Heyv û Roj Rawestiyan

Heyv û Roj Rawestiyan

Pirtûka Pîroz, Yêşû, Beş 10.

Roja ku Xweda Amorî li pêşberî îsraîliyan têk birin Yêşû li pêşberî gel ji Xweda re wisa got: "Raweste, tu hey roja li seranserê Givonê û tu heyva li raserî newala Ayalonê." Heta ku gel ji dijminan tola xwe hilda roj rawestiya û heyv di cihê xwe de ma...

Dema ku padîşahên welatê Kenanê bihîstin ku çi bi serê Erîhayê hatiye ji bo ku ew li dijî Yêşû û gelê îsraîlî şer bikin wan dest pê kir ku bi hêzên xwe bikin yek. Lêbelê şêniyên bajarê Gîvonê bi îsraîliyan re peyman girêdan. Dema ku pênc padîşahan ev bihîst wan dor li bajêr girtin.

Gelê bajêr alîkarî ji Yêşû xwest. Yêşû pêşengiya hevalbendên xwe li hemberî dijminan kir. Di demeke kurt de artêşa yekbûyî ya qralên welatê Kenanê reviyan.

Û Xweda jî di ber gelê xwe de şer dikir. Wî ji ezmanan libên girs ên teyrokê bi ser serê dijmin ve dibarandin. Her dever gelekî tarî bû dîtina li derdorê gelekî zehmet bû. Bi giştî dijmin jî têk neçûbû. Yêşû ji Xweda re qîriya û wisa got: "Raweste tu hey roja li seranserê Givonê û tu heyva li raserî newala Ayalonê jî!"

Xwedê ev dua bihîst. Roj heta ku îsraîlî dijmin têk birin di cihê xwe de rawestiya, neçû ava. Heta niha tiştekî bi vî rengî qet neqewimîbû.

Di vî şerî de gelek bajarê ji aliyê Yêşû û îsraîliyan ve hatin vegirtin, ji ber ku Xweda bi xwe alîkariya gelê xwe kir.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Kê bi îsraîliyan re peyman girêda?

  2. Kê gelê Gîvon rizgar kir?

  3. Gava tarî ket erdê Yêşû çi kir?

30. Heyv û Roj Rawestiyan00:00 / 01:57