"

Samuel ji bo bersivdayînê dudil bû. Samûêl ditirsiya ku tiştên Xweda jê re gotine ji Êlî re bibêje. Lê piştre wî ji Elî re her tişt got. Kahîn demekê bêdeng ma, piştre serê xwe xwar kir û bi xemgînî got: "Wekî Xweda wisa dibêje bila bike. Ew Xweda ye."

Di nava çend salan de her tiştê ku Xweda ji Samûêl re gotibû, pêk hat.

Gava Samuel mezin dibû hîs dikir ku Xweda her dem bi wî re ye. Hemû îsraîlî hîn bûn ku Samûêl weke pêxemberê Xweda hatiye şanazkirin. Xweda ji Samûêl re rastiyên girîng vegotin. Samûêl ev tişt ji gel re ragihandin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Xweda çima ji Elî ne memnûn bû?

  2. Xweda çend caran gazî Samûêl kir?

  3. Xweda ji Samûêl re çi got?

31. Pêxemberê Biçûk00:00 / 05:57