
JI BO ZAROKAN ÇÎROKÊN
PIRTÛKA PÎROZ
Gelî dê, bav û zarokên delal;
Di vê serdema zanyariyê de xwendina pirtûkên ku li ser qaxezan hatine çapkirin, êdî bi mirovan zor tê. Jixwe naxwazim pirtûkên ku ji sedan rûpelan pêk tên, xwendekaran hinekî jî çavtirsandî dikin. Gelek kes û saziyên ku pirtûkên çapkirî pêşkêşî mirovan dikin, hinek jê ji bo ku hin pirtûkan hîn balkêştir bikin û bihêlin ku pirtûk bêtir bê xwendin, ji berê ve li çareseriyên hêsan geriyane. Di vê mijarê de çareseriyek jê ew e ku pirtûkên dirêj kurt kirine û bi vî awayî pêşkêşî xwendekaran kirine.
Îcar gava ku mesele dibe Pirtûka Pîroz, cemeat; ji bo amade bikin ku zarok ji xwendina Pirtûka Pîroz zewqê bistînin, dikevin nava hewldaneke cîdî. Pirtûka Pîroz; carina bi resiman, carina hem bi resiman û hem jî bi awayê çîrokên hêsan, pêşkêş dikin ku zarok bixwînin.
Pirtûka di nav destê we de, hemû Pirtûka Pîroz; bi resmên pir balkêş, hîndeker û kêfxweşker hatiye xêzkirin û kurtekirin, û Pirtûka Pîroz pêşkêşî bikaranîna dê û bavan û zarokan dike. Her beş, ji ayetên bingehîn û ronîker yên qismên Pirtûka Pîroz ku derbarê wê beşê de ne, dest pê dike. Wî qismî bi temamî bi awayekî ku bala zarokan bikişîne ser xwe dike çîrok û bi pirsên hîndekarî û hînkariyê bi dawî dike. Mijar bi van pirsan di hişê zarokan de mayînde dibe û hemû pêkanînên Xweda yê di dîroka mirovahiyê de bi kurtasî vedibêje.
Em hêvî dikim ku ev pirtûk bereketê li jiyana we zêde bike.