Îsayê Mesîh ji Yûhenna re Fermana Xweda Ragihand

Îsayê Mesîh ji Yûhenna re Fermana Xweda Ragihand

Pirtûka Pîroz, Peyxam, Beşên 1-22.

Milyaket ji min re got: «Ev peyvên ha dilsoz û rast in. Xudan, Xwedayê ku Ruhê xwe dide pêxemberan, milyaketê xwe şand, da ku tiştên ku divê di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide.» Va ye, ez zû têm. Xwezî bi wî yê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê digire!... Yê ku neheqiyê dike, bila bêtir neheqiyê bike, yê pîs bila pîstir be, yê rastdar bila bêtir rastiyê bike û yê pîroz bila pîroztir be.» «Va ye, ez zû têm û xelata min di destê min de ye, da ku ez li gor kirinên her yekî bidim wî.

Gelek bawermendên Mesîh, heta dawiyê dilsoziya xwe nîşanî Xweda dan. Ji bo Încîlê belav bikin xwe li ber îşkenceyan girtin, qîma xwe bi cangorîtiyê anîn. Lê yek ji şandiyên Wî Yûhenna temenekî dirêjtir kir. Not salî hîn jî endamekî civaka Xirîstiyanan yê bajarê Efesê bû. Her çiqasî ji ber ku bawermendê Îsa bû û zilm

dît jî, nehat kuştin. Li şûna vê, surgunî Girava Patmosê ya Behraspî bû. Girav dirinde û xalî bû, piraniya serhejmara wê kesên mahkûm û gardiyan bûn.

Di nava xalîbûna giravê de, Xweda bi Yûhenna re peyivî. Got Îsa Qral e. Diyar kir ku di dema zilma xedar de jiyana bawermendan di destên Wî de bû!

Di xeyal û xewnên wî de Xweda dawiya dinyayê nîşanî Yûhenna da. Yûhenna di duwazdeh dîtiniyên xwe de, di Pirtûka Peyxamê ya dawî ya Pirtûka Pîroz de diyar kir.

Di dîtiniya dawî de, ferîşteya Xweda dîmeneke xweşik û debdebe ya ku Xweda ji bo gelê xwe amade kiribû, nîşanî wî da. Bihuşta nû, dara jiyanê ya li ber ava çem û çemê ava jiyana zelal ku weke krîstalê ji textê Xweda û Berxê wî diherikî, nîşanî Yûhennayê Şandî kir.

Li asîmanan wê tu guneh tunebûna ji ber ku Îsayê Mesîh wê ji heqê gunehan derketa. Mirin, guneh û bêbawerî êdî wê tunebûya ji ber ku wê Reb hemû tune bikirina. Û hemû kesên xelas bûne, bi Îsayê Mesîh re li desthilatdariya asîmanan heta hetayê wê hukmê xwe berdewam bikirina.

Ferîşteyê ji Yûhenna re got ku hemû tiştên dîtine û bihîstine rast in.

Di dawiya xuyayî de Reb Îsa bi xwe ji Yûhennayê Şandî re wisa got:

“Alfa û omega, yê yekem û yê dawî, destpêk û dawî Ez im… Kok û sulaleya Dawid, Stêrka Sibehê ya dibiriqîne Ez im.”

Gava Reb veqetiya, got: “Ez zû têm!”

Yûhenna bersiva “Amîn!” da û

got: “Were, Reb Îsa!”.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Pirtûka dawî ya Pirtûka Pîroz kê nivîsand?

  2. Îsa ji bo çi wê dîsa bê ser rûyê erdê?

  3. Kesên ji Îsa bawer dikim heta hetayê wê li kuderê bin?

101. Îsayê Mesîh ji Yûhenna re Fermana Xweda Ragihand00:00 / 03:15