Qayîn û Habîl

Qayîn û Habîl

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beşa 4.

Heke tu xweşik tevnegerî, guneh li devê derî ye...

Piştî ku Adem û Hewa ji Bexçeyê Êdenê hatin derxistin li derveyî bexçe dest bi jiyanê kirin. Du kur ji wan re çêbûn, Qayîn û Habîl jî mîna bavê xwe neçar bûn ku zêde bixebitin. Qayîn cotkarî û Habîl jî şivantî dikir. Di vê navberê de Xweda weke ku mirov di bexçeyê Êdenê bûn zêde nehat cem mirovan û bi wan re neaxivî. Lêbelê Ew carinan bi wan re diaxivî û xwe bi bîra wan dixist. Rojekê Qayîn û Habîl biryar dan ku derpêşiyeke weke qurbanî ji Xweda re bikin. Qayîn ji berhemên zeviyê anîn. Habîl berxê xwe yî herî baş qurbanî kir. Xweda pêşnîyaza Habîl qebûl kir lê ya Qayîn red kir. Tişta ku ji Xweda re girîng ew bû ku mirovê hatibû cem Wî

divê bi dilekî baş bûya. Dilê Qayîn tiştê rast nedikir. Qayîn hêrs bû mirûzê xwe kir. Ew ji birayê xwe didexisî. Xweda tiştên di dilê Qayîn de diqewimî dît û ji bo ew raweste û li ser vê rewşê bifikire şensekî din da wî. Xweda ji Qayîn re got: "Çi

hewala te ye? Li dilê xwe binêre ku çawa di xetereyê de ye. Bi dizîka xerabî ketiye nava te lê tu xwe radest neke." Lêbelê Qayîn guh neda vê. Wî weke Habîl ji Xweda hez nekir. Qayîn tenê ji xwe hez dikir. Ew li ser Habîl difikirî û di heman demê de ji wî nefret kir. Piştre tiştekî xedar qewimî. Rojekê dema bira li nav erd û zeviyê bûn, Qayîn êrîşî Habîl dike û wî dikuje. Erd bi xwînê hat debixandin, Habîl bû yekemîn kesê ku li cîhanê mir. Hêrsa Qayîn ew qasî mezin bû ku vê kir ew birayê xwe bikuje. Piştî demekê, Qayîn dengê Xweda bihîst. Xwedê jê pirsî, " Birayê te Habîl li ku derê ye? " Qayîn bi hêrs bersiv da û got, "Nizanim, ma ez kefîlê birayê xwe

me?" Xweda got: "Min dît xwîna birayê te herikî ser erdê." Ji ber ku te ev kir ez ê te ceza bikim. Te destûr da gunehê ku hikum li te bikin. Tu dê ji vir derkevî û biçî cihekî biyanî, tu yê li ser rûyê erdê gewende gewende bigerî. Piştre Qayîn cihê ku Xweda pê re axivî terikand. Bi çûyîna Qayîn û mirina Habîl re Adem û Hewa her du kurên xwe winda kirin. Em tenê dikarin bifikirin ku mirina Habîl ji wan re çi qasî bi êş û keder e. Di heman demê de ew her çi qasî li ser xerabiya Qayin bifikirin jî dîsa wan jê re şîn girêdan. Çima wan fêkiyên qedexekirî yên ji aliyê mêr ve hatine derpêşkirin xwarin? Heke wan ev nekiribûya, wê kêfxweşiya jiyana li Bexçeyê Êdenê û hebûna li cem Xwedê ji destên wan neçûna. Qayîn wê ne xerab bûya

û Habîl jî wê sax bimaya. Piştre Qayîn zewicî û zarokên wî yên xerab û zordest çêbûn. Wan ji Xweda hez nekirin, îtaetî Wî nedikirin û guh nedidan gotinên Wî. Lê Xweda li ber Adem û Hewayê ket û xemgîn bû û kurekî din da wan. Navê Şêt li wî kirin û wî Xweda diheband û ji Wî bawer dikir. Ev ji bo Adem û Hewayê gelekî girîng bû, ji ber ku wan dizanî Xelasker wê ji malbata Qayîn dernekeve. Berevajî zarokên Qayîn, neviyên Şêt ji Xweda hez dikirin. Bi vî awayî du malbat li ser rûyê erdê derketin, ev zarokên Qayîn û zarokên Şêt bûn. Pirtûka Pîroz ji neviyên Şêt re kurên Xweda û ji neviyên Qayîn re kurên mirovan dibêje.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çima Xweda derpêşî û qurbaniya Habîl qebûl kir lê ya Qayîn qebûl nekir?

  2. Qayîn çi kir û wî çima ev kir?

  3. Ji dayîkbûna Şêt çima giring e?

3. Qayîn û Habîl00:00 / 04:43