Pêrgîhatina li Ser Rêya Emwasê

Pêrgîhatina li Ser Rêya Emwasê

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 24. Ayetên 13-35.

De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû. Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn. Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû. Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin.

Her du xwendekar bi awayekî pir xemgîn û bi keder, ji Kudsê diçûn gundê Emwasê. Li ser rê, ji bo fêhm bikin bê di rojên dawî de çi bûye, di

nav xwe de dipeyivîn. Hêvî kiribûn ku wê Îsa bibe rêberekî mezin û wê gelê xwe azad bike, dabûn dû rêya Wî. Lê aniha miribû. Li aliyê din ê bajêr, dipeyivîn ku Îsa ji mirinê rabûye. Vê nûçeyê ew matmayî hiştibûn. Gava ew di nava xwe de dipeyivîn, yekî biyanî tevlî wan bû. Evê biyanî, Îsa bû. Demekê

dirêj bi ware meşiya û ji wan pirsî: “Hûn bi rê de çi nîqaşê dikin? Çima hûn xemgîn in?”

Yekî ji nava wan bersiv da û got: “Ma tu nizanê bê van rojan li Kudsê çi dibe?”

Piştre xwendekaran çi tiştên bûne ji Wî re gotin. Gava axaftina wan qediya, bi bêdengî dan ser rêya xwe. Îsa bi awayekî bêdeng li wan guhdar kir, di dawî de wisa got:

“Hûn Nivîsên Pîroz fêhm dikin ne wisa? Eger hûn fêhm bikin, divê we zanîbûya ku wê ev hemû bibûna. Wê Mesîh, Kurê Xweda ji bo gunehên mirovan êş bikişanda û bimira, wê derkeve asîmanan û wê bigihîje mezinahiya Xweda. Di Nivîsên Pîroz de, di nivîsên Pêxember Mûsa de û di pirtûka Zebûrê de, derbarê van de pir tişt hatine gotin.”

Ji wan re, ji gelek nivîsan mînak dan. Xwendekaran gelek ji van zanîbûn lê an xelet xwendibûn an jî ji bîr kiribûn, belkî jî bi pêxembertiyan ewle nebibûn. Lê êdî bi rastî ji van hemûyan fêhm kiribûn. Çi bibû li gorî Nivîsên Pîroz pêk hatibû! Reb û mamosteyê wan ji bo li şûna mirovan bimire û wan ji gunehên wan xelas bike,

hatibû. Armanca Wî ne ew bû ku ji rêvebiriya Împaratoriya Romayê rizgar bibe. Mirina Wî ne tesaduf bû. Ji bo dîsa li jiyanê vegere, miribû. Gelo çima di cih de Ew fêhm nekiribûn?

Gava li gotinên Wî biyanî guhdar kiribûn, xemgîniya wan ji ser wan çûbû. Lê hîn jî nizanîbûn bê bi kê re dimeşin.

Gava xwendekaran nêzîkayî li Emwasê kirin, Îsa vexwandin xwarinê û xwestin bi şev li cem wan be. Yê biyanî pejirand. Gava li ser xwarinê rûnişt, rahişt nan û şikir kir, nan parve kir û parçeyek da her yekî ji wan.

Her du xwendekar fikirîn û gotin, “Îsa jî wisa dikir. Pir ecêb e.” Ji nişka ve fêhm kirin ku yê li ber wan rûniştiye Îsa ye! Serê pêşî Ew nas nekiribûn lê aniha tu guman tê de tunebû ku Ew e! Wî kêliyê ji nişka ve Îsa ji ber çavên wan winda bû.

Çawa ew di cih de nas nekiribûn? Gava Nivîsên Pîroz ji wan re rave dikir, dilê wan bi kêfxweşî lê dida! Êdî Îsa ne bi wan re be jî, her du heval kêfxweş bûn. Îsa vejiyabû! Ewqasî bextewar bûn ku biryar dan heman rojê vê nûçeya baş bi xwendekarên din re parve bikin. Di cih de rabûn ser xwe, vegeriyan Kudsê mala ku hemû xwendekar lê bûn.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çend xwendekar ber bi Emwasê ve diçûn? Çima xemgîn bûn?

  2. Di rê bi kê re li hev rast hatin?

  3. Ew çawa nas kirin?

90. Pêrgîhatina li Ser Rêya Emwasê00:00 / 04:24