Îsa ji Mirinê Şiyar Dibe

Îsa ji Mirinê Şiyar Dibe

Pirtûka Pîroz, Metta, Beşa 28. Ayetên 1-8.

Piştî Şemiyê, roja pêşî ya heftiyê serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binêrin. Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt. Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn. Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan. Milyaket ji jinan re got: «Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew ne li vir e, wek ku wî gotibû, ew rabûye. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin. Îcar zû herin ji şagirtên wî re bêjin: ‹Ew ji nav miriyan rabûye...

Gava berbangê li rojê dixist, çend jinên ku di nava wan de Meryem, Meryema Mecdelanî û Salome, di kolanên teng yên Kudsê re derbas bûn. Çima ewqasî xemgîn xuya dikirin? Tiştekî pir xerab qewimî bû: Îsa miribû! Gelek sedemên her yekê ji wan hebûn ku ji Îsa re spasiya xwe bikin. Difikirîn ku wê careke din tu carî li Wî guhdar nekin û weke ku berê dikirin wê êdî nikaribin alîkariya Wî bikin. Aniha cara dawî dixwestin hurmeta xwe nîşanî Îsa bikin. Wê bedena Îsa ya bêcan bi biharatan mesih bikirina.

Gava çûn ser mezel, jin; di meseleya rakirina kevirê li ber devê gorê de, bi guman bûn. Di dawiya dawî de gihîştin bexçeyê ku gorîstana Îsa lê bû. Lê ew çi bû? Kevir bi dawî de xindirî bû û devê gorîstana wî vekirî bû! Jin baş nêzî wir bûn. Li derdorê tu kes tunebû. Jinan pêşî bi baldarî li hundurê gorîstana wî nêrîn, dûra

bi tirs ketin hundur. Ew pêlika kevirî ya ku laşê Wî danîbûn ser, dîtin ku ew vala ye! Li vir çi bibû? Yekî bi rastî laşê Îsa revandinû û biribû?

Heta wê kêliyê nizanîbûn ku Îsa ji mirinê şiyar bûye. Ji ber ku Îsa ji mirinê rabibû, laşê Wî ne li wir bû. Mûcîzeya herî mezin ber destê sibehê pê hatibû. Mesîh ji mirinê şiyar bibû! Ferîşteyek ji asîman daketibû û kevir xindirandibû aliyekî. Bi vî awayî wê her kes jê bawer bikira ku Îsa ne li wir bû. Parastgehên devê derî tirsiyan

û ji wir reviyan.

Lêbelê jinan bi vê nizanîbûn. Tekane tişta dîtin ku gorîstan vala ye, Meryema Mecdelanî bi rastî xemgîn bibû. Jinên din difikirîn bê wê çi bikin, Meryema Mecdelanî baz da bajêr ku nûçeyê bigihîne Petrûs û Yûhenna. Ji nişka ve ferîşteyeke ku di nava kincên biriqandî de dîtin. Ferîşteyê mizgîniya bêhempa wisa ji wan re got: “Îsa ji mirinê rabû! Netirsin! Zû vegerin bajêr, ji xwendekarên Wî re bêjin Îsa ji mirinê rabû!”

Pirsên ji bo gotûbêjê

4 pirs
  1. Roja pêşî ya hefteyê kîjan mûcîzeya mezin pêk hat?

  2. Serê sibehê jin çûn kuderê? Sedema çûyîna wan çi bû

  3. Gava ferîşte dîtin çi bi parastgehan hat?

  4. Ferîşteyê çi ji jinan re got?

88. Îsa ji Mirinê Şiyar Dibe00:00 / 03:21