Petrûs di Girtîgehê de ye

Petrûs di Girtîgehê de ye

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 12. Ayetên 1-17.

demê Hêrodês padîşah destê xwe dirêjî hin kesên ji civîna bawermendan kir, da ku cefayê bide wan. Wî Aqûbê birayê Yûhenna bi şûr kuşt. Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest. '

Împaratorê Romayê Sezar; neviyê mezin yê Hêrodês, Hêrodês Agrîppa weke rêvebir li gelek cihên Kuds û Filîstînê hatibû tayînkirin. Di dema rêveberiya wî de zilmeke xedar li ser Xirîstiyaniyan dest pê kir. Rêberên Yahûdî û alîkarên wî, ji şandî û bawermendên Îsa nefret dikirin. Hêrodês jî bi vê zanîbû. Ji bo alîkariya wan bi dest bixe Hêrodês, ferman da ku birayê Yûhenna Aqûbê Şandî bê kuştin. Yahûdî ji vê kêfxweş bûn. Piştre Hêrodês ferman da ku Petrûs jî bê girtin.

Piştî ku Petrûs xistin girtîgehê, ji bo bi şev û roj nobedariyê li ber bigirin şazdeh leşker şandin.

Hêrodês, roja înfaza Petrûs ji pêşî de diyar kiribû. Dêrê ji bo wî dua dikirin. Şandiyên din ji bo ji zilmê xelas bibin ji Kudsê reviyabûn. Lê ji bilî wan li Kudsê gelek bawermend hebûn. Van mirovan ji bo ji Petrûs re duayan bikin li mala Meryem (dêya Yûhenna) kom bibûn.

Wê kêliyê Petrûs di xew de bû. Du leşkeran bi şev û roj nobedariya wî dikirin. Ji bilî vê li ber deriyê girtîgehê yê derve û yên hundur jî parastvan sekinînbûn. Gelo pêkan bû ku Petrûs ji girtîgehê bireve? Na ne pêkan bû. Ji bo revê nikarîbû cesaret jî bikira.

Lê ji nişka ve tiştekî ku kes ne li bendî bû qewimî. Ferîşteyeke Xweda ji nişka ve li ber Petrûs xuya bû. Petrûs di xeweke giran de bû, ji ber vê ji bo ferîşte wî şiyar bike destê xwe da sênga wî û got: “Rabe ser xwe em herin!”

Wê kêliyê zincîr sist bûn û ji zendên Petrûs ketin erdê. Ferîşteyê gava leşker radizan ji Petrûs r e got kinc û çaroxên xwe li xwe bike. Piştî vê ferîşteyê got: “Bide dû min!”

Petrûs di deriyê vekirî yê çavikê re derket û da dû. Di ber leşkerên raketî re derbas bûn û gihîştin deriyê hesinî. Li ber wan derî ji ber xwe ve vebû. Derketin derve û hinekî meşiyan û ferîşte ji cem Petrûs veqetiya.

Petrûsê hatibû ser hişê xwe, wisa got: “Ez aniha bi rastî fêhm dikim ku Reb ferîşteya xwe ji min re şand. Wî ez ji nav destê Hêrodês û ji hemû belayên ku gelê Yahûdî difikirî ku bê serê wan, xelas kir.”

Çû wê mala ku gelek kesên bawermend ji bo wî dua dikirin. Petrûs li derî xist, keçikeke xizmetkar hat ku derî veke. Gava dengê Petrûs bihîst pir kêfa wê hat! Berî derî veke bazda cem mirovan û got Petrûs li ber derî ye. Bawermendan jê bawer nekir. Gotin qey ji bo Petrûs biparêze ferîşteyek ji aliyê Xweda ve hatiye. Lê Petrûs li ser hev li derî dixist. Gava derî vekirin û Petrûs li pêş xwe dîtin, bawermend

matmayî man. Çawa bextewar bûn! Petrûs tiliya xwe bir ber devê xwe û xwest ku bêdeng bin û bi vê re xwest ku pir bala kesî nekişînin ser xwe. Gava aram bûn, Petrûs qal kir bê Xweda ew çawa bi awayekî mûcîzeyî ji girtîgehê rizgar kir.

Piştre Petrûs ji Kudsê veqetiya, Hêrodês lê geriya lê ew nedît.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Kîjan rêvebirî dest bi zilma li dêra Kudsê kir? Çima?

  2. Ji şandiyan kîjan jê ji ber baweriya xwe cara pêşî şehît ket?

  3. Endamên dêrê çi dikirin?

  4. Şeva înfazê çi bi Petrûs hat?

98. Petrûs di Girtîgehê de ye00:00 / 04:43