AQÛB Û ESAW

AQÛB Û ESAW

Pirtûka Pîroz, Destpêk, Beşên 24, 25, 27.

Esaw wisa got: "Çi bikim ji nixurîtiyê?"

Piştî demekê Îshaq mezin bû û bi Rebeqayê re zewicî. Du kurên wan çêbûn. Navên wan Esaw û Aqûb danîn. Cêwî bûn, lê ne dişibiyan hev. Kurê herî mezin Esaw, serbixwe, xurt û azadîxwaz bû. Ji nêçîra tîr û kevan a li çol û beran pir hez dikir. Ew bê rawestan bi rojan û bi hefteyan diçû nêçîrê. Ew bi goştê ajalên ku bi tîr û kevana xwe li wan xistiye vedigeriya malê. Îshaq di nav kurên xwe de herî zêde ji

Esaw hez dikir. Li aliyê din Rebeqayê ji Aqûb gelekî hez kir. Ew wekî birayê xwe

bi çolan nediket û ne geştreperest bû. Aqûb her dem di binê kon de rûdinişt. Ew bi kerî û sewalê bavê xwe re mijûl dibû û di karên rojane de alîkariya endamên malbatê dikir. Pêşî Esaw çêbûbû. Herçiqasî berî çend xulekan ji dayik bûbû jî,

mafê nixurîtiyê ya wî bû ku ev mafê mîrasê bû. Bavekî li ber mirinê tenê ji kurekî xwe re qenciyeke taybet dikir ji ber ku di wê demê de li wê heremê rewşa berbelav wisa bû. Qenciyeke bi vî rengî pîrozî, hêz, halxweşiya malbatê, xulam, sewal û milkên din vedihewandin nava xwe. Wekî din vê soza hezkirina ji aliyê Xweda ve jî dida. Li gorî vê adet û nerîtê soz û qencî aîdê kurê mezin ê Esaw bû.

Ev Aqûb aciz dikir. Wî xwest ku mafê nixuriyê werbigire. Ne tenê ji mal û milkê bavê xwe, lêbelê ji bo wî a girîntir ew tevî dilxweşî û bereketa bavê xwe bigihîje dilxweşiya Xweda. Berevajî vê, Esaw li berjewendiyên mafê nixurîyê nedifikirî. Xema wî nêçîr bû. Rojekê weke ku çawa Esaw her carê nêçîr dikir Aqûb di karê

malê de alîkariya dayika xwe dikir. Şorbeyeka nîskê ya bi tehm û xweş çêdikir ku ji dûr ve bêhna wê dihat. Esaw ji nêçîrê westiyayî vegerîyabû. Ji ber dema dirêj a lêgerîna nêçîrê ya li çolterê bêzar û westiya bûbû û gelekî birçî bû. Herwiha ji ber ku wî ji bavê xwe re nêçîr neanîbû gelekî bi hêrs bû. Piştî ku alavên xwe yên nêçîrê avêtin erdê, girnijî û got, "Ji min re tiştekî xwarinê bîne." Aqûb bêyî dudilî got, "Ez di berdêla xwarinê de mafê nixuriyê dixwazim?" Esaw wisa got, "Ma ji min re çi fêdeya nixuriyê heye? Ez birçî me." Bi vî awayî Esaw di berdêla zerikek şorbeya nîskan de mafê xwe yê nixuriyê pê guhert. Aqûb pir kêfxweş bû. Pêngava yekemîn

hatibû avêtin. Îcar tişta ku diviya wî bikira ew bû ku rewşê berevajî vegûherîne. Divê bavê wî ne Esaw lê ew pîrozwer bikira. Sal derbas bûn. Îsaq kor bûbû û êdî nema karîbû ji nav livînan derkeve. Rojekê gazî Esaw kir. Wî wisa got: "Lawo, ez ê bimirim. Ez dixwazim te wekî kurê xwe yê mezin pîroz bikim. Rahêje tîr û kevanên xwe here ji nêçîrê ajalekî bîne. Xwarineke xweş çêbike ku ez te pîroz bikim. Esaw rahişt tîr û kevanên xwe û bêyî ku gotinekê ji kesî re bibêje derket. Lê dayika wî Rebeqayê gotinên Îshaq ji derveyî kon bihîstibûn. Ew tirsiya û wisa got : "Naxwê wê hevjînê min, Esaw pîroz bike!

Lê Xweda carekê jê re gotibû ku divê yê bê pîrozkirin Aqûb be. Û wî gelekî ji Aqûb hez dikir." Ji ber vê yekê biryar da ku çi bike.

