Tûma Gumanan Dike

Tûma Gumanan Dike

Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 20. Ayetên 24-29.

Gava Reb xwe şanî xwendekaran da û birînên xwe pêş wan kir, Tûma ne li wir bû. Roja din havalên wî bi kelacan tiştên qewimîbûn jê re gotin lê wî serê xwe hejand.

Wisa got: “Ez ji we bawer nakim. Ji bo ez ji van bawer bikim divê ez destê xwe bidim birînên wî.”

Tûmayê reben! Em ji wî re dibêjin Tûmayê şikber ji ber ku jê bawer nedikir ku Îsa sax e. Heta ku wî Ew bi çavên serê xwe nediya wê bawer nekira. Dixwest tiliyên xwe bide şûna bizmaran û destê xwe bide şûna birînên rima yên li ser sênga Wî û bi awayî bawer bike. Ji bo Tûma bawer bike pêdiviya wî bi delîlên saxlem hebû.

Piştî hefteyeke din xwendekar dîsa li hev civiyan û weke cara din Îsa ji nişka ve di nava wan de xuya kir.

Got: “Bila xweşî li ser we be!” û silav li wan kir.

Piştre Îsa destên xwe dirêj kirin û wisa got:

“Ha vane birînên min Tûma, dest wan bide! Dev ji şikberiyê berde û bawer bike! Li Xweda ewle be!”

Tûma, ji ber bawer nekir û ji ber gotinên ku kiribûn fedî kir û xwe avêt ber lingê Îsa û Ew heband. Aniha dilê Tûmaketibû cih û ji bo Xelasker bi hezkirinê tije bû. Bi dengekî lerzokî qêriya û got: “Reb û Xwedayê min!”

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Gumanên Tûma çawa derketibûn holê?

  2. Çima jê re digotin Tûmayê şikber?

  3. Îsa, erza Tûma şikenand?

91. Tûma Gumanan Dike00:00 / 02:08