Pawlos Diçe Romayê

Pawlos Diçe Romayê

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşên 21-28.

Çaxê em li wir gelek rojan man, pêxemberekî ku navê wî Hagabos bû ji Cihûstanê daket û hat. Ew hat ba me, piştênka Pawlos hilda, bi wê dest û lingên xwe girê dan û got: «Ruhê Pîroz weha dibêje: ‹Li Orşelîmê Cihû wê xwediyê vê piştênkê weha girê bidin û wî bidin destê miletan.›» Gava me ev bihîst, em û xelkê li wê derê me ji Pawlos hêvî kir ku neçe Orşelîmê. Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.» Çaxê ku wî qîma xwe neanî, em bêdeng man û me got: «Bila daxwaza Xudan be.» Piştî wan rojan me xwe amade kir û em hilkişiyan Orşelîmê. '

Pawlos û yên pê re gava gihîştin Kudsê, bawermendên dêrê gava ew dîtin pir kêfxweş bûn! Pawlos yek bi yek behsa kir bê Xweda bi xizmeta xwe di nava gelên din de çi kiriye û her kesî ji ber hêza Gotina Wî Xweda mezin kir. Lê kêfxweşiya wan pir neajot.

Piştî heft rojan Pawlos ji bo li Kudsê tiştekî bike serqeyê çû perestgehê. Hin Yahûdiyan ew li wir dîtin û fêhm kirin ku ew belavkerê doktrîna Îsayê Mesîh e. Wan nedixwest derbarê Îsayê Mesîh de tu tiştî hîn bibin. Pawlos girtin. Li her cihî diyar kirin ku doktrînên li hemberî Qanûna Pîroz belav dike û ji gelên din mirovan tîne û perestgehê dilewitîne. Yahûdî hîn bêtir hêrs bûn û ji bo Pawlos bikujin ew dahf dan derveyî perestgehê, ji ber ku nikarîbûn ev li perestgehê bikirina. Gava dît ku Kuds hemû li binguhê hev ketiye, serleşkerê artêşa Romayê hat. Ferman da ku Pawlos bi zincîrê girêdin û bibin serê kelehê.

Gava dimeşiyan, Pawlos destûr xwest ku ji qelebalixa komkirî re bipeyive. Ji Yahûdiyan re behsa bê çawa berê xwe daye Xweda û hatiye bexşandin, kir. Serê pêşî Yahûdiyan bi baldarî li Pawlos guhdar kirin. Lê gava anî ziman û got ku Xweda ew ji bo wazan bide gelên din şandiye, Yahûdiyên ev bihîstin ji hêrsan kirî dîn bibûna. Qêriyan û gotin divê Pawlos bê kuştin. Serleşkerê artêşê ferq kir ku

gotinên Pawlos bêtir ew hêrs kirin û ferman da ku Pawlos bibin serê kelehê. Bi ser de jî ji zilamên xwe re got li Pawlos bixin û bidarizînin. Lê Pawlos wisa got:

“Hemwelatiyekî Romayî ku hîn dadgeha wî nebûye, gelo li gorî qanûnê ye ku bê cezekirin?”

Serê Romayiyan tevlihev bû. Biryar dan ku Pawlos nedarizînin lê ew serbest jî bernedan.

Roja din Pawlos derxistin ber Lijneya Bilind. Di dema darizandinê de neliheviyek derket holê. Hinekan jê ew sûcdar kir, hinek jê jî qêriyan û gotin tiştekî xelet nekiriye. Tevliheviyeke mezin çêbû. Yahûdî li dora Pawlos kom bûn. Serleşkerê artêşê tirsiya ku wê Pawlos parçe parçe bikin. Ferman da leşkerên xwe ku Pawlos dîsa bibin kelehê.

Şeva piştî wê rojê Reb Îsa hat xewna Pawlos û wisa jê re got:

“Bi ceger be Pawlos! Tu li Kudsê çawa bû şahidê min, divê tu li Romayê jî wisa tevbigere.”

Piştî darizandinên dirêj û piştî gelek hewldanên ku xwestin Pawlos bikujin, biryar dan ku Pawlos bişînin qesra Împaratorê Romayê.

Ji bo ev bibûya jî divê Pawlos bi xwe biçûya Romayê û mizgîniya Îsayê Mesîh ji împarator re ragihanda. Xweda bi vî awayî tişta dixwest bike, pêk dianî.

Bi vî awayî Pawlos ji Sezariyeyê derket û ber bi Romayê ve çû. Ev, ji bo wî rêwitiyeke dirêj û bi xetere bû.

Bi piranî di van demên salê de, li Behraspî ba û bahozên mezin radibûn. Tiştekî pir bi talûke bû ku mirov bi keştiyeke biçûkî ji textikan derkeve rêwitiyeke wisa. Pawlos keştîvan hişyar kirin lê guhdarî li wî nekirin.

Rojekê bahozek li wan rabû. Pêlên gur keştî dilerizand. Keştîvan ji bo keştiyê biparêzin, barên hebûn avêtin behrê û ji gelekan jî xelas bûn lê her diçû rewş xerabtir dibû. Keştiya ketibû nava lepên bahozê çend rojan li ber xwe da. Her kesî hêviya xwe jê birî bû. Pawlos di nava vizîna ba re kir qêrîn û ji kesên di keştiyê de wisa got:

“Dostên min! Hêviya xwe nebirin! Wê keştî ji hev de bikeve lê wê tu kesê di nava ne de nemire. Ji ber ku ferîşteyeke Xwedayê ez jê re koletiyê dikim îşev hat cem min û got: ‘Netirse Pawlos, divê tu derkevî ber Sezar.’ Ji ber vê dostên delal netirsin! Ez ji Xweda bawer dikim ku her tişt weke Wî ji min re gotiye wê derkeve û wê bibe!”

Keştîvanan piştî çardeh rojan cara pêşî erd dîtin. Lê derneketin ser erdê. Piştre keştî li girekî qûmê ket û çikiya. Serê keştiyê di qûmê de asê ma û nema liviya, dawiya wê jî ji ber pêlên behrê ji hev feşkilî. Lê her kes bi saxî jê filitî û derket ser erdê!

Xweda li ser soza xwe ma! Tu kes nefetisî û ne jî birîndar bû. Aniha êdî wê tişta Xweda dixwest bike, pêk bihata. Navê Îsa wê li Romayê mezin bibûya.

Xweda bi awayekî mûcîzeyî gîhand Romayê. Wê Pawlos li wir, li ber împarator baweriya bi Îsayê Mesîh bianiya ziman. Ji ber ku Xweda ev fersend xistibû destên wî spasdarê Wî bû.

Pawlos ne weke mahkûmekî, weke koleyê Îsayê Mesîh û şandiyê Qralê asîmanan, ket hundurê bajarê Romayê! !

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Serleşkerê artêşê, çima Pawlos derxist ber Lijneya Bilind? Li wir çi bû?

  2. Xweda şandiyê di girtîgehê de çawa bihêz kir? Çima ji bo Pawlos ev girîng bû?

  3. Gava di keştiyê de bûn çi bû?

  4. Xweda çima xwest ku Pawlos bê Romayê?

100. Pawlos Diçe Romayê00:00 / 07:02