Îsa li Huzûra Pîlatos e

Îsa li Huzûra Pîlatos e

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 23. Ayetên 1-25.

Pîlatos careke din bi wan re peyivî, çimkî wî dixwest Îsa berde. Lê wan kir qîrîn û gotin: «Wî xaç bike, wî xaç bike!» Hingê wî cara sisiyan ji wan re got: «Ka vî mirovî çi xerabî kiriye? Min tu sedemê kuştina wî nedîtiye. Loma ezê wî bidim ber qamçiyan û berdim.» Lê dîsa ew li ser ya xwe diman û bi qîrîneke bilind dixwestin ku ew bê xaçkirin û dengê wan bi ser ket. Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih. Wî ewê ku ji ber serhildan û mêrkujiyê girtî bû û wan berdana wî dixwest, ji zîndanê berda û Îsa bi hêviya daxwaza wan ve hişt.

Roja din leşkeran Îsa anîn huzûra Pîlatosê nûnerê Împaratoriya Romayê. Wî wê biryar bidaya ku Îsa înfaz bikin an nekin. Mirov ji zûde li ber sarayê kom bibûn. Pîlatos bi dengekî bilind ji mirovên li wir kom bibûn wisa got: "Vî camêrî tu neheqî nekiriye ku bê kuştin. Min tu tawanbarî tê de nedît. Ji ber vê ez ê ceze bidim Wî û Wî berdim."

Qelebalixî qêriya: "Na! Na! Wî li çarmîxê bixe! Wî li çarmîxê bixe!"

Pîlatos wê çi bikira? Van mirovan ji bo Îsa bidin kuştin zor lê dikirin. Lêbelê Pîlatos jê bawer bû ku Îsa bêsûc e. Piştre tiştekî wisa hat bîra wî: "Di Cejna Derbasbûnê ya Yahûdiyan de kevneşopiyek bû kesekî girtî bê berdan. Eger di nava kûjer Barabbas û Îsa de bimînin, bi îhtîmaleke mezin wê Îsa hilbijêrin." Pîlatos ji qelebalixê re got:

"Îsa ji bo we kê ji gitîgehê berdim? Îsa an Barabbas?"

Mirov qêriyan û gotin: "Barabbas, Barabbas, Barabbas!" Ji hewşa qesrê dengê tîqetîqa mirovan dihat. Leşkerên Romayî henekên xwe bi Îsa dikirin. Piştî ku pir lê xistin îcar dest pê kirin û henekê xwe bi Wî dikirin. Te digot qey kincê kraliyetê xeftanekî kevin yê sor lê kirin. Ji stiriyan tacek jê re çêkirin û xistin serê Wî. Qîriyan "Bijî Qralê Yahûdiyan!" û henekên xwe bi Wî kirin. Ew ewqasî dan ber qamçiyan, hemû bedena Wî xwîn bibû.

Pîlatos hêvî dikir ku ev henekpêkirin û lêxistina li Îsa tê kirin û Îsa qet li ber dernakeve, wê bihêle ku dilê mirovan lê bê rehmê. Ew derxist ber qelebalixiyê lê dilê tu kesî pê neşewitî.

Qelebalixî qîriya û dîsa got: "Wî li çarmîxê bixe! Wî li çarmîxê bixe!"

Tu rêya Pîlatos nema bû. Di teşteke ku jê re anîn de li ber qelebalixiyê destên xwe şûştin û wisa got: "Ez ji xwîna vî mirovê rast ne berpirsiyar im. Ev berpirsiyariya we ye! Ez ê Wî li çarmîxê bixim lê wê xwîna Wî bi ser we de birije!"

Piştre ji bo wan Barabbas serbest berda. Leşkeran hîn jî henekên xwe bi Îsa dikirin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Pîlatos ji bo Îsa ji nefreta mirovan biparêze hewl da çi bike?

  2. Çima mirovan Barabbas hilbijart?

  3. Îsa mecbûr ma ku çi bê serê Wî?

86. Îsa li Huzûra Pîlatos e00:00 / 03:22