BEŞ 1: PEYMANA KEVIN AFIRANDINA CÎHANÊ

BEŞ 1: PEYMANA KEVIN AFIRANDINA CÎHANÊ

Pitûka Pîroz, Destpêk, beşên 1, 2.

Di destpêkê de ji Xweda pê ve tu kes nebû. Her der reş û tarî bû. Xweda biryar da ku vê rewşê biguherîne, erd û ezman afirandin. Afirandin çêkirina tiştekî ji tunebûnê ye. Ji bilî Xweda tu kes nikare vê bike! Ji loma em Jê re Afirîner dibêjin. Pirtûka Pîroz ku ji aliyê Xweda ve li mirovan hatiye bexşandin behsa vê çîrokê dike. Roja Yekemîn Xweda got "Bila ronî çêbibe" û ronî çêbû. Piştre Wî ronî ji tariyê veqetand û ji roniyê re Roj û ji tariyê re jî Şev got. Ji vê kêliyê pê ve şev û roj li pey hevdûn tên. Roja duyemîn Xweda li ser avê qadeke bêserûber afirand. (Em îro jê re atmosfer dibêjin) û ji vê re got ezman. Wî hişt ku qismekî avê li erdê û qismekî din jî di ewran de bimîne. Piştre Xweda valahiya mayî bi hewaya ku em henase dikin dagirt. Roja sêyemîn li gorî peyva Xweda ji avê bejahî çêbû. Ava ku hemû kûrahiyan dadigire ji aliyê Xweda ve hat afirandin. Û Xweda ji qada ziwa re Bejahî û ji ava li hev kom dibe re Derya got. Xweda dît ku bejahî çiqasî hişk û qebîh e. Ji loma Wî got, "Bila li bejahiyê giya û devî û dar çêbibin." Û li bejahiyê

gelek rîwek derketin holê. Cîhan veguherî rewşeke rengîn û xweşik! Rîwekan tov dan û ji van tovan jî rîwekên nû şîn hatin. Piştre darên nû ku li ser şaxên wan fêkî hene çêbûn. Roja çaran Xweda got ku bila roj, heyv û stêrik çêbibin. Bi vî awayî

roj her serê sibehê hilat û êvarî jî çû ava. Wexta em bi şev radizin dibe tarî. Lê ji ber Xweda daxwaz kiriye bi şev heyv û stêrik dibirîqînin. Ji loma şev bi giştî ne tarî ye. Li ezman gelek stêrik hene û em nikarin wan bihejmêrin. Lê li gorî roj û heyvê

em dizanin ku di kîjan roj û meh û salê de ne. Xweda dem bi vî awayî afirandiye û Wî sazûmaniya her tiştî li gorî dilê xwe çêkiriye. Roja pêncan Xweda dest bi afirandina zindiyan kiriye. Wî got 'Bila di nava avê de afirîdeyên zindî hebin." Û wisa pêk hat. Xweda hûtên mezin ên di nava kûrahiyan de û masiyên biçûk û mezin ên di avê de weke brûskê dilivin afirand. Wî bi heta afirîdeyên herî biçûk ên zeryayê yeko yeko afirandin. Xweda gelek tiştên ku bi hejmartinê naqedin afirandin. Hewa bi jiyan û deng hat dagirtin. Xweda bi hezaran cureyên çivîkan afirandin. Û ev çivîk ji ser keskahiyên gelekî nûwaze ber bi ezmanê şîn ve firiyan. Ji bo ku ew vehesin û xwe xwedî bikin û li ser şaxên daran û li erdê veniştin. Xweda hemû ajal pîrozwer kirin û got, "Berhemdar bin û zêde bibin." Wî xwest hemû masî, ajal û çivîk zêde bibin. Û erd, asîman û av bi jiyanê tijî bûn û bi coş û peroş bûn. Ev roja pêncemîn bû. Bi vî awayî roja şeşan hat. Xweda kir ku zêdetir zindî di Cîhanê de tije bibin. Çêlek, hesp, beraz, piling, şêr, meymûn û gelek ajalên din. Her yek ji wan li cîhanê ji xwe re cihek dîtine. Mar û xijandekên din derketin holê. Tu ajal ji vanan ne dişibiyan hevdû, her yek ji yê din cuda bû. Bi vî awayî Xweda karê afirandinê kêm zêde qedandibû. Erd, ezman, roj, stêrk, masî, çûk, ajalên bejahî û ajalên zeryayê êdî hemû li wir bûn. Ma erd çiqas nûwaze bû! Lê Xweda hay jê hebû ku tiştek kêm e. Wî got, 'Ez dixwazim mirovan biafirînim'. Bila çav, guh û lingên wan ên mîna ajalan hebin. Bila weke her zindiyên din ew tov û fêkiyan bixwin. Lêbelê ez ê weke xwe biafirînim ku bişibe min. Ji ber vê yekê bila bi tevahî ji zindiyên din cudatir be. Ez ê bikim ew bifikire ku bi vî awayî bikare ji dinyayê têbigihîje. Bila ew bikare biaxive û fikrên xwe bîne ziman. Lêbelê berî her tiştî divê ji min bawer bike û ji min hez bike û hurmetê nîşanî min bide min ku em ji

