Petrûs Îsa Înkar Dike

Petrûs Îsa Înkar Dike

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 22. Ayetên 54-62.

Îcar wan Îsa girt û birin, ew xistin xaniyê Serokkahîn. