Tofan

Tofan

Pirtûka Pîroz, Destpêk, beşên 6-9.

dilê Xweda bi Nûh xweş bû...

Gelek neviyên Adem û Hewayê çêbûn. Dema kurê Adem û Hewayê mir li ser rûyê erdê gelek mirov hebûn. Di wê demê de temenê mirovan dirêj bû. Di temenê pîr de jî ew saxlem û li ser xwe bûn. Adem 930 sal, Şêt, 912 salî û Mahalalêl kurê Enox bi tevahî 969 sal temen kir. Em ji bilî Enox tiştekî din derbarê van mirovan de nizanin. Pirtûka Pîroz dibêje ku Enox mirovekî rast bû û bi dilxweşî ji Xweda re xizmet dikir. Dema Enox 365 salî bû, Xwedê ew bi xwe re bir. Ev nayê wê wateyê ku Enox miriye û hatiye veşartin, lê Xweda ew bi saxî rakiriye ser ezmanan. Kurekî Lamex ê bi navê Nûh çêbû û ev jî tê wateya 'hedinandinê.' Malbat bi wî hedinî û teselî bû ji loma wan ev nav lê kir.

Di dema Nûh de, zarokên Şêt mîna neviyên Qayîn dest bi tevgerê kirin. Wan Xweda ji bîr kir û gelek tiştên xerab kirin. Wan ferq nedikir ku haya Xweda ji kirinên wan heye ku Wî ew didîtin. Ew ji hev didexisîn û wan ji hev nefret dikir û şer û pevçûna hev dikirin. Piraniya wan xwe dispartin hêz û şiyana xwe û wan nedixwestin tu tiştî li ser Xweda bizanibin. Ew nedifikirîn ku çavkanî û jêdera hêza

wan ji Xweda ye. Wan ji bîr kir ku yê demsal afirandî Ew e, yê baran, tav û ba dişîne û yê fêkî û berheman digihîne Ew bi xwe ye. Xweda xemgîn bû ku êdî mirovan ji Afirînerê xwe û ji hevdûn hez nedikir. Ji ber ku Wî mirov afirandine poşman bûbû. Ji bo Ew dawiyê li xerabiyê bîne Wî biryar da ku hemû jiyana li ser rûyê erdê ji holê rake. Lêbelê Nûh tenê nûwaze bû û bi dadmendana tevdigeriya.

Wexta ew di 500 saliya xwe de bû sê kurên wî yên bi navê Sam, Ham Yafet çêbûn. Nûh bang li mirovan kir ku berê xwe bidin Xweda. Nûh ew hişyar kirin û ji wan re got ku heke ew şêwejiyana xwe neguherînin û li Xweda venegerin Ew ê bi tofanekê cîhanê tune bike. Lê tu kesî guhên xwe nedan Nûh. Berevajî ku ew şêwejiyana xwe biguherînin ew zêdetir di nava xerabî û gunehan de dabelixîn. Dema ku Xweda ev dît ji Nûh re wisa got: "Dema wê hatiye. Ez ê tofaneke mezin li ser rûyê erdê rakim. Mirov gunehkar in û tenê Ez ê bi te re peymanê çêbikim.

Di tofanê de malbata te, ango tu, hevjîna te, kur û bûkên te wê ji mirinê rizgar bibin. Hûn keştiyeke mezin çêbikin û jê re Keştiya Nûh bibêjin. Tu bi baldarî guhdarî li min bike û tişta ku ez ji te re dibêjim bike. Keştiyê ji dara hêjîrê çêbike, ji bo av tê re derbas nebe der û hundirê wê bi qîrê biseyîne. Bila dirêjahîya keştîyê 300 gaz, firehiya wê 50 û bilindahiya wê 30 gaz be. Derî di kêleka keştiyê de deyne û pencereyeke biçûk di ser de veke. Bila keştî sê qatî be. Ji bo tu ji hemû çivîk, ajal û zîndiyan cotekî têxî navê pêwistiya te bi keştiyeke mezin heye."