Rebeqa rast ber bi Aqûp ve bezî û tiştên ku bihîstiye jê re got. Piştre bi nermî wê wisa got: "Du karikan bigurîne û bîne cem min. Bihêle ez wan wekî ku Esaw her tim dikir çêkim. Vê xwarinê bibe ji bavê xwe re û tu jî wekî Esaw tevbigere. Ew ê bi vî awayî te pîrozwer bike."

Jixwe nîvê rojê derbas bûbû û her tişt amade bû.

Rebeqayê cilên Esaw derxistin û dan Aqûb. Aqûb ev cil û berg li xwe kirin. Piştre Rebeqa stû û destên Aqûp bi çermê karikan nixumandin, da ku Îshaq nikaribe ji çermê Aqûp ê bêpirç nas bike, ji ber ku destên Esaw bi pirçê hatibûn nixumandin. Aqûp xwarin bir binê konê bavê xwe û wisa got, "Ez li vir im, bavo."

Îshaq serê xwe rakir û got, "Ew kî ye?"

Aqûb xweziya xwe daqurtand û bi derew kir.

Wî got, "Ez kurê te yê yekem Esaw im. Min weke gotina te kir. Rabe goştê nêçîra ku min anî bixwe ku tu min pîroz bikî."

Îshaq veciniqî, yê li pêşber weke ku ne Esaw bû.

Wî got, "Lawo nêzîkî min bibe ez dixwazim destê xwe deynim ser

serê te."

Morîkên xwêdanê di eniya Aqûb de xwe dan der. Ew tirsiyabû. Heke bavê wî derewa wî derxîne holê wê çi bibûya? Îshaq destê xwe da destên kurê xwe. Lê cihên ku dest dida wan bi çermê karikan hatibû nixumandin. Îshaq got: "Pir ecêb e. Dengê te mîna yê Aqûb e, lawo lê destên te mîna yên Esaw in. Rast bibêje, tu Esaw î ne wisa?" Aqûb bi derwînî wisa got, "Erê ez Esaw im." Îshaq xwarina xwe qedand û wisa got: "Were lawo, nêzîk bibe ku tu min maç bikî." Aqûb nêzîk bû û bavê xwe maçî kir. Îshaq kincên wî bîhn kirin û hemû gumanên wî ji holê rabûn.

Kurê min, bêhna mêrg û zeviyên kesk ên ku Xweda soz dabû me ji te tê. Tu were cem min çongên xwe deyne erdê. Wexta Aqûp li kêleka nivînê çong danîn bavê wî destê xwe danî ser serê wî. Piştre bi awayekî cidî wisa got:

"Bila Xweda gelek fêkî û sewal û pezê ser rûyê erdê bide te. Bila hemû netewe û birayê te serî li ber we bitewînin. Yên ku tu lanet kirine bila bên lanetkitin yên tu pîroz kirine bên pîrozwerkirin!" Gava ku Aqûb ji binê kon derket Esaw ji nêçîrê vegeriya. Esaw wisa got, "Bavo, ez li vir im. Min ji bo te xwarin amade kir.

Tu dikarî min pîroz bikî." Îshaq bi tirs pirsî: "Te got çi? Naxwe yê berî bi kêlîkê hatibû cem min kî bû? Min kî pîroz kir?"

Wî wextî hemû rastî derketibû holê. Esaw got, "Ev du car in ku Aqûb min dixapîne! Pêşî, wî mafê min ê nixuriyê ji min wergirt. Û niha jî ji dêvla min ve ew hatiye pîrozkirin! Tu dikarî min jî pîrozwer bikî, ne wisa?"

Îshaq bi xemgînî got: "Ez nikarim kurê min. Ez tenê dikarim carekê pîrozweriya nixuriya ku Xweda soza wê daye min bikim. Ez jî dikarim te pîroz bikim, lê ji we her duyan êdî tu yê ne yê yekemîn û nixurî bî.

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Navên kurên Îshaq çi bûn? Çi dikirin?

  2. Îshaq gava Esaw şand ku jê re xwarinê bîne, Îshaq di serê xwe de pêşnûmeya çi kir?

  3. Rebeqayê çawa ket proseya xapandina Îshaq?

  4. Gelo kirinên Aqûb ên ji bav û birayê xwe re ji bo têkiliyên me yên bi heval û malbata me re dibin weke mînak? Heke ew ê bibin çima, heke ne wisa be, çima?

10. AQÛB Û ESAW00:00 / 09:31