
Serfiraziya Baweriyê
Pirtûka Pîroz, Samûêlê Yekemîn, Beş 17.
Dawid wisa got: "Îro Xweda wê te radestî min bike... Bi vî awayî hemû cîhan wê têbigîhîje ku li Îsraîlê Xweda heye. Hemû cîhan wê têbigîhîje ku Xweda ne bi şûr û mertal rizgar dike. Ji ber ku ji xwe şer ê Xweda ye! Ew ê we radestî me bike."
Piştî serdana Samûêl Dawid li çêrandina pezê xwe domand. Dema derdiket çêrgehê wî çenga(lîr) xwe jî bi xwe re dibir. Dema ku wî pez xweş diçêrand, wî li çenga xwe jî dixist û stranên nû beste dikirin. Lê carinan şivanê ciwan zehmetî dikişand. Carekê dema pezê xwe ji hirçekê diparast wextî berxekî xwe wenda bikira. Lê wê gavê wisa fikirî:
"Ez ji bo miyên xwe çi dikim Xweda jî heman tiştî ji bo min dike. Dema ez di xetereyê de me li min dinihêre û ew min diparêze."
Dawid li çenga xwe da û newayek got:
Xweda şivanê min e û tu carî kêmasiya min çênabe. Ew min dibe nav mêrgên kesk ên hêşîn radizîne û ber bi peravên aram ve dibe. Dilê min nû dike û ji bo navê xwe Ew min ber bi rêyên rast ve dibe û pêşengiyê ji min re dike. Heke ez di newala tarî ya mirinê re derbas bibim jî ez ji xerabiyê natirsim. Ji ber ku Tu bi min re yî. Gopal û darê te her bawerîyê dide min.
Rojekê, dîsa Şawûl gelekî bi hêrs bû. Her kesên li qesrê ji tirsan dilerizîn. Ji nişka ve pêlên hêrsê Şawûl dabûn berxwe. A rastî piştre ew poşman dibû û gelekî xemgîn dibû. Xizmetkarekî Şawûl pêşniyar kir ku gazî Dawid li nava qesrê bikin ji ber ku wî gelekî xweş li çengê dixist. Bi vî awayî Dawid hat nava qesra Şawûl. Îca
heke ew pê bihisiya ku ew ji aliyê Samûêl ve weke padîşah hatiye rûnkirin! Lê wî li ser vê bi tu tiştî nizanîbû û gelekî ji Dawid hez kir. Çenga Dawid kir ku dilê Şawûl aram bibe.
Çi cara ku padîşah Şawûl li dijî Filîstiyan diçû şer Dawid li mala xwe vedigeriya, ji ber ku ma wê kî di qada şer de muzîkjenek bixwesta? Ji ber vê yekê Dawid vedigeriya malê ku pezê bavê xwe biçêrîne. Lê birayên wî li pey Şawûl diçûn qada şer.
Bavê Dawid rojekê gazî wî kir û wisa got, "Xwarina xwe bi xwe re bibe û here nav artêşgehê here cem birayên xwe."
Çûna Dawid a heta bi wê derê çend saetan dewam kir. Wî ji birayên xwe re xwarin biribû û li cem wan rûnişt û wî hewl da li gotinên serbazan guhdarî bike.
i nişka ve her kes bêdeng bû û bi mitale li pêş xwe nihêrîn. Filîstiyek nêzî artêşa Îsraîlê dibû. Ma ew çi şervan bû gidî! Navê wî Goliyat bû. Ew bi hêz û masûlke bû. Bejna wî bi qasî sê metroyan dirêj bû. Zirxekî bi giranî li xwe kiribû û rimekî wî yê mezin hebû.
Golyat wisa got: "Pêşniyara min hê jî derbasdar e! Ji min re zilamekî bînin ku em şer bikin. Heke ew min têk bibe em ê têkçûnê qebûl bikin. Heke ez bi ser bikevim wî wextê em ê qebûl bikin ku artêşa we têk çûye.
An naxwe hûn ditirsin? Wey li we tirsoneko!"
Dawid ji birayên xwe pirsî û got: "Gelo wî berî niha ji bo şer bi we re bike meydan xwestibû?"
Birayên wî ev bersiv dan: "Gelek caran. Lê helbet ev rewşeke gelekî bêhêvî ye. Têkoşîna li dijî vî dêwî teqez bi mirinê encam dibe!"
Dawid bi awayekî şazwaz bûyî wisa got, "Ma Xweda ne li gel me ye?"
Serbaz keniyan û jê re wisa gotin.
"Xweda dikare çi bike gava mesele were ser hêz, zexmî û çekdariya
baş?"
Herwiha Padîşah Şawûl soz daye ku keça xwe bi mêrxasê ku zora Golyat bibê re bizewicîne. Lê tu kes ewqasî cegerdar û wêrek nebûye ku derkeve pêşberî Golyat.
Ji Şawûl re hat gotin ku Dawidê li çengê diwe li artêşgehê ye. Şawûl şand pey Dawid ku were.
Dawid got, "Bihêle ez bi Filîstî re şer bikim."
Padîşah wisa bersiv da: "Tu qet li tiştekî wisa nefikrî! Golyat şervanekî xurt û xwedî tecrîbe ye û tu gelekî ciwan î."
Dawid bi xwe bawer got: "Lê dema ku berx ji keriyê min direvandin min şêr û hirç dikuştin. Wê demê Xweda alîkariya min dikir. Xweda wê di şer û têkbirina filîstî de jî bi min re bibe alîkar."
Şawûl got: "Ez bi rastî jî ji ber baweriya te matmayî mam. Ji xeynî te tu kes naxwaze bi Goliyat re şer bike. Zirxê min li xwe bike, rahêje şûr û here! Bila Xweda bi te re be!"
Dawid zirxê Şawûl ceriband ku li xwe bike lê ew jê re pir giran bû. Ew bi zehmetî dimeşiya. Ji ber vê yekê wî zirx ji xwe kir. Dawid rahişt qewsikê xwe, pênc kevir û darê xwe. Ew nêzî yê filîstî bû.
Goliyat dema dît ku ciwanek bi qewsikê xwe nêzî wî dibe gelekî keniya. Wî got, "Tu niha bi rastî jî dixwazî derkevî pêşberî min şer bikî?"
Dawid qîriya got, "Tu bi şûr û mertal derdikevî pêşberî min lê ez bi navê Xweda, li ser navê Arteşên Îsraîl ên Xweda derdikevim pêşberî te."
Wî kevirek bi qewsikê xwe avêt û li filîstî xist. Kevir di eniya dêw de çikiya. Lê helmeta(mîxfera) wî nikarîbû wî biparêze. Goliyat ket erdê pîj bû. Dawid bi lez çû cemê şûrê xwe kişand û yê filîstî kuşt.
Serfiraziya Dawid a li hember Golyat kir ku îsraêlî cegerdar bibin. Wan bi awayekî bê tirs filîstî derxistin derveyî welêt.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsŞawûl bi çi Dawid çekdar kir?
Golyat henekê xwe bi Dawid kir. Wî jê re çi got?
Dawid çawa zora golyat bir?