Deviya Şewitî û Armanca Mezin

Deviya Şewitî û Armanca Mezin

Pirtûka Pîroz, Derketin, Beşên 3-12.

Xweda wisa got: "Min tengasiya gelê xwe yê li Misrê ji nêz ve dît û min hawara wan bihîst... Ez bi êşa wan dizanim. Loma ez hatim wan ji destên misiriyan rizgar bikim. Ez hatim wan ji wî welatî derînim û ez ê wan bibim axên berdar ku ji çiyayan şîr û hunguvîn diherike..."

Rojekê Mûsa pezê xwe li Çiyayê Sînayê diçêrand. Ji nişka ve tiştekî ne asayî ferq kir. Ji ber deviyekê agir bilind dibûn. "Çi tiştekî ecêb e! Agir bi devî ketiye lê naqede!" Mûsa bi awayekî şaşwaz xwest ku xwe nêzî deviyê bike. Lê di wê kêliyê de bihîst ku dengek jê re wisa dibêje:

Mûsa! Mûsa! Ez Xwedayê ku bi Brahîm, Îshaq û Aqûb re axivîme. Min êşa îsraîliyan dît û qêrînên wan bihîstin. Min biryar da ku wan ji koletiyê rizgar bikim û bibim axa Kenanê ku şîr û hingiv lê diherike. Binihêre, ez ê te bişînim cem Firewn da ku gelê min ji Misrê derkeve. Tu netirse, ez ê her dem bi te re bim, ez ê alîkariya te bikim.

Mûsa ev bersiv da: "Tu yê min bişînî? Lêbelê Xwedayê min heke ez biçim cem gelê xwe û ez ji wan re wisa bibêjim, 'Xwedayê bavê we ez şandim cem we.' 'Wî wextî ew ê bipirsin, 'Navê Wî çi ye?' "

Ji deviya dişewitî ev bersiv hat: "Ez im. Ez Xwedayê yekta me, Xwedayê Brahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb im."

Mûsa got, "Baş e lê, ez qet nikarim xweş biaxivim. Ez mirovekî bi zimanekî giran û hişk im. Ji ber vê yekê îsraîlî û bi taybetî Fîrewn jî wê li min guhdarî nekin."

Xweda wisa got, "Ma min mirov neafirandine?" Ma min ew fêrî axaftinê nekirine? Wî wextî ez dikarim bi hêsanî te bidim peyivandin, ez dikarim bikim ku peyvên pêwîst ji devê te derkevin."

Lê Mûsa her li ber xwe da.

Wî got, "Ji kerema xwe yekî din bişîne!"

Xweda bi hêrs bû û wisa got:

"Na Mûsa! Tu yê biçî! Heke tu ditirsî ku biaxivî, birayê xwe Harûn bi xwe re bibe. Ew dikare ji te çêtir biaxive. Lê ez we dişînim ji bo ku hûn gelê Îsraîl ji koletiyê rizgar bikin!"

Îca bi vî awayî Mûsa vegeriya Misrê. Tişta ku Xweda jê re ferman dikir, wî yê bikira. Mûsa û Harûn hewl dan Firewn qane bikin ku dev ji israîliyan berde, lê Firewn ev red kir. Di vê navberê de, îsraîlî zêdetir hatin xebitandin û cezayê wan girantir kirin. Xweda deh bela şandin ser Firewn û axa Misrê, tevî karesat, kêzik û nexweşiyan. Lê Firewn qebûl nekir ku gel bişîne Welatê Sozdayî.

Bi rêya Mûsa, Xweda ev ferman dan: "Divê her malbat beranekî bêqisûr ê yek salî ji Cejna Derbasbûnê re bike qurban û serjê bike. Wateya Cejna Derbasbûnê 'xwe di serê re avêtin e' an jî 'derbaskirin e.' Divê ew xwîna pez bixin teştekê û êvarî di ser û kêlekên deriyan de birijînin." Ferîşteyê Xweda di Misirê re derbas bû û hemû zarokên nû ji dayik re çêbûne kuştin. Ferîşte di ser malên ku dewsa xwînê li ser derî heyî re qevizand.

Bavan wisa got: "Berî ku em xwarinê bixwin çend tiştên ku divê em bikin hene. Her yek ji we divê cilûbergên xwe li xwe bike weke ku hûn diçin rêyeke dirêj. Divê darê te di destê te de be. Divê em zû goşt bixwin. Îro Cejna Derbasbûna ya Xweda ye. Xweda ferman daye me ku em vê rojê bi bîr bînin û nifş bi nifş pîroz bikin."

Malbat hemû li ser sifreyê kom bûn. Weke xwarin, goşt û giyayên tehl li nav hev xistî qelandibûn. Zarokan ji tehmê hez nekir, lê bavê wan ev rewş ji wan re wisa rave kir:

"Koledariya me ya giran a li Misrê bi qasî van giyayan tehl bû." Wê êvarê nanê ku dixwarin jî cuda bû.

Dayikan wisa got: "Nan bê hevîrtirş bû! Li gorî fermana Mûsa me nanê bê hevîrtirş çêdikir. Nanê bê hevîrtirş nîşan dide ku em amade ne ji vê derê derkevin. Ji ber ku di dema rêwitiyê de wext nebû ku em nanê bi hevîrtirş çêbikin."

Di dawiyê de malbat di xew re çûn. Roja din serê sibehê îsraîlî li cem malên xwe rawestiyabûn. Gelo ev roja mezin bû ku demeka dirêj ew li bendê bûn?

Pêyamberekî îsraîlî li ser pişta hesp hat û daxuyaniyek da. Ji dûr ve wî wisa got: "Her tişt wek ku Xweda gotiye pêk hat! Îşev her malbateke misrî ji ber mirina kurê xwe yê yekemîn êş kişand. Kurê Firewn jî mir. Firewn nikaribû rê li ber fermana Xweda bigire. Xweda nîşan da ku ew ê destûrê nede vê yekê."

Gel pirsî, "Îca niha divê em çi bikin?"

Peyamber wisa got: "Êdî ji zû ve ye we xwe ji çûnê re amade kiriye. Alavên xwe bi xwe re bibin cihê civînê."

Mirov çûn mal alavên xwe yên amade bi xwe re anîn. Bavan destê kurên xwe yên mezin girtin. Xwîna li ser û kêlekên derî nîşan kirin û wisa gotin :

"Ev xwîn nîşan dide ku îsraîlî li vir jiyane. Kurê min, vê xwînê tu ji xezeba Xweda rizgar kirî!"

Cejna Derbasbûnê wisa derket holê. Îro roja ku Xweda gelê xwe ji Misrê derxistiye.

Firewn ji Mûsa û Harûn re wisa got: "Rabin! Hûn û îsraîlî ji nava gelê min derkevin û herin!"

Misiriyan israr kirin ku ew yekser welêt biterikînin.

Heta ku Xweda ew derxistin, îsraîlî bi giştî ev 430 sal bû li Misrê dijiyan. Li cem jin û zarokan nêzî şeş milyon mêr hebûn.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Gava Mûsa li çolterê çi dît şaşwaz û ecêb ma?

  2. Xweda çi ferman li Mûsa kirin?

  3. Piştî belaya pêncemîn Firewn destûra gelê îsraêlê da?

  4. Cejna Derbasbûnê tê çi wateyê?

19. Deviya Şewitî û Armanca Mezin00:00 / 07:17