
Gelê Îsraîlê Padîşahek Dixwest
Pirtûka Pîroz, Samûêlê Yekemîn, Beşên 8-10.
Xweda jê re wisa got: "Tu guhên xwe bide her tiştên ku gel ji te re dibêje. Ji ber ku ew ê red dikin ne tu yî, wan weke padîşahê xwe ez red kirime..."
Samêêl gelekî pîr bûbû. Xweda bi salan bi rêya wî li ser îsraîliyan serwerî kir. Ew dadgerekî ku nakokî çareser dikirin. Di heman demê de ew pêxemberekî ku şîret li gel dikirin ku îtaeta Xweda bikin. Lêbelê ne dadgerekî ku îsraîliyan ew dixwest. Wan jî weke gelên din dixwestin ku padîşahekî wan hebe.
Ew çûn cem Samûêl jê re wisa gotin:
"Padîşahekî ku serweriyê li me bike tayîn bike."
Vê Samûêl gelekî xemgîn kir. Wî dest bi duayên ji Xweda re kir. Xweda bersiv da duayên wî.
"Tu guhên xwe bide her tiştên ku gel ji te re dibêje. Ji ber ku yê red dikin ne tu yî, wan weke padîşahê xwe ez red kirime."
Samûêl hemû îsraîlî li hev civand û ji wan re wisa got: "Xweda wê padîşahekî bide we. Serweriya yê ku wê li ser we hukm bike wê wisa be: Ew ê kurên we bixe ber erebeyên şer û wan li yekîneyên siwarî peywirdar bike. Ew ê hinekan peywirdar bike ku zeviyan biçînin û erda xwe biajonin û hinekên din jî ji bo çaksazkirina erebe û çekên şer erkdar bike. Ew ê keçên we bixe aşpêj, nanpêj. Ew ê zeviyên we yên bijare, rez, baxçeyên zeytûnan we ji we bistîne û bide xizmetkaran xwe. Ew ê ji dexl û tiriyên we rêjeyeke ji dehan yekê bistîne û li berpirsiyarên qesrê û xizmetkarên din belav bike. Ew ê koleyên we yên herî baş ji we bistîne û di karên xwe de bişûxilîne. Rojekê hûnê wisa bibêjin, 'Xwezî me tu tarî padîşah nexwesta. ' Ji bo ku hûn xwe ji padîşah xelas bikin hûn ê xwe biavêjin Xweda û li ber Wî bigerin. Lêbelê Xweda wê rojê wê tu bersivê nede we."
Gel guh heda gotinên Samûêl.
Wan wisa got, "Em padîşahekî ku serweriya me bike dixwazin."
Xweda ferman da Şawûl ku li ser wan bibe serwer. Şawûl ciwan û qeşeng bû. Bejna wî ji ya her kesî bi qasî seriyekî dirêjtir bû.
Îsraîlî bi dîtina wî gelekî kêfxweş bûn. Ew qîriyan û gotin "Her bijî Padîşahê me!"
Lê Şawûl ne padîşahekî baş bû. Wî guh neda fermanên Xweda. Her tişt li gorî dilê xwe kir. Ji ber vê yekê Xweda nexwest ku neviyên wî li Îsraîlê serweriyê bikin. Di dema Şawûl de Xweda ciwanek hilbijart. Ev zilam ê piştî mirina Şawûl pêşengiya mirovên Xweda bikira.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsSamûêl ji gelê îsraîlî re çi vedigot? Divê wî çi bikira?
Xelkê çima padîşahek dixwest?
Xweda ji vê rewşê re çi got?