Kurê Sozdayî

Kurê Sozdayî

Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beş 15. 18;1-22;21:1-6

Xweda wisa got: "Li ezmanan binihêre, hewl bide ku tu stêrikan bihejmêrî, heta tu dikarî bihejmêrî neviyên te ewqasî wê zêde bibin." Avram Xweda heband. Reb jê re ev weke rastiyekê nivîsand.

Brahîm û Sara li axa Kenanê di konan de dijiyan. Zarokên wan tunebûn. Brahîm û Sara gelek pîr bûbûn. Brahîm nêzî 100 salî û Sara jî nêzî 90 salî bû. Şevekê Xweda ji Brahîm re got: "Li asîmanan binêre. Tu çi dibînî?" Asîman tijî stêrk bûn. Stêrk ewqasî zêde bûn ku nedihatin hejmartin. Piştre Xweda got, "Tu yê bi qasî stêrkên li asîmanan xwedî gelek neviyan bibî. Ew ê li axa Kenanê bi cih bibin û neteweyên

nebaş wê ji vê xakê bên qewirandin." Wê demê zarokên Brahîm nebûn lêbelê dîsa jî ew li Xweda ewle bû û ew piştrast bû ku Reb wê soza xwe bi cih bîne. Brahim tiştekî rast dikir ku ji sozên Xweda bawer dikir. Ji ber ku her gotina Xweda

rast e Ew her dem soza xwe bi cih tîne. Rojekê Birahîm di konê xwe de bû. Danê nîvro wî dît ku sê kes nêzî dibin. Birahîm ber bi wan ve reviya û çû pêşwaziya wan, silav da wan û Brahîm ji yekî ji wan re got: "Rebê min, ji kerema xwe were konê min. Ez ê ji te re avê bînim, lingên te bişom û xwarinê amade bikim. Piştî bêhnvedanekê biçûk hûn bi rêya xwe ve berdewam bikin. Her sê zilaman qebûl kirin ku di konê Birahîm de vehisin. Ma tu dizanî ev zilam kî bûn? Ew ferîşte bûn. Ew ji ezmanan daketibûn, da ku mizgîniya ji Xweda ji Brahîm re bihînin. Xweda

carinan ferîşteyan dişîne ji mirovan re ku daxwaza Wî rave bikin. Ferîşte li tenişta konê wî li ber siya darekê rûniştin. Sara di nava kon de bû. Birahîm jê re got: "Arvanê me yê herî baş bistre û nan bipêje! "Piştre Birahîm golikekî qelew hilbijart û ji xulamê xwe re wisa got: "Here vê bipêje." Dema her tişt amade bû, Brahîm xwarin danî ber mêvanên xwe. Dema xwarin dixwarin Brahîm li binê darê li kêleka

wan li ser piyan rawestiya. Di dema xwarinê de yekî ji mêvanan ji Brahîm pirsî : "Jina te Sara li ku ye? " Û Brahîm got, "Li nava kon e." Mêvan wisa got, "Sala bê vî çaxî ez ê werim cem te, wî wextî kurek jî hevsera te Sara wê çêbûyîbe."

Sara gotinên ferîşte bihîstin, lêbelê wê bawer nekir ku ew bibe xwedî zarok, ji ber ku ew gelekî pîr bû. Ew xwe bi xwe keniya. Feriştê wisa got: "Sara çima keniya? Ew ê bi rastî jî kurekî wê çêbibe! Ma ji bo Reb tiştekî nepêkan heye?"

Piştre mêvan ketin ser rêya xwe. Brahîm ji bo wan bi rê bike bi wan re meşiya. Piştre ew vegeriya konê xwe.

Gelo Xweda soza xwe bi bîr anî? Bi rastî jî Ew li ser soza xwe mabû û di nava salekê de kurek ji Sarayê çêbû. Brahîm û Sara kêfxweş bûn. Wan navê kurê xwe Îshaq lê kir. Îshaq weke zarokekî îtaetkar mezin bû û Xweda jê hez kir. Xweda bi vî awayî soza xwe bi cih anî. Soza kurekî dabû Brahîm û Sarayê û kurek jî da wan. Brahîm tiştekî baş kiribû ku ji soza Xweda bawer kiribû. Û Xweda jî kêfxweş bû ku Brahîm ji gotinên Wî bawer kir. Xweda ev ji bo wî rastî hesiband. Her soza Xweda ewldar e. Xweda dikare her tiştî bike û ji bo Wî her tişt pêkan e.

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Xweda soza çend dûndeyan da Brahîm?

  2. Brahîm bi ferîşteyên ku weke rêwiyan hatibûn serdana wî re çawa tevgeriya?

  3. Xweda xebera çi da Birahîm û Sarayê?

  4. Xweda soza xwe bi cih anî?

  5. Xweda çima qenciyeke wisa bi Brahîm kir?

8. Kurê Sozdayî00:00 / 05:22