Selika Ji Hesîrê

Selika Ji Hesîrê

Pirtûka Pîroz, Derketin, Beş 1, 2.

Firewn ferman da hemû gelê xwe: "Bila her zarokekî kur ê îbranî yê nû ji dayik bûye biavêjin Çemê Nîlê û lê keç sax bên hiştin."

Demeke dirêj di ser barkirina Aqûp û kurên wî yên Misra ku Ûsiv lê dijiya re bihûrî. Ew êdî ne malbateke biçûk bûn. Ew bûbûn neteweyekî mezin ê îsraîlê. Demeke dirêj derbas bûbû ku misriyan Ûsiv û alîkariya wî ji bîr kiribûn. Firewn guherî û firewnekî nû text bi dest xist. Gelê Misrê ji ber biyaniyên li welatê xwe di nava metirsiyê de bûn û ji loma li ser vê her difikirîn ku çi bikin. Ji ber vê yekê fîrewnê nû îsraîlî kirin kole û jiyana wan zor û zehmet kir ku ew bi rengekî bêwate dixebitîn. Bi wan bi darê zorê kerpîçên heriyê, xerc û hesîr didan çêkirin. Firewn xebatkerê berpirs erkdar kirin û îsraîliyan di karên zehmet de bixebitînin. Wexta wan kerpîç şaş lê dikirin ew bi awayekî zalimane dihatin cezakirin. Bi awayekî xedar têra wan li wan dixistin.

Her çiqasî misriyan hewl dan gelê Îsraîlê biçûk bixînin jî lê îsraîlî her sal di pirbûn û xurtbûna xwe de her berdewam kirin. Ji ber vê yekê Firewn serî li plan û rêbazeke din a şeytanî da. Diviyabû her zarokekî kur ê îsraîlî piştî jidayîkbûnê yekser bihata kuştin.

Demekê kurekî jineke îbranî ya oldar hebû. Jinê dizanîbû ku tenê Xweda dikare kurê wê rizgar bike û bi awayekî biryardarî dua ji Xweda re dikir. Wê demeke dirêj pitika xwe ji ber misriyan veşart. Lê dema ku pitik bû sê mehî wê fêhm kir ku êdî nikare veşêre.

Xwişka kurik Miryamê alîkariya dayika xwe kir. Wan pitik xistin selikeke ji hesîrê. Av derbasî nava selikê nedibû ji ber ku ew bi qetran û ziftê hatibû seyandin. Ew daketin ber Çemê Nîlê û selik danîn nav ava çêm.

Wan selik danîn nav qamirgeha Çemê Nîlê. Selik li cihekî ewledar bû û herika avê nikarîbû wê li ber xwe bibe. Ji bo raçavkirina selikê Mîryamê xwe li cihekî nêz veşart. Wê di demeke kurt de dît ku hinek jin tên ber bi çêm ve. Jineke ciwan ku bi cil û bergên xweşik li xwe kiribûn li pêşiya wan bû. Ev xanima ciwan keça Firewn bû. Weke ku yên din jî xulamên wê bûn. Wisa xuya dikir ku keça Firewn wê di çem

da avjenî bikira. Cilên xwe ji xwe kirin û hêdî hêdî ket nava avê. Selika birayê Mîriyamê nêzî wê bû. Dotmîr her û her nêzîkî selikê dibû. Bi dîtina vê re, dilê Mîryamê zêdetir lê xist. Dotmîr di dawîya dawî de sekinî.

Wê bi dengekî bilind got, "Ev çi ye?"

Wê ferman li xizmetkar kir ku selikê ji avê derxîne û nixama li serê veke.

Dotmîrê ji kesên li cem xwe re wisa got: "Hebe nebe ev zarokekî îbranî ye. Xuyaye dayika pitikê xwestiye wî ji ber leşkerên bavê min veşêre."

Kesên li cemê wisa gotin: "Ka îca em ê niha çi bikin?"

Dotmîrê got, "Ez naxwazim ev zarok bimire."

Mîryamê bi awayekî baldar nêzîk bû û keça Firewn ew dît.

Wê jê pirsî, "Tu ji ku hatiyî?"

Mîryamê bi lalokeyî wisa got:

"Ma ez? Ez ji xwe re li van deran digeriyam. Ez herim li dayîkake

bo şîr bigerim?"

Keça Firewn ev qebûl kir. Mîryam jî bi bezê çû malê. Bêhn lê çikiyayî wê her tişt ji dayika xwe re got.

Dayîka wê bi dilekî xweş got, "Xweda duayên me qebilandin."

Ew bi lez ber bi çêm ve beziyan.

Dotmîrê wisa got:"Vî zarokî bibin malê û ji bo min baş lê miqate bin. Heqê wê çi be ez ê bidim. Dema ku zarok mezin bû, divê tu wî bînî cem min. Ez ê wî weke ewlad qebûl bikim."

