Mana û Lat

Mana û Lat

Pirtûka Pîroz, Derketin, Beşên 16; 17:1-7

Li çolê hemûyan ji Mûsa û Harûn gilî û gazinan xwe dikirin: "We em anîne vê çolê ku em hemû mirov ji birçîbûnê bimirin." Xweda ji Mûsa re wisa got, "Ez ê ji ezman nan bi ser we de bibarînim."

Îsraîlî li çolê meşiyan. Wexta wan kaniyên avê dîtin sekinîn têhna xwe û sewalên xwe şikenandin. Li bin siya darên xurmeyan vehesiyan. Piştrê wan meşa xwe ber bi Çola Sînê ve berdewam kirin. Dema ew ji Misrê derketibûn, nan bi xwe re anîbûn lêbelê ew nan ji zû ve qediyabû. Îca niha wan ê niha çi bixwara? Îsraîlî neçar man

ku xwarinê ji Xweda bixwazin. Xweda ji wan hez dikir û nedixwest ew ji nêza bimirin. Lêbelê ji ber ku ew hê fêr nebûbûn ku baweriya xwe bi Xweda bînin dibû himehima wan. Ew çûn cem Mûsa û Harûn wisa gotine wan:

"Xwezî Xweda hê gava em li welatê Misrê bûn em bikuşta! Qet nebe em li ser stîlên goşt rûdiniştin û me têra xwe dixwar. Lêbelê hûn, ji bo tevahiya civakê ji nêza bikujin we em anîne beriyê."

Ma ew li pêşberî Xweda û Mûsa çiqasî nankor bûn! Lêbelê Xwedayê dilovan û bi sebr ji Mûsa re wisa got:

"Min gotinên gelê xwe bihîstin. Ez ê xwarinê ji wan ra bişînim." Sibeha din dema îsraîlî ji konên xwe derketin dîtin ku erd mişt spî ye. Mûsa ji wan re got:

"Vaye nanê ku Xweda ji ezmanan ji we re şandiye. Berhev bikin û bibin nava konên xwe."

Îsraîliyan dest bi berhevkirina vî nanê ezmanî (man) kirin, her kesî têra xwe berhev kir. Xweda serê sibehê zû nan şandibû. Ji ber ku li ber tavê diheliya diviyabû mirovan bi lezgînî ev nan berhev bikira.

Mûsa wisa ji wan re got:

"Zêde nan berhev nekin, bila her kes bi qasî xwarina xwe kom bike, ji bo ku Xweda wê her roj nan ji we re bişîne."

Lê hinekan ji wan bi gotina Mûsa nekirin û ji bo sibeheke din nan berhev kirin. Wan dixwest ku ji vî nanî sibeha din bixwin. Lêbelê ji ber ku nanê zêde berhev kiribûn kurm pê ketibû neçar man vî nanî biavêjin.

Piştî demeke kurt ava gelê îsraîlî xilas bû. Li çolê çem, gol û bîr tune bû. Gelo Xweda wê bihişta ku ew ji têhna bimirin?

Helbet na.

Lê ji dêvla ku îsraîlî ji Xweda alîkariyê bixwazin ew çûn bi ser Mûsa de hilbûn. "Te çima em ji Misrê derxistin? Ji bo kuştina me ya ji têhna ya li çolê ya zarok û sewalên me?"

Îsraîlî ew qasî hêrs bûbûn ku wextî Mûsa dabûne ber keviran. Mûsa dîsa dengê xwe gihand Xweda.

Ew li ber Xweda geriya û got, "Ez çi bi vî gelî bikim?"

Xweda ji Mûsa re wisa got:

Rahêje darê xwe û derkeve çiyê. Çend pêşengên îsraêlî jî bi xwe re bibe. Gava tu hatî ber latê darê xwe li latê bixîne. Ew ê ji latê av bipijiqe.

Mûsa li latê xist û ava zelal û paqij pijiqî. Çêja wê ji bo mirovên têhn çi qas xweş bû! Devê her kesî ziwa bûbû û lêvên wan qemirîbûn, lê niha ew dikarîbûn avê vexwin, alavên xwe yên avê tijî bikin û avê bidin ajalên xwe.

Bûbû himehima gelê îsraêlî û baweriya xwe bi Xweda neanîbûn, lêbelê di dema ku wan li çolê derbaskiribû de Xweda tu carî ew bi tenê nehiştinbûn.

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Çol tiştekî çawa bû?

  2. Gava îsraîlî birçî bûn çi kirin?

  3. Xweda çilo ew têr kirin?

  4. Nanê ku ji bo rojeke din zêde hatibû berhev kirin çima xera bû?

  5. Gava ava îsraîliyan qediya çi kirin?, Xweda çawa av ji wan re dabîn kir?

21. Mana û Lat00:00 / 04:34