Nûh û kurên xwe demildest dest bi xebatê kirin. Vê demeke dirêj ajot. Mirovên ku di ber Nûh re derbas dibûn wisa dipirsîn, "Nûh çi dike?" Wexta ku Nûh digot ez keştiyekê çêdikim wan henekê xwe pê dikir. Wan ji Nûh re wisa digot, "Tu yê vê keştiya weke qeraseyê çawa daxînî nava deryayê?" Nûh wisa bersiva wan dida, "Av wê heta bi vê derê bilind bibe û wê keştî soberiyê bike." Wan digot, "Te got çi? Heta bi vê derê? Nûh, wisa diyar e ku te hişê xwe berdaye!" Ne hêsan bû ku Nûh û malbata wî xwe li ber van hemû henekpêkirinan ragirta. Lêbelê wan ji Xweda bawer dikir û ji mirovan re wisa digot: "Xweda wê tofanê rabike ku her mirovê sûcdar ji holê rakîne." Piştî ku keştiya mezin tekûz bû Xweda ji Nûh re wisa got, "Weke ku min ji we re got tu û malbata xwe li keşitiyê siwar bibin û ajalan

jî bi xwe re lê siwar bikin. Ez ê di nava hefteyekê de tofaneke mezin rakim. Heta ku hemû erd di bin avê de bimîne çil rojan wê baran pir xurt bibare.

Nûh deriyê keştiyê vekir û ajal bi cotan ketin hundir. Nûh jî xwarin, tov, fêkî û ka ji bo xwarin û xwedîkirina ajalan bi xwe re bar kir. Nûh, hevjîna wî, sê kurên wî û bûkên wî jî li keştiyê siwar bûn. Bi vî awayî di keştîyê da heşt kes hebûn. Ne Nûh lê Xweda deriyê keştiyê girt. Wê demê Nûh ferq kir ku heta Xweda fermanê li wî

neke divê ew bi serê xwe deriyê keştiyê veneke. Piştre wan bihîst ku baranê dest pê kiriye. Di destpêkê de baran tenê hûrik hûrik dibariya lê piştre baranê xweş kir û zêde bû. Bi saetan û rojan baraneke dijwar barî. Piştî demekê bihîstin ku av bi

xumexum diherike û hîs dikin ku av bilind dibe û digihêje keştiyê. Di dawîya dawî de av keştî rakir û keştiyê dest bi soberiyê kir. Çil rojan baran bariya. Ji bo heşt kesên di keştîyê de wisa hat ku baran dê qet neqede. Ji nişka ve tiştek bû sedem ku mirov û ajal guhên xwe mûç bikin. Gelo ew çi bû? Bêdengiyeke xofnak! Baran

rawestiyabû! Keştî hê jî li ser pêlan radibû û dadiket. Tevahiya erdê, heta bi çiyayên bilind bi tevahî di bin avê de mabûn. Piştî 150 rojî Xweda av hêmin kir. Her tişt bi derbekê re çêbû. Ji nişka ve keştî hejiya, qirçênî ji tiştekî hat û keştî sekinî. Di roja heftemîn a meha heftemîn de ji destpêka tofanê û vir ve keştî

li ser çiyayên Agiriyê rûnişt. Çiyayê ku keştî li serê rûniştibû Çiyayê Agiriyê bû. Nûh 40 rojên din li bendê ma, pencereya biçûk vekir û çivîka qelereşikê şand derve. Hevjîna wî jê pirsî, "Tu çima vê dikî?" Nûh wisa bersiv da: "Eger qelereşik vegere, ez ê zanibim ku li derveyî keştiyê cihê jiyanê nîne." Qelereşik venegeriya û her kes kêfxweş bû. Lê Nûh got: "Qelereşk ne çûkên ku bikarin hilbijêrin, piştî ku ew demeke dirêj firiyan ew dikarin li quncikê zinarekî venişin. Ji ber vê yekê ez ê kevokekê bişînim derve."Kevok firiya, lê zû vegeriya. Nûh gihîşt encameke wisa: "Av hêj venekşiyaye, divê em heftiyeke din bisekinin."