Dayika kurik pir kêfxweş bû. Bêyî axaftinê tenê wê dikarîbû serê xwe bihejîne. Keça Firewn zarok maç kir û got: "Bi xatirê te kurê min!" û ew li erebeya xwe siwar hat û çû.

Dayika pitikê û Mîryam jî pitik maç kirin û gotin,

"Tu bi xêr hatî malê"

Lawik çend salan bi malbata xwe re ma. Ew hîn bû ku ji Xweda hez bike û ji Wî re dua bike. Dema mezin bû, dayika wî ew bir qesra Firewn. Dotmîrê navê Mûsa li wî kir. Ji bo ku perwerdeyeke baş werbigire û weke pismîrekî mezin bibe ew gelekî pê re eleqedar bû. Mûsa heta ku ji destê wî hat çû serdana dê û bavê xwe û xwişka xwe Mîryam û birayê xwe Harûn. Lê wextê ji qesrê derdiket û tiştên li gundên îsraîliyan didîtin pir aciz dibû.

Ew wisa difikirî: "Îsraîlî di nava xizaniyê de dijîn lê rewşa gelê Misrê baş e. Ew ne tiştekî dadmendane ye. Gelê Îsraêlê ji sibehê heta nîvê şevê dixebitin û debara xwe bi kotekî bi awayekî nanoziko dikirin. Û bi ser de jî ew ne azad bûn."

Rojekê Mûsa yekî îbranî dît ku barekî giran hilgirtiye ser milê xwe. Yekî misrî li cemê di destê wî de qamçî hebû. Ji nişka ve îbranî ket erdê. Misrî ji bo ku wî rake dest bi lêxistina qamçiyan kir. Mûsa xwe ranegirt. Wî nikarîbû ji zilm û bêedaletiyeke bi vî rengî re bêdeng bimîne. Wî li derdora xwe nihêrî û dema ku dît kes nîne ew ber bi wan ve revî û mêrikê misrî kuşt. Dema ku wî li yê misrî nihêrî dît ku wî ew kuştiye.

Roja din Mûsa dît ku du îbranî şer dikin. Ber bi zilamê xelet ve meşiya û got: "Ji kerema xwe re wî berde! Tu çima li birayê xwe didî?" Û wî got, "Te çi jê ye! Weke ku te duh ê misrî kuşt, tu dixwazî min jî bikujî?

Ji tirsan madê Mûsa qulibî. Ew wisa fikirî: "Çawa ev mesele ev qasî zû derket holê? Heke Firewn bibihîse ku min misriyek kuştiye, ew ê min bi mirinê ceza bike. A baş ez birevim!"

Mûsa tu carî venegeriya qesrê. Piştî ku Firewn bihîst ku wî yek kuştiye bi rastî jî xwest ku Mûsa bikuje û ferman da ku ew bê girtin. Mûsa tirsiyabû, aciz û xemgîn bûbû. Ji neçarî wî xwe ji ber şopgeran veşart. Ew ji Misirê dûr ket. Di dawiyê de hat ser xaka Mîdyanê. Ev der cihekî bi kevir û lat û bi qûmê hatibû rapêçandin. Li her deverî lat û kevir hebûn. Wexta Mûsa bîrek dît kêfxweş bû. Çawa ku wî xwes tîbûna xwe bişkîne dît ku çend keçên ciwan nêzî bîrê bûne ku pez û miyên xwe bi av bikin. Mûsa alîkarî da wan. Keçan jî ji bo kêfxweşiya xwe bînin ziman ew vexwendin şîvê.

Ev heft keçên ciwan keçên zilamekî bi navê Reûêl bûn.

Kurê Reûêl nebûn. Ji ber vê yekê pêwistî bi ciwanekî xurt hebû. Mûsa jî cihekî ku biçe yan jî lê bimîne tune bû. Reûêl pêşnîyar kir ku ew li mala wî bimîne. Mûsa ev pêşniyar qebûl kir. Mûsa ji dêvla ku li qesra Firewn a di nava xweşiyê de bimîne ew li Mîdyana binê kon de ma.

Piştî demekê ew bi keça Reûêl bi Sîpporayê re zewicî û kurekî wan çêbû. Mûsa pezê xezûrê xwe xwedî kir û hêdî hêdî Misir ji bîr kir. Êdî wî dev ji fikirîna gelê xwe û dev ji mirovên neteweya xwe berda.

Lê Xweda îsraîlî ji bîr nekirin. Wî dît ku ew êşê dikişînin û Wî

duayên wan bihîstin û biryar da ku alîkariyê bi wan re bike. Ji loma jî

Wî gazî Mûsa kir.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Çima Firewn îsraîlî zêde dixebitandin?

  2. Ji bo tunekirina îsraîliyan plansaziya Firewn çi bû?

  3. Dayîka Mûsa çi pê kir?

  4. Gava Mûsa li mala dê û bavê xwe bû çî fêrî wî dikirin?

18. Selika Ji Hesîrê00:00 / 09:54