Xweda Hezkirina Brahîm Diceribîne

Xweda Hezkirina Brahîm Diceribîne

Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beş 22.

Niha ez têgihîştim ku tu ji Xweda ditirsî, te kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir.

Piştî ku kurê wan Îshaq ji dayik bû Brahîm û Sara jî bextewartir bûn. Her sêyan gelekî ji Xweda û ji hevdû hez kirin. Jixwe tu dizanî ku Brahîm mirovekî dewlemend bû. Lêbelê xezîneya rastîn a dilê wî kurê wî Îshaq bû. Brahîm ji her tiştê dinyayê zêdetir ji kurê xwe hez dikir. Tenê hezkirina wî ya Xweda ji vê zêdetir bû. Rojekê Xweda xwest bizanibe ku hezkirin û baweriya Brahîm a ji bo Wî çi qas zêde û kûr e. Xweda jê re wisa got: "Kurê xwe yê yekta, Îshaq ê ku tu jê hez dikî bibe li ser çiyayekî ku ez ê nîşanî te bidim û piştre wî weke qurbanî derpêş bike." Pir zehmet bû ku Brahîm vê bike! Lêbelê wî dixwest fermana Xweda bi cih bîne, ji ber ku wî ji dil ji Xweda hez dikir. Brahîm hinek dar birîn li kerekî bar kir, Îshaq û du xizmetkarên xwe bi xwe re birin û ketin rê. Sara li malê ma. Rêyeke dirêj bû. Ew ji sibehê heta êvarê meşiyan, wan carinan bêhnvedanên kurt didan. Îshaq bi rastî jî xwest ku bizanibe ew diçin ku derê. Ew wisa ji xwe re difikirî, "Tu deng ji bavê min naye. Divê sedemeke vê hebe. Wî hê tiştek ji min re negotiye." Bi rastî jî sedemeke Brahîm hebû, loma armanca rêwîtiyê ji kurê xwe re negot. Berî bi şevekê Xweda pê re axivî û tiştekî ewqasî xofnak got ku têgihîştina wê ji Brahîm re gelekî zehmet bû. A rastî, Xweda nedixwest ku Îshaq bimire. Xweda dixwest fêhm bike ku Birahîm bêyî bizanibe ferman tê çi wateyê ew ê lê guhdar bike? Xweda dixwest bi vê bizanibe.

Brahîm bi vê nizanîbû. Ew difikirî ku bi rastî jî kurê xwe yê delal wê feda bike. Vê yekê ew gelekî xemgîn kir. Lê herçiqas zehmet be jî wî dixwest daxwaza Xweda pêk bîne. Di dawiyê de ew hilkişîn serê çiyayekî bilind. Êdî Îshaq hew xwe

ragirt û wisa jê pirsî:

"Bavo! Va êzing û agir. Wisa diyar e ku tu yê qurbaniyekî bidî. Baş e lê ka beranê me li ku ye?"

Brahîm nikarîbû tu tiştî bibêje. Girêkekê xwe bi qirna wî girt. Brahîm bi zorê diaxivî û got: "Kurê min, Xweda bi xwe wê beran ji bo qurbanê şewitandinê pêde bike."

Wan li çiyê ji bo çêkirina qurbanîgehê kevir berhev kirin. Brahîm kevir li ser hev nijinandin û qurbanîgeheke mezin çêkir. Piştre wî kurê xwe girêda û ew danî ser êzingên di qurbanîgehê de dirêj kir û rahişt kêra xwe. Di wê kêliyê de dengek ji ezmanan bihîstin ku digot, "Brahîm, Brahîm!" Zilamê pîr ku di destê wî de kêr hebû got,

"Ez li vir im."

Deng wisa got: "Tu tiştî bi kurik neke! Niha ez têgihîştim ku tu ji Xweda ditirsî, te kurê xwe yê yekta ji min texsîr nekir."

Dilê Brahîm sivik bû. Ew bi kêfxweşî li ber qurbanîgehê çongên xwe danîn erdê. Bi destên xwe yên dilerizîn werîsê Îshaq vekir û alîkariya wî kir ku rabe ser xwe. Bav û kur hevdû hembêz kirin û ji kêfa rondik ji çavên wan bariyan. Li nêzîkî cihê ku ew lê bûn wan dengê maemaeyê bihîstin. Brahîm û Îshaq beranekî ku qiloçên wî di nav deviyan de asê maye dîtin. Wan ew li ser qurbanîgehê qurban kir. Bi vî awayî derket holê ku Brahîm mafdar e. Xweda bi xwe beran weke qûrbanî dabîn kiribû. Wexta ew ji serê çiya vedigeriyan dilên wan aram û xweş bû. Îshaq destê bavê xwe digirt. Her du jî li wateya hezkirina Xweda û yên din difikirîn. Wekî din bawerkirina vê zehmet bû lê wan jî hîs dikir ku hezkirina Xweda ya mirovan ji her cure hezkirinê kûrtir e.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Çima Xweda ji Brahîm xwest ku kurê xwe qurban bike?

  2. Gelo Brahîm biryarwer bû fermana Xweda bi cih bîne?

  3. Gelo çi tiştî nehişt ku Brahîm Îshaq bikuje?

9. Xweda Hezkirina Brahîm Diceribîne00:00 / 05:41