Xewna Aqûb

Xewna Aqûb

Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beş 28

di xewna xwe de dît ku sêlimek li ser rûyê erdê hatiye çikandin û serê wî digihîje ber perên ezmanan... Li jor Xweda hebû û wisa digot:

"Ez bi te re me û tu bi ku derê ve herî ez ê piştevaniya te bikim."

Rebeqa Aqûb qane kir ku bireve û jê re wisa got, "Divê tu herî!" Li gorî gotina xulamekî Esaw bi awayekî bi hêrs gef li Aqûb xwaribû ku wî bikuje. Rebeqayê wisa jê re got, "Tu here welatê ku bapîrê te Brahîm lê dijiya. Birayê min Lavan li wir dijî. Heke tu ne li vir bî, birayê te wê di nava çend salan da aram bibe. Ez ê ji te re xeberê bişînim û wî wextî tu yê vegerî."

Rebeqa dizanibû ku wê ji hevserê xwe Îshaq re çi bibêje ku destûra çûna Aqûb bide. Ji Îshaq re wisa got: "Divê ew bi jineke xwedî bawerî re bizewice. Pêdiviya wî bi jineke dilsoz heye."

Îshaq ev qebûl kir. Wekî din, devera ku wê biçûyayê bajarê Brahîm bû. Beriya bi salan jina wî bi xwe ji wir hatibû. Ji bo Aqûb fikireka baş bû ku ji xwe re jinekê bibîne. Îshaq şand pey Aqûb û jê re wisa got, "Aqûb kurê min, divê hevjîna te ne ji vî welatî be. Here welatê dayîka xwe Harranê. Tu ji xwe re li wir jinekê bibîne! Xweda te pîrozwer bike!"

Aqûb ji xwe re fikirî û got, "Baş e, vaye bavê min bi xwe min dişîne. Niha ez ê bikarim xwe ji ber Esaw veşêrim. Ji xwe wisa diyar e ku ez ê wisa heta hetayê ji ber Esaw nerevim."

Wî xatir ji dê û bavê xwe û malbata xwe xwest û ket ser rê. Aqûb ji bo rê ji bavê xwe tiştek nexwest. Xulamek an jî dewarek jî bi xwe re nebir, û herwiha wî kerek jî bi xwe re nebir. Aqûb bi tena serê xwe derket ser rê. Wî xwe pir xemgîn hîs kir. Ew mirovek belengaz û biyan ê bi tena serê xwe rêwîtî dikir. Ew ber bi diyarekî

dûr ku berî niha neçûbûyê ve dimeşiya. Ne konekî wî hebû ku dibinê de raze û ne jî maleke wî hebû. Wexta bû şev wî kevirek xist bin serê xwe û li erdê xwe dirêj kir. Li derdorê ajalên hov hebûn, lê Xweda di tevahiya rêwîtiya Aqûb de ew parast. Xweda dizanibû ku Aqûb çi qas perîşan e û Wî ew xist xeweke nûwaze. Aqûb di xewna xwe de dît ku li ser rûyê erdê sêlimek hatiye çikandin û serê wî gihaye ber perên ezmanan. Ferîşteyên Xweda li ser sêlimê hildikişan jor û dadiketin xwarê. Xweda bi xwe li cihê herî jor rawestiyabû. Wî ji Aqûb re got: "Rebê ku bi Brahîm û Îshaq re axivî Ez im. Ez ê axa ku tu li serê radizî bidim te û neviyên te. Zûriyeta te wê bêhejmar zêde bibe. Hemû netewe wê bi saya zûriyeta te bên pîrozwerkirin. Aqûb tu bi ku ve herî Ez ê li cem te bim û Ez ê te biparêzim."

Aqûb hişyar bû û wisa fikirî, "Ew ne tenê xewnek bû. Xweda bi xwe li vir bû. Ew bi min re axivî!"

Aqûb, kevirê bin serê xwe weke abîdeyekê çikand û dua kir: "Xwedêyo, heke Tu min li ser vê rêya bi xetere ku ez pê de diçim bibarêzî û heke Tu bikî ku ez bi sax û silametî vegerim mala bavê xwe ez ê heta temenê min heye ji Te re xizmetê bikim û Ez ê te herûher bihebînim û biperisînim. Ez ê deheka her tiştê ku bidî min li Te vegerînim.".

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Aqûb çima ji mala xwe derket ku here welatekî dûr?

  2. Aqûb di xewna xwe de çi dît?

  3. Ji Aqûb re Xweda çi got?

11. Xewna Aqûb00:00 / 04:54