
Şivanê Ciwan
Pirtûka Pîroz, Samûêlê Yekemîn, Beş 16.
Xweda wisa got: "Ji ber ku min red kir ku Şawûl bibe padîşahê Îsraîlê ma heta kengî tu yê bihezinî? Tu qiloçê zeytê bi rûn dagire û derkeve ser rê. Ez ê te bişînim mala Yêşayê beytlehemî. Ji ber ku min yek ji kurên wî weke padîşah kifş kir."
Beytlehem gundekî biçûk bû. Ji bo rêwî û geştiyaran ne cihekî balkêş bû. Lêbelê ev der cihê ku Xweda Samûel ew şandibûyê. Ew diçû serdana malbateke li wir. Yek ji kurên malbatê wê di dahatûyê de bibûya padîşahê Îsraîlê. Serokê malbatê Yêşayê şanaz bû ku mazûvaniya Samûêl li mala xwe bike û wî ew vexwend şîvê. Jixwe sifre hatibû raxistin û Yêşay kurên xwe bi Samûêl dan naskirin.
Yêşay bi şanazî got, "Ev kurê min î mezin e."
Samûêl wisa fikirî: "Ji niha ve ew weke padîşahekî esîl xuya dike.
Bejndirêj û qeşeng. Şawûlê ku min ew weke padîşah rûn(mesh) kiribû jî wisa bû."
Di wê kêliyê de Samûêl dengê Xweda bihîst ku wisa digot:
"Tu li bejnûbala wî nenihêre. Mirov li bejnûbalê Xweda li dil dinehêre. Ew ê nebe padîşah."
Yêşay li pey hev heft kurên xwe pê dan naskirin. Lê di her carê de Xweda wisa digot, "Ev ne yê ku min kifş kiriye."
Yêşay wisa got, "De ka em herin tiştinan bixwin û ber bi sifreyê ve qedimîn
Samûêl pirsî, "Yêşay ma hemû kurên te li vir in?
Yêşay wisa got, "Kurekî min î herî biçûk heye. Ew li nav zeviyê miyan diçêrîne."
Samûêl got, "Wî bîne vir."
Piştî bi kêliyekê Dawidê biçûk anîn pêşberî Samûêl. Ew gelekî qeşeng bû û çavine wî yên gelekî xweşik hebûn.
Xweda ji Samûêl re wisa got:
"Rabe tu wî rûn bike. Kesê ku min kifş kiriye ev e."
Samûêl rahişt qiloçê zeytê û li eniya kurik da û wisa got:
"Ez te li ser navê Xweda ji bo gelê îsraîlê weke padîşah rûn dikim. Xweda te pîroz bike!"
Di wê kêliyê de Giyanê Xweda daket ser Dawid.
Ji ecêbmayînê devê Yêşay û kurên wî li hev geriyan. Herwiha Dawid bi xwe jî fêm nekiribû ku wê rojê çi bi serê wî hatiye.
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsXweda ji Samûêl xwest ku çi bike?
Çend kurên Yêşay hebûn?
Kî bû padîşahê meshkirî?
Samûêl kî mesh kir?