Pawlos û Sîlas

Pawlos û Sîlas

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 16. Ayetên 19-40.

Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî

guhdariya wan dikir. Ji nişkê ve erdhejîneke wisa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn. Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane. Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!» Qerdiyan ronahî xwest û ket hundir, lerizî û xwe avêt ber Pawlos û Sîlas. Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?» Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»

Berî ku Şawûl Îsa nas bike ji dêrê nefret dikir û zilm li Xirîstiyanan dikir. Lê aniha bi xwestekeke ji dil û can Mizgînî belav dikir. Edî jê re digotin Pawlos. Navê nû di wî de guhertineke mezin kir. Bi çend birayên xwe yên bawermend re rêwitî jî kir, çûn Ewropayê jî. Pawlos biçûya kuderê jê re ferq nedikir, berî her tiştî Yahûdiyên wir nas dikirin. Ji ber kenîşteya wan tunebû her şemî li derve li hev kom dibûn. Piştî civîneke ji van civînan jineke ku kincên wê weke yên dewlemendan hat cem Pawlos. Navê wê Lîdya bû. Dixwest derbarê Îsa de hîn bêtir agahiyan bi dest bixe. Axaftina wan pir domand. Di dawiyê de Lîdya wisa got:

“Ji bo Xweda min weke zarokeke xwe bipejirîne, bi min re duayan bike. Ez dixwazim waftîz bibim.”

Piştî Waftîzê Lîdya xwest ku Pawlos û birayên bawermend ên din li mala wê bimînin. Lê Pawlos û dostê wî Sîlas, li mala jinikê pir neman. Tenê piştî çend rojan dadgerê bajêr her du jî xistin girtîgehê. Hin xelkê bajêr ew sûcdar kirin ku wazan didin Grekî û Romayiyan. Pawlos û Sîlas xistin girtîgehê û lingên wan bi zincîran girê dan. Ne karîbûn rabin ser xwe û nejî karîbûn hereket bikin.

Lê her duyan di girtîgehê de jî zanîbûn ku hîn jî Xweda bi wan re ye. Xweda ew bi hêz û teşwîq kirin.

Pawlos û Sîlas îlahî gotin û bi kêfxweşî ji Xweda bawer kirin. Îlahî pêşî bi hêdî û piştre bi dengê bilind gotin. Bi vî awayî girtiyên din yên li tenişta wan girtîbûn, dengê wan bihîstin. Yên din ji wan bawer nedikirin, çawa çêdibû van zilaman di girtîgehê de îlahî digotin û bextewar dibûn?

Lê ji nişka ve dengekî din tevlî gotina wan ya îlahiyan bû, ev dengekî nexweş bû û ji binê erdê dihat. Di nava çend saniyan de erd hejiya. Erdhêj çêbû! Avahî hejiya lê hilneweşiya.

Gava bingeha girtîgehê hejiya, kevirên zemînê ji cihên xwe leqiyan, zincîrên her kesî vebûn û derî vebûn.

Nobedar ji ber erdhejê şiyar bû. Di cih de rabû ser xwe û dît ku êdî derî vekirîne.

Fikirî û got: “Hemû girtî reviyane! Ji ber vê wê cezayekî xedar bidin min. Çareseriya herî baş ez xwe bikujim.”

Gava Pawlos dît ku nobedar ji bo xwe bikuje şûrê xwe kişandiye, kir hawar û got: “Xwe nekuje! Em hemû li vir in!”

Gava nobedar jê ewle bû ku tu kes nereviyaye, ji tirsa lerizî û spasiya xwe li Pawlos û Sîlas kir. Eger Xwedayê van zilaman ji bo wan derxîne erdhêj çêkiribe, tekane Xwedayê rastî divê Ew be.

Pirsî û got: “Rêzdarê min, ji bo xelasiyê dibê ez çi bikim?”

Pawlos bersiv da û got: “Baweriya xwe bi Reb Îsa bîne!”

Piştî vê nobedar Pawlos û Sîlas vexwendin mala xwe.

Bi kêfxweşî pejirandin û çûn. Li mala wî behsa Îsa kirin. Anîn ziman ku Ew bêguneh e, jiyana xwe weke Kurê Xweda bir heta dawî û her kes bi vêya dikare bê ser rê. Behsa leşkerên Romayî kirin. Behs kirin ku leşkerên Romayî rastiya ku Îsa bêsûc e piştguh kirine û Ew li çarmîxê xistine. Pawlos û Sîlas pê re parve kirin ku ew jî ji ber zordariyên hatine serê wan şaş nemane. Jixwe hêvî nedikirin ku wê ji Îsayê Mesîh baştir bi wan re tevnegerin.

Ya din jî ji malbata nobedar re rave kirin ku Îsa di ber gunehên mirovan de hatiye kuştin. Her yek ji wan jî di nav vê de ye. Îsa di çarmîxê de gunehên me danîn ser pişta xwe, bi vî awayî mirov ji nû ve bi Xweda re li hev hatin. Pawlos û Sîlas, vejîna Îsayê Mesîh û Giyanê Pîroz jî ji bîr nekirin. Anîn ziman ku kesên ji Wî bawer dikin

Giyanê Pîroz di dilê wan de bi cih dibe.

Nobedarê girtîgehê wisa got: “Ez jî dixwazim bibim aîdî Îsa! Ez dixwazim Ew min bipejirîne. Ez dixwazim bibim zarokekî Wî.”

Xanima nobedar jî tevlî gotinê bû û got: “Eger Xweda jinan bipejirîne, ez jî dixwazim xizmetê ji Wî re bikim.”

Pawlos wisa bersiv da: “Helbet, Mizgînî ji bo jin û zarokan jî derbasdar e! Jineke ji bajarê we ji zûde bû Xirîstiyan jî.”

Wê şevê nobedar û hemû malbata xwe waftîz bûn.

Piştre xwediyê malê ji Pawlos û Sîlas re sifre raxistin. Gava roj derket di cih de vegeriyan mala Lîdya. Wê Pawlos û Sîlas ji Lîdya re behsa bê Xweda çawa ew parastine û wê şevê bê çawa nobedar û malbata xwe tobe kirine û bawerî bi Xweda anîne, bikirina!

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Pawlos û Sîlas birin kuderê?

  2. Ji bo nehêlin girtî birevin çi hatkirin?

  3. Di girtîgehê de gotina îlahiyan ya Pawlos û Sîlas, em dikarin çawa rave bikin?

  4. Pawlos û Sîlas çawa ji girtîgehê derketin?

  5. Çi bi nobedar û malbata wî hat?

99. Pawlos û Sîlas00:00 / 06:36