Ketina Adem

Ketina Adem

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beş 3

Gava Xweda asîman afirand, wî ferîşte jî afirandin. Ew li ezmanan

li cem Xweda dijiyan û xizmet ji Wî re dikirin. Rojekê, yek ji ferişteyan li dijî Xweda derket, ji ber ku wî dixwest weke afirînerê xwe hêzdar û xurt bibe. Hinek ferîşteyên din jî beşdarî vê serhildanê bûn. Xweda ew ji ezmanan qewirandin û avêtin nava tariya Cîhana Binerdê. Ji ferîşteyê ketî re îblis an jî Şeytan dihat gotin. Ew serê

hemû milyaketên serhildêr bû. Îblîs dizanibû ku heke Adem û Hewa gunehan bikin, ew ê bimirin û herin dojehê. Ji mirovan nefret dikir, dixwest şabûn û bextewariya wan a li pêşberî Xweda tune bike. Fikreke wisa hat bîra wî û got: "Ez ê hewl bidim ku ew ji fêkiyên ji dara zanîna qencî û xerabiyê ku Xweda qedexe kiriye, bixwin." Îblîs xwe xist dilqê marekî û ket Baxçeyê Êdenê. Rojekê, Hewa bi tena serê xwe çû nava baxçe, ew hat ber bi dara zanîna qencî û xerabiyê ve. Dema ku Hewa li ber darê rawestiya û ji nişka ve dengek bihîst ku got, "Hewa!" û ew tirsiya. Wê got, "Ew kî ye bang min dike?" û bi derbekê re li kêleka xwe marek dît. Mar ev pirs jê kir: "Ma gelo rast e ku Xweda nahêle hûn ji fêkiyên darên li nava baxçe bixwin?"

Hewayê wisa bersiv da û got, "Na, Wî tiştekî wisa negotiye. Em dikarin ji her darên baxçe fêkî bixwin ji bilî yekê tenê. Ji ber ku heke em jê bixwin em ê bimirin."

Mar got, "Na, hûn ê nemirin." û berdewam kir, "Tekane sedema vê ev e ku Xweda naxwaze hûn destên xwe bidin wê darê. Ew dizane ku heke hûn ji fêkiya wê darê bixwin, hûn ê li gorî niha zêdetir famdartir bin. Hûn ê bikarin qencî û xerabiyê ji hevdû veqetînin û bibin weke Xweda. Piştre mar ji holê wenda bû. Hewa lênihertina xwe ya fêkiyan berdewam kir. Wê bi awayekî dilbijoke li fêkî dinihêrî. Naxwe fikra bûna mîna Xweda ewqasî hêsan e û wisa diyar bû û ji kêfa bêhn li wê

çikiya. Wê bi awayekî baldarî destê xwe da fêkî, lê tiştek neqewimî. Wê fêkî ji guliyê darê kir, gezek lê da. Lê ew ne mir! Herwiha fêkî jê re pir şêrîn bû. Di wê kêliyê de Adem hat cem wê. Hewayê wisa got, "Adem, ha ji te re jî, ma tu çima tehm nakî? Min ji fêkiya qedexe tehm kir û wekî ku tu jî dibînî, ez hê jî dijîm!"

Adem bê ku zêde li bendê bimîne gezek jê da. Ew jî nemir! Qet nebe di wê kêliyê de tiştek nebû. Lêbelê bi lezgînî tiştek guherî. Mirin hat dinyayê, xerabî û guneh gihîşt dilê her mirovekî. Guneh, bêîtaetiya li pêşberî Xweda ye û bêîtaetiya li fermanên Wî ye. Mirin cezayê gunehan e. Dawî li dilşadî û bextewariya mirovan tîne. Jixwe armanca şeytên jî ev bû. Ji nişka ve Adem û Hewayê pê hesiyan ku

tazî ne û wan ji ber vê şerm kirin. Wan ji pelên daran ên mezin ku berhev kirine ji xwe re cil û berg çêkirin. Ew difikirîn ku bi her tiştî dizanin, lê tiştekî ew aciz dikirin. Mirovên pêşî şerm dikirin û hesta tawanbariyê ew rapêçabûn. Berî vê wan tiştekî wisa yê bi vî rengî hîs nekiribûn. Xweda wê şevê hat nava baxçe. Dema ku wan bihîst ew dimeşe hewl dan xwe li daristanên Êdenê veşêrin. Xweda demekê hevalê

wan bû, lê niha ew ji Wî ditirsin. Têkiliya baş a di navbera Xweda û mirovan de bi saya gunehê xera bû. Pêşî wan ji Xweda hez dikir û bawerî bi Wî dianîn lê niha ji neçarî ew xwe vedişêrin. Xweda nêzîkî wan bû bi dengekî bilind bang kir: "Adem, tu li ku derê yî?" Xweda bang Adem dikir ne ku nizanîbû ku ew li ku derê ye. Ji

ber ku Xweda bi her tiştî dizanî û Ew dikare her tiştî bibîne. Xweda bang li wan dikir, ji bo ku bizanin li Adem û Hewayê digere. Adem wisa bersiv da, "Ez li vir im!" Adem wê kêliyê fikirî ku veşartina ji ber Xweda çiqasî tiştekî ehmeqane ye. Adem got, "Min dengê Te bihîst, ez tirsiyam, ji ber ku ez tazî bûm." Xweda jê pirsî: "Kê ji te re got ku tu tazî yî? Heta niha we ji ber vê şerm nekiribû. An te fêkiya qedexe xwar?" Adem newêrîbû li Xweda binêre. Wî hêdî hêdî bersiv da, "Jina ku

te danî cem min, fêkî da min." Xweda ji Hewayê pirsî, "Te çima ev kir?" Hewa hewl da xwe biparêze û got, "Mar soza gelek tiştan da min û ez xapandim. Min

nekarîbû ez xwe li ber israra wî ragirim. Xweda ji mêr re got: "Ji ber tiştên ku te kirine tu hatî naletkirin! Mirov wê her dem dijminê te bin. Lêbelê rojekê wê kesek were û te têk bibe!" Adem û Hewayê fehm nekirin ku Xweda behsa çi dikir. Wî wextî wan nizanîbû ku Xweda ji bo têkbirina xerabiyê wê Xelaskerekî bişîne. Xweda got, "Êdî niha hûn dizanin ku qencî û xerabî çi ye" û berdewam kir. "Mirov dixwazin bibin weke min, lêbelê ew li hemberî xerabiyê lawaz û bê semax in. Ji ber vê yekê min nexwest ku hûn fêkiyê dara jiyanê bixwin." Xweda ji Adem û Hewayê re got: "Divê hûn ji baxçe derkevin. Hewa wê zarok ji te re çêbibin lêbelê ew ê bi êşê ji te re çêbibin. Tu û Adem hûn ê ji bo xwedîkirina xwe û malbata xwe gelekî bixebitin. Li nav erd û zeviyên we wê stirî û giyayênbejî û firîze şîn bibin û hûn ê heta mirinê aramiyê nebînin. Piştre bedenên we wê vediguherin axa ku hûn jê hatine. Berî ku Adem û Hewa ji bihuştê derkevin, Xweda ji wan re ji çerm cilûberg çêkirin. Her çi qasî mirov guhdariya Xweda nekiribin, her çiqas nehat hiştin ku ew li nêzî Wî bijîn jî, Xweda dîsa jî bi vî awayî li mirovan miqate bû. Herwiha, Adem û Hewayê ji bihûştê hatin qewirandin. Xweda ji bo parastina Baxçeyê Êdenê û Dara Jiyanê ferîşte û şûrekî ji agir li wir bi cih kir. Xweda ji wan re soz da ku wê 'Xelaskerekî' ji wan re bişîne!

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Destûra Adem û Hewayê ji kîjan fêkiya darê re nehat dayîn ku bixwin?

  2. Kê pêşniyar li Hewayê kir ku fêkiyê darê bixwe?

  3. Xweda soza çi da Adem û Hewayê?

2. Ketina Adem00:00 / 08:05