Li Çarmîxêxistina Îsa

Li Çarmîxêxistina Îsa

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 23. Ayetên 33-49.

Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê. Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin. Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!› » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da.

Tabûreke leşkerên Romayê, Îsa û du sûcdarên din ku wê li çarmîxê bihatana xistin, ew qamçî dikirin û bi wan de diqêriyan û li jêra rê didan ber xwe. Gelek mirovan dabû dû wan û ber bi cihê ku Romayiyan sûcdar înfaz dikirin, diçûn. Navê vî cihî Golgota bû. Dihat wateya "Cihê Qoqê Serî." Romayiyan zor didan girtiyan ku çarmîxa xwe bi xwe rahijinê. Ev yek cezayekî din piştî lêxistinê bû. Ji ber vê Îsa, mecbûr ma ku beştê giran yê çarmîxa xwe rahijiyê.

Îsa di nêviyê rê de ji hal de ket. Serê tabûrê çarmîx ji Îsa girtin û danîn ser pişta zilamekî bi navê Şîmûn ku ji Kîreneyê bû. Di nava qelebalixiyê de gelek jinên ku dabûn dû Îsa hebûn. Gava êşa ku Îsa dikişand didîtin, digiriyan.

Gava hatin cihê înfazê, leşkeran bi dilhişkî peywira xwe dianîn cih. Îsa li erdê bi çarmîxê ve kutan. Piştre koncalek kolan, çarmîx rakirin û xistin koncalê û di wir de çît sekinandin. Leşkeran heman tişt bi her du girtiyên din jî kir. Her duyên din bi Îsa re li çarmîxê xistin. Yek li aliyê Wî yê çepê bû yek li aliyê rastê. Çend dostên nêz ên Îsa, heta cihê çarmîxê pê re çûn. Jin digiriyan. Lêbelê hin kes hinekî li dûr sekinîbûn û henekên xwe bi Îsa dikirin.

Digotin: "Eger tu Kurê Xweda be ji çarmîxê dakeve jêr û xwe rizgar bike! Wê demê em ê ji te bawer bikin!"

Yek ji wan sûcdarê ku li çarmîxê xistibûn, heqaret li Îsa dikrin. Lê yê din erza wî şikenand û got:

"Bêdeng be! Em bi mafdarî hatin cezakirin. Tiştên me kirin hatin serê me. Lê vî camêrî tu tiştê xelet nekiriye!"

Piştre sûcdar ji Îsa re got: "Îsa, gava tu gîha desthilatdariya xwe min bi bîr bîne!"

Îsa bersiv dayê û got: "Ez sozê didim te, tu yê îro bi min re li bihuştê be!"

Ji nişka ve tarîbûnekê xwe di ser welat de xwar kir. Asîman dihejiya.

Êşa fizîkî ya ku Îsa dikişand zêde bû lê êşa Wî ya hestiyarî hîn zêdetir bû.

Gunehê hemû dinyayê li ser pişta Wî bû. Piştî çend saetên îşkenceya xedar, bi dengekî bilind qêriya û wisa got: "Xwedayo, Xwedayo... te çima terka min kir?"

Wê kêliyê Îsa ji ber gunehê mirovan, hêza xezeba Bav dîtibû. Bi vê xezebê re tu mirovî nikarîbû xwe derxista. Tenê Îsayê Mesîh ku hem mirov û hem jî Xweda bû xwe li ber girtibû!

"Temam bû! Bavo, ez giyanê xwe radestî te dikim!"

Ev gotinên Îsa yên dawî bûn.

Piştî ev gotin kir bêhna xwe ya dawî da. Serê Wî ket ber Wî. Îsa

mir.

Heman şevê Ûsivê Aramatyayî (zilamekî dewlemend yê ku bawerî bi Îsa anîbû lê ji ber ditirsiya newêrîbû ev tişt bigota) hat cem Pîlatos û destûr xwest ku laşê Îsa ji çarmîxê daxin û li gorî kevneşopiyên Yahûdiyan Wî veşêrin. Pîlatos qebûl kir.

Nîkodîm şevekê hatibû cem Reb û bawerî bi dizîka pê anîbû. Nîkodîm jî alîkariya Ûsiv kir. Li gorî adet û usûlên veşartina Yahûdiyan, çi tiştên ji wan re lazim bûn anîn. Ev tişt, cawekî (qumaş) ku pê laşê Wî pê bipêçin û ji bo laşê Wî yax bikin yaxeke tevlihev bû. Laşê Îsa di nava baharatan de li qumaşekî keten pêçan. Li cem cihê ku Ew li çarmîxê xistibûn, di goreke ku di latê de hatibû kolandin, veşartin. Deriyê gorê bi kevirekî mezinî rast hat mor kirin. Ûsiv û Nîkodîm piştî her tişt temam kirin vegeriyan malên xwe. Roja din serokkahîn û Ferîsiyan, anîn bîra xwe ku wê Îsa di roja sisêyan de ji mirinê rabe. Hatin cem Pîlatos û jê xwestin ku li devê gora Îsa leşkeran bi cih bike. Tişta jê ditirsiyan ew bû ku xwendekarên Îsa laşê Wî birevînin û dûra jî bêjin Îsa ji mirinê rabûye. Pîlatos qebûl kir ku tabûreke leşker bide wan. Bi ser vê de Yahûdiyan devê gorê mor kirin, bi vî awayî tu kes nikarîbû bi dizî têkeve gorê. Rayedaran bi vî awayî laşê Îsa bi awayekî baldar xistin bin parastina xwe ji ber ku ditirsiyan Ew ê serê wan têxîne belayê.

Pirsên ji bo gotûbêjê

5 pirs
  1. Ji bo Îsa li çarmîxê bixin Ew birin kuderê? Kê alîkariya Wî kir ji bo rahije çarmîxê?

  2. "Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!" Em çi ji vê gotina Îsa fêhm dikin?

  3. Mirina Îsa ji bo çima ewqasî girîng e?

  4. Ûsivê Aramatyayî, çawa îspat kir ku ji Mesîh hez dike? Çi kir?

  5. Endamên Lijneya Bilind, piştî mirina Reb ji ber çi pir bi endîşe bûn?

87. Li Çarmîxêxistina Îsa00:00 / 06:24