hevdû re "bibin heval." Û Xweda wisa got: "Ka Ez mirov di sûretê xwe de biafirînim." Xweda pêşî mirov ji axê afirand. Piştre Wî bêhna jiyanê pif kir pozê mirovan, û ew zindî û zîrek kir. Mirov ne ku tenê dikarî bimeşe, di heman demê

de mirov xwarin dixwar, radiza û difikirî. Ew bi xwe û bi cîhana li dora xwe hisiya. Ew dikenî û xemgîn dibû û digirî. Mirov ne weke hinek ajalan tenê rabirdû bi bîr dianî, lê di heman demê de dikaribû texmîn bike ku gelo wê di dahatûyê de çi bibe. Haya mirov ji hebûna xwe û Afirînerê xwe çêbû. Ji ber vê yekê wî bîra her tiştî bir. Ew fêr bû ku Xweda jê hez dike û wî bextewar dike. Navê mirovê yekemîn Adem bû. Û Xweda li Êdenê bexçeyek çand û Adem li wir bi cih kir. Ew der bihuşt bû! Ji bo avdana bexçe çemek ji Êdenê derdiket. Çem dabeşî çar şaxan dibû: Pişon, Gihon, Dîcle û Firat. Xweda ferman li mirov kir ku bixebite û hay ji bexçe hebe. Xebat ji bo mirov ne giran bû, ew pê kêfxweş dibû. Wekî din, Xwedê hêz, zîrekî û xeyal da mirovan ku bikaribe li ser rûyê erdê bimîne û jiyana xwe berdewam bike. Û Xweda ji mirovan xwest ku navekî li her ajalî bikin. Û Adem jî ew pêk anî. Ji bo ku wî dikarîbû nav li hemû zindiyan bike gelekî kêfxweş

bû. Lêbelê Adem hinekî xemgîn bû. Adem rojekê piştî xebatekê ji xwe re wisa fikirî: "Xweda gelek tiştên baş dan min. Ev tê wateya ku Xweda ji min hez dike. Ez wisa bawer dikim ku Ew jî hay jê heye ku li gel her tiştên ku min dorpêç dike jî e çiqas xwe tenê hîs dikim." Adem bi vê ramanê di xew re çû. Dema ew hişyar bû li dora xwe nihêrî çavên xwe bi awayekî şaşwaz vekir. Jinek li ber wî sekinîbû. Ew wisa fikiribû, "Ez êdî ne bi tenê me, jineke ku min xeyala wê kiriye heye!" Tiştekî çiqas xweş e ku Xweda hevjînek daye min! Ez ê di hemû jîyanê de bi wê re bim. Em ê pir bextewar bibin!" Adem û Hewa li bexçe gelekî geriyan û wan gelek cih keşf kirin. Lêbelê divîya ew gelekî hay ji nîvê bexçe bimînin. Li bexçe du darên razdar hebûn. Xwedê nav li van daran kir. Ji yekê re 'dara jiyanê' û ji ya din re jî 'dara zanîna qencî û xerabiyê' got. Mirov bextewer bûn. Xweda dît ku Adem û Hewa ji hev hez dikin û fêm dikin, ev tiştekî baş bû. Û bi vî awayî roja şeşan derbas bû. Piştî ku karê xwe yê afirandinê qedand, Xweda dît ku her tiştê ku

afirandiye gelekî baş e. Xweda bi tiştê afirandiye kêfxweş bû. Her tişt bêkêmasî bû. Ronahî dibiriqî, hewa bi bêhnên xweş dagirtî bû, erd bi şînahiyê hatibû nixumandin. Di nava rojê de asîman bi tîrêjên rojê tije dibû û bi şev jî heyv bi awayekî nerm dibiriqî. Çivîk, ajal û hemû zindî bi awayekî bêguneh û bextewar heval û hogirên hev bûn. Lêbelê di nav wan de yên herî bextewar Adem û Hewa bûn. Ji ber wan dikarîbû bi hev re û bi Xweda re bipeyivin û wan Ew heband. Di roja heftan de Xweda tiştek neafirand. Bêhna xwe veda. Wî ew roj pîrozwer kir û bû rojeke pîroz. Bi vî awayî, roja heftemîn li gorî yên din bû rojeke taybet.

Piştre, Xweda ev ferman li gelê xwe kir: "Di roja heftemîn de, di roja dawî ya hefteyê de, vehisin, bêhna xwe vedin. Di wê rojê de hemû bawermendan ji bo li Afrînerê xwe bifikirin û Wî bihebînin û xizmetê bikin wan berhêlî bikin."

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çima em ji Xweda re dibêjin Afirîner?

  2. Gelo ferîşte an jî mirov dikarin ji tunebûnê tiştekî biafirînin?

  3. Xebata sereke û bingehîn ku Xweda pê re mijûl dibe çi ye an kî ye?

1. BEŞ 1: PEYMANA KEVIN AFIRANDINA CÎHANÊ00:00 / 10:54