Yûhenna û Petrûs Tên Ser Goristanê

Yûhenna û Petrûs Tên Ser Goristanê

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 20. Ayetên 1-10.

Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin, bi bez çû ba Şimûn-Petrûs û şagirtê din ê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: «Xudan ji gorê derxistine û em nizanin ku ew danîne ku derê.» Li ser vê yekê Petrûs û şagirtê din derketin derve û bi aliyê gorê ve hatin. Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê. Dema wî xwe xwar kir û nêrî, dît ku cawên keten raxistî ne. Lê ew neket hundir. Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû. Hingê şagirtê din ê ku pêşî gihîştibû ser gorê ket hundir. Wî dît û bawer kir. – Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm

nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. – Piştî vê yekê şagirt vegeriyan cihên xwe.'

Meryema Mecdelanî ku vegeriya bajêr, hat cem Petrûs û Yûhenna xwendekarên Îsa.

Qêriya û got: “Reb ji gorîstanê derxistine, em nizanin bê birine kuderê!”

Ji ber ku wê kêliyê Îsa zindî bû, haya wê jê tunebû ku ji mirinê şiyar bûye!

Petrûs û Yûhenna matmayî man ji ber vê. Di cih de bazdan gorîstanê. Yûhenna ji Petrûs zûtir bazda gihîşt hewşa Ûsivê Aramatyayî. Dît ku kevir ne li ber devê mezel e, li hunduro nêrî lê neket hundur.

Ev tiştekî ecêb bû! Wêrekî ne li wir bû. Tenê cawê keten bi awayekî xweşik li wir hatibûn pêçandin. Yûhenna li derve sekinîbû. Petrûs bazda hat û ket hundurê mezel. Wî jî heman tişt dîtin. Cawê keten ê ku laşê Îsa lê pêçabûn li wir bû û li cihekî din pêşgir hatibû pêçandin. Li gorî fikra Meryem eger laş bihata dizîn, wê dizan caw û pêşgir bi vî awayê xweşik nepêçana û daneynana wir!

Yûhenna bi dû Petrûs re ket hundurê mezel. Ji nişka ve fêhm kir ku Îsa sax e! Mezel ji ber vê vala bû!

Petrûs û Yûhenna vegeriyan bajêr. Li wir gelek xwendekar û jinan, piştrast kirin ku Îsa bi saxî dîtine! Piraniya xwendekarên ku şîna Îsa digirtin û bawermendan ji vê nûçeya xweş bawer nekirin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Meryema Mecdelanî kîjan nûçe gîhand Petrûs û Yûhenna?

  2. Petrûs û Yûhenna li gorîstanê çi dîtin?

  3. Piştî ku Yûhenna gorîstana vala dît, bawerî bi çi anî?

89. Yûhenna û Petrûs Tên Ser Goristanê00:00 / 02:19