
Ûsiv Tê Cem Birayên Xwe
Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beşên 42, 43, 44.
Ûsiv rêveberê welêt bû, her kes dihat jê genim dikirî. Birayên wî hatin xwe avêtine lingên wî.
Di nav heft salên dawî de berdariya gelê Misrê bi adanî bû. Lê piştî heft salan xelayê dest pê kir. Li her derê Misrê xela giran bû û gel çû cem Firewn û xwarin jê xwest. Gel wisa got, "Tiştekî me tune ye ku em bixwin! Em birçî ne."
Û Firewn jî ji wan re wisa got: "Hûn herine cem Ûsiv, ew ê alîkarîya we bike."
Xelkê Misrê çûn cem Ûsiv û wî jî dest bi firotina genimê di ambaran de kir. Ji hemû welatên cîran mirov ji bo kirîna genim hatin Misrê. Ji bo ku heqê zad bidin wan bi kîsan zîv bi xwe re anîn. Ûsiv pere qebûl kirin û di berdêla wê de jî kîsên wan bi genim tije dikir. Di ambarên Misrê de genimekî ew qas zêde hebû ku Ûsiv
dikarîbû bifiroşe hemû mirovên ku pêwistiya wan pê hebû.
Di wê demê de li welatê Kenanê ku Aqûb û malbata xwe lê dijiyan jî xela bû. Wexta Aqûb bihîst ku li Misrê zad heye kurên xwe şandin wir. Piştî rêwîtiyeke dirêj û westiyayî xwe gihandin qesra Firewn. Li wê derê ew derxistin pêşberî mirovekî gelekî taybet.
Ev zilam hem hîseke metirsîdar û hem jî ya hurmetdayînê di dilê mirovan de çêdikir. Cilên wî çiqas xweşik bûn! Rubenê birayê wan ê herî mezin wisa fikirî: "Hebe nebe ev mirov hikumdarê Firewn e, yanî mirovê duyemîn ê herî otorîter ê hemû Misrê ye." Ruben fehm nekir ku ew birayê wî Ûsiv e û ew nas nekir. Birayan li ber wî bi rêzdarî bejna xwe tewandin.
"Ji kerema xwe, ezbenî, genim bifiroşe me! Heqê wê çi be em ê berdêla wê gelekî zêdetir bidin!"
Lê Ûsiv birayên xwe nas kiribû. Ji bo kêliyekê dudilî ma, lê piştre wisa fikirî: "Ka ez binêrim ka gelo dilê birayên min guheriye yan na? Gelo xerabiya wan tê bîra wan?" Gelo ji ber kirinên xwe poşman in an na?" Wî bi awayekî tund ji wan re wisa got:
"Hebe nebe hûn sîxûr in! Hûn hatine ku bi cihên qels ên welêt bizanibin û êrîşî me bikin!"
Birayan xwe avêtine erdê ber lingên wî û di nava bêçarebûnê de hewl dan wisa xwe biparêzin, "Na, na!"
Di wê kêlîkê de xewna ku berî niha dîtibû hat bîra Ûsiv. Simbilên birayên wî li ber ên ku wî çandine serê xwe ditewandin.
Ruben bi wêrekî wisa got:
"Em zarokên heman bavî ne. Em duwazdeh bira ne. Yê herî biçûk li cem bavê me ma û yek ji wan wenda bû."
Ûsiv got, "Baş e, lê ma ez ê çawa bizanibim ku hûn bi rastî an bi derwînî dipeyivin." Ez ê yekî ji we desteser bikim. Bila yên mayî biçin genim ji malbata xwe re bibin û birayê xwe yê herî biçûk bînin cem min. Heke hûn wî bînin hûn ê bikarin zêdetir xwarinê ji xwe re bikirin û bibin. Lê heke hûn li min venegerin wî çaxî ez ê bizanibim ku hûn derewan dikin û hûn sîxur in."
Bi vî awayî wan gelek kîsên genim ji xwe re kirîn û bi rê ketin û Şîmûnê birayên wan li Misrê ma.
Dema ku bira hatin cem bavê xwe tiştên ku hatine serê wan ji bavê xwe re vegotin. Aqûb nexwest kurê xwe yê biçûk Binyamîn bişîne, ji ber ku ew ditirsiya ku weke Ûsiv ew wenda bibe.
Piştî çend mehan, dema ku qût û xwarina wan xilas bû, Aqûb qebûl kir ku Binyamîn bi birayên xwe re bişîne. Cihûda soz da ku ew ê hay ji Binyamîn hebe û bi silametî vegerîne.
Ew hatin bajarê mezin ê Misrê û berê wan dan mala yê serwer. Vê yekê hişt ku bira bitirsin. Lê ji bo wan tişta herî ecêb ew bû ku ew anîn hêwaneke mezin ku lê sifreyeke ziyafetê hatibû raxistin. Gelo çima serwer ew vexwendibûn şîvê? Hemû li gorî temenê xwe bi rêzê rûniştin. Baş e lê ma misiriyan çawa temenê wan diyar kiribû? Di dema ziyafetê de hikumdar bi rêya navbeynkar(wergêr) bi wan re diaxivî, ji ber ku wî dixwest bêhtir malbata wan nas bike.
Sibeha din karwan amadekariya vegerê kir. Şîmûn bira li hev civandin. Kîs û barên wan bi genim dagirtî bû. Bavê wan ev bidîta wê pir bextewar bibûya!
Berî ku ew zêde ji bajêr dûr bikevin komek siwariyên bi çek ji pişt ve gihîştin wan û rêya wan birîn.
Serkeşên wan bi dengekî bilind wisa got, "We çima tiştekî ku aîdê hikumdarê me ye biriye? Wî hûn vexwendin xwarinê le we zerika wî ya zivîn dizî."
Rûben bi hewldana parastina birayên xwe wisa got: "Lê ezbenî, em qet tiştekî nadizin! Li tûr û kîsên me bigerin! Heke hûn zerikê bibînin, em ê hemû bibin xulamê hikumdarê te. Û wekî din zerik bi kî ji me re derkeve bila bê kuştin."
Dema ku wan kîs vekirin, zerik ji kîsê Binyamîn derket! Ma wan ji ku zanîbû Ûsiv wê zerikê têxîne tûrê Binyamîn? Ûsiv dîsa dixwest ku birayên xwe biceribîne.
Ew di nava tirsekê de vegeriyan qesra Firewn. Ûsiv ferman li Binyamîn kir ku li Misrê xulam bimîne. Cihûda bi cegerdarî wisa got:
"Ezbenî, ez ji cenabê te lava dikim! Min ji bavê xwe re soz da ku kurê wî yê herî biçûk lê vegerînim. Heke Binyamîn venegere, bavê min ji kerba wî wê bimire. Ez li ber te digerim ku tu wî bişînî û ji dêvla wî ve tu min bike kole û xulamê xwe."
Êdî Ûsiv xweş têgihîştibû. Sûcê ku birayên wî li dijî wî kiribûn ji wan re bûye ders. Ji dêvla ku berî niha kiribûn, li şûna ku birayê xwe weke xulam bifiroşin, niha ew bi xwe amade bûn ku bibin kole ku wî azad bikin. Êdî ew ne weke berê bûn, ji ber ku Xweda dilên wan guherandibû. Li ber awirên birayên xwe yên matmayî hêstir bi
çavên wî ketin.
Piştî ku ew hinekî aram bû wî ji wan re wisa got:
"Ez birayê we Ûsiv im!"
Bi derbekê re yazdeh bira şaş û metel û şilayî man. Weke ku berî niha tu carî ew nedîtibûn. Ev zilamê hêzdar ku serwerî li hemû Misrê dikir Ûsiv bû. Ûsivê ku jê didexisîn ku çima bavê wan zêdetir jê hez dikir. Ûsivê ku ew wek kole firotibûn.
Ûsiv wisa got: "Netirsin, ez ê vê li hemberî we bi kar neynim. Niha ez bi zelalî fehm dikim ku Xweda ez ji bo armancekê rêkirime Misrê. Armanca Wî ew bû ku we û kesên din ji birçîbûnê biparêze. Naxwe em ê ji ber vê karesatê bimiriyana. Di ser destpêkirina xelayê re du sal derbas bûn û ev wê pênc salên din jî bidome. Ji roja ku hûn hatin cem min ve, ez têgihîştim ku ev hemû planeksaziyeke Xweda ye."
Bira pir matmayî man. Birayên wî êdî gelekî hêzdartir bûn, "Êdî qet nêta wî tune bû ew bergîdana xerabiya wan a berê bide.
Ûsiv çengên xwe vekirin û wisa qîriya:
"Binyamîn! Tu min nas nakî? Ez birayê te Ûsiv im!"
Binyamîn ber bi wî ve baz da û wan hevdûn hembêz kirin û ji kêfan ew giriyan. Weke ku astengiyek ji ber wan hatibe rakirin. Li dû hev, birayan Ûsiv hembêz kirin. Wan bawer nedikir ku tiştên hatine serê wan rast bin. Ew yeko yeko bi Ûsiv re axivîn. Her yek ji wan gelek gotinên wan hebûn ku jê re bibêjin!
Gava Firewn serdana birayên Ûsiv bihîst, gazî Ûsiv kir û wisa jê re got:
i birayên xwe re bibêje ku bavê te û malbata xwe bînin Misrê. Heta ku xela biqede ew dikarin li vir bimînin. Ez ê hesp û erebeyan bidim wan ku malbata xwe ji Kenanê bînin. Ji ber ku ew ê alavên xwe li pey xwe bihêlin bila xeman nexwin. Ji ber ku ez ê hemû pêdiviyên wan dabîn bikim.
Ûsiv li ber Firewn bejna xwe tewand û spasîya wî kir.
"Ezbenî, tu gelek başiyê bi min dikî ez ê gotinên te bînim cih!" Roja din bira ketin ser rêya Kenanê. Wan ê Aqûb, malbata û sewalên xwe bianiya Misrê. Ûsiv oxira wan xêr kir. Binyamin wexta bi yên din re çû destê xwe li ba kir û Ûsiv li wan temaşe kir.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsXewna Ûsiv a li ser simbilê genim çawa pêk hat?
Gava di tûrikên wan de zerika zîvîn hat dîtin çima tirsiyan?
Çima Aqûb nexwest ku Binyamin bi birayên xwe re here Misrê?