
Derbaskirina Deryaya Sor
Pirtûka Pîroz, Derketin, Beşên 13:20-22, 14; 15:1, 22
Mûsa wisa ji gel re got: "Netirsin! Li cihê xwe bisekinin, bibînin ku Xweda wê çawa we rizgar bike. Misriyên ku hûn ê îro bibînin tu carî din nebînin. Xweda wê di ber we de şer bike, hûn aram bin bes e."
Firewn gava dît ku îsraêlî ji Misrê derdikevin, ew poşman bû ku destûra wan daye.
Wî ji leşkerên xwe re wisa ferman da: "Divê em li wan bişopînin û bigirin! Em ê wan vegerînin û cezayê giran li wan bibirin."
Misiriyan bi erebokên du tekerî û tîravêjan re dan ser pişta wan û ew şopadin.
Gelê îsraîlê ber bi Welatê Sozdayî ve bi rê ket. Xweda bi xwe rê nîşanî wan da. Xweda di nava rojê de weke stûnê ji ewran û bi şev jî weke stûna êgir ronahî da û rê nîşanî wan kir. Bi şev stûna ji êgir û bi ro jî stûna ji ewrê ji cem gel kêm nebû. Wexta stûna ewran dadiket Mûsa ji gel re digot ku divê em vehisin. Lê gava ewr dest bi livandinê dikir îsraîlî dîsa diketin ser rê.
Bi vî awayî ew gihîştin Deryaya Sor û li qiraxa deryayê kon vedan. Berî ku ew konên xwe vedin wan dengên simên hespan bihîstin ku nêzî wan dibin. Îsraîliyan dît ku Firewn ji aliyê Misrê ve nêzîkî wan dibe. Wekî din li gel Firewn hejmareke mezin a leşker, hesp û erebeyan hatibûn ku wan vegerînin Misirê.
Îsraîlî di nava tirsê de li erebeyan dinehîrin ku nêzî wan dibûn. Wan ê çi bikira? Li ber wan derya hebû û li pişt wan Firewn û artêşa wî hebû. Gelê Îsraîlê bi rastî jî ew qas tirsiya ku wan Mûsa wisa sûcdar kir: Te çima em anîn çolê ku bimirin? Ji bo me xizmeta misriyan ji mirina çolterê çêtir e ji bo me!"
Bi axaftina wisa wan nankorî kiribû lê dîsa jî Mûsa ew aram kirin.
Wî wisa got:
"Netirsin! Hûn ê îro bibînin ku Xweda çi qasî hêzdar û xurt e! Xweda wê di ber we de şer bike, hûn aram bin bes e!"
Tiştekî ecêb qewimî! Stûna ewran a li pêşberî wan guherî û hat pişt wan û di navbera artêşa Misrê û îsraîliyan de sekinî. Bi şev ewr aliyek tarî dikir û aliyê din jî ronî dikir. Ji nişka ve misriyan dît ku li pêşberî wan dîwarekî stûr heye. Serê wan bi giştî têkilhev bû. Firewn ferman da wan ku heya ewr belav bibe rawestin.
Ewr aliyê misriyan tarî dikir lê aliyê din ê rêya gelê îsraîlê ronî dikir. Îsraîlî hinekî din cegerdartir bûn. Îca niha divê wan çi bikira? Her kes mişt bi hêvî li Mûsa nihêrîn. Xweda ji Mûsa re wisa got:
"Darê xwe bilind bike û destê xwe dirêjî deryayê bike ji bo ku îsraîlî li ser erda ziwa bimeşin û di nava deryayê re derbas bibin."
Mûsa li ber deryayê sekinî û destê xwe dirêjî wê kir. Kef bi deryayê ket, ba leza xwe zêdetir kir dijwartir dest bi gurînê kir. Ba ew qasî xurt bû ku ava deryayê bi paş ve dehf dida. Di nava deryayê de xetek ji erda hişk ava xuya bû. Avê li çep û rastê mirovan dîwarek ava kir. Xweda nîşaneyek kiribû! Îsraîlî cegerdartir bûn. Hemû malbatan da ser pişta Mûsa. Mûsa bi meşa li ser deryaya şil ew bi rê ve birin.
Gava ku ewr hêdî hêdî ji ber misriyan rabû wan hespên xwe ajotin. Dema ku dîtin rê ber bi deryayê ve diçe ew jî bi pêş ve çûn. Piştî demekê tekerên erebeyan di nav qûma şil de asê man, lê Firewn bi hêrsdarî artêşa xwe ber bi pêş ve ajot. Di vê navberê de hemû îsraîlî derbasî aliyê dinê deryayê bûbûn. Mûsa berê xwe da deryayê û darê xwe daxist. Ba ji nişka ve temirî û av herikî. Îsraîlî rawestiyan û li deryayê nihêrîn û lê tu şopa misriyan xuya nedikir. Tenê çend parçeyên erebeyên hespan li ser avê xuya kirin.
Hemû îsraîlî bi Mûsa re dilşa bûn û stranên serkeftinê strandin. Xweda hêz û rûmeta min e. Wî ez rizgar kirim. Ew Xwedayê me ye û ez ê pesnê Wî bidim!"
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsÇima misiriyan da ser pişta îsraîliyan?
Xweda çawa ew dan rawestandin?
Xweda çawa derya kir du parçe?