Tabîta ji Mirinê Şiyar Dibe

Tabîta ji Mirinê Şiyar Dibe

Pirtûka Pîroz, Karên Şandiyan, Beşa 9. Ayetên 36-42.

Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran. Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn. Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.» Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan. Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt. Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan. Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî.

Rojek ji rojan Petrûsê Şandî çi gundekî bi navê Lîddayê. Ev gund ji Kudsê bîst û çar kîlometre bû û gundekî çiyayî bû. Gelek mirovên wir bawermend bûn, kêfa Petrûs hat ku seriyek dabû wan. Zilamekî bi navê Eneas pir nexweş bû. Felcoyî bû û ev bibû heşt sal ku di nava cihan de bû. Petrûs jê re,

got: "Eneas, Îsayê Mesîh te baş dike. Rabe ser xwe!"

Eneas di cih de rabû ser xwe. Petrûs negotibû "Ez te baş dikim" ji ber ku zanîbû ku tenê bi rayedariya Mesîh nexweş baş dibin. Her kesê ku zanîbû Eneas felç bû îcar aniha dixwestin wî bibînin. Gelek kesan gava dîtin ku ew baş bûye, bawerî bi Xweda anî.

Yafa bajarekî li ber bahrê bû û li dor sîh kîlometreyî ji Lîddayê dûr bû. Hin kesên ji Lîddayê hatin wir û behsa vî zilamê ku Petrûs bi navê Îsa ew baş kir û hişt ku bigihêje hêza xwe ya berê, kirin.

Gava gelê Yafayê ev bihîst, bang Petrûs kirin ji ber ku baweemendeka wan a jin nexweş ketibû û miribû. Navê wê Tabîta bû. Vê jinikê başî dikir û alîkariya feqîran dikir. Aniha xemgîn bûn û şîna wê digirtin. Dostên wê cenazeyê wê amade dikirin. Lêbelê berî ku wê veşêrin dixwestin Petrûs xwe bigihîne ser wan. Gava Petrûs

hat ket odeyê. Li wir dostên Tabîta û jinên bî yên ku alikariya wan kiribû, kom bibûn. Jin digiriyan û kincên ku Tabîta ji wan re çêkiribûn pêş Petrûs dikirin. Tabîta pir ji wan hez kiribû, ji ber vê pir bi wê ve girêdayî bûn.

Petrûs hemû ji odeyê derxistin. Gava her kes derket çong veda, ji Xweda re dua kirin û ji jinika mirî re got: "Tabîta! Rabe ser xwe."

Jinikê çavên xwe vekirin, Petrûs dît û rabû. Petrûs bi destên wê girt û ji bo rabe ser lingên xwe alîkariya wê kir. Petrûs, bang mirovan, bi taybetî bang jinên bî yên pir bi mereq kir. Û wî Tabîta bi awayekî zindî teslîmî wan kir. Dostên wê pir bextewar bûn!

Bi rêya duaya Petrûs re, ev mûcîzeya ku Xweda çêkir, li her cihî belav bû û gelek mirovan bawerî bi Xweda anî.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Navê zilamê Lîddayî yê ku Petrûs ew baş kir, çi bû?

  2. Petrûs vexwendin kîjan bajarî? Çima her kesî ji Tabîta hez dikir?

  3. Tabîta çawa ji mirinê hat şiyarkirin?

97. Tabîta ji Mirinê Şiyar Dibe00:00 / 03:23