Heft rojên din derbas bûn û Nûh dîsa kevok şand derve. 8 kesên di keştîyê de bi fikar li bendê man ku bibînin ka kevok wê vegere yan na. Herî dawî, kevokê baskên xwe li hev xistin û vegeriya keştiyê. Pelekî kesk ê dara zeytûnê di nikilê kevokê de çikiyayîbû! Piştî heft rojên din gava Nûh kevok şand, kevok vê neqlê venegeriya. Bi vî awayî, Nûh têgihîşt ku ji ser rûyê erdê av vekişiyaye. Êdî ew

li bendê bû ku Xweda wî ji keştiyê derxîne. Di dawiyê de Xweda got: "Tu, hevjîna xwe, kurên xwe û bûkên xwe ji keştiyê derkevin. Her ajal, çivîk û xijandekê bi xwe re derxe."

Êdî dema vekirina deriyê mezin ê keştîyê hatibû. Ajal bi kelecan derketin derve. Ajal ji keştiyê derketin û çivîk firiyan. Malbata Nûh aram bû. Ji bo ew ji bextewariyê hevdûn hembêz nekin xwe bi zorê radigirtin. Nûh dîsa gir û mêrgeyên kesk dîtin. Û gelo îcar hemû mirovên gunehkar ên li ser rûyê erdê li ku

derê bûn? Tu kes ji wan ne li wir bûn. Tofan ji bo mirovên ku nedixwestin xizmetê ji Xweda re bikin û ji bo yên xerabiyên mezin dikirin cezayekî bi xofnak bû.

Nûh ji tofanê bi saxî filitî û wê demê wî fehm kir ku dilovaniya Xweda ji bo wî çi qas kûr e. Nûh qurbanîgeheke kevirî çêkir, çend çivîk û sewal bir û diyarî Xweda kir. Qurban Xweda razî kir û Wî di dilê xwe de wisa got: "Di rûyê mirovan de ez ê careke din dîsa erdê lanet nekim." Wî dizanibû ku mirov wê dev ji gunehan bernedin û got: "Çandinî, çinîn, germ û serma, havîn, zivistan, şev û roj wê her

dem hebe." Xweda Nûh û kurên wî pîroz kirin û ferman da wan ku dîsa erdê

bi mirovan dagirin. Xweda bi wan re peyman girêda û hemû ajal û hemû mirovên li ser rûyê erdê ketin bin desthilatdariya wan. Xweda soz da ku mirov û ajal ji ber tofanê tune nebin û tofana ku erd xera kir wê careke din çênebûya. Xweda ji bo ku bîne bîra mirov li ser ewran nîşaneyeke di dilqê qozeqerê de afirand. Qozeqer gava baran dibare û roj dibiriqe xuya dibe. Xweda ji Nûh re wisa got: "Ev nîşaneya peymana di navbera Min û jiyana li ser rûyê erdê de ye." Her cara ku we qozeqer dît hûn ji bîr nekin bê ka ev tê çi wateyê. Ev ne tenê li ezmanan tiştekî xweşik e, di heman demê de nîşaneya lênêrîna Xweda ya taybet a ji bo mirovan e.

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Xweda çima biryar da ku tofanekê bîne serê cîhanê?

  2. Çawa Nûh ji tofanê filitî?

  3. i bo ku mirovên li ser rûyê erdê fikrên xwe biguherînin û dev ji gunehan berdin çi qas wext ji wan re hatibû dayîn?

  4. Nûh ji bo ku bibîne gelo ka erd şil an ziwa ye kîjan çivîk şandin?

  5. Xweda soza çi da Nûh? ; Qozeqer çi tîne bîra me?

4. Tofan00:00 / 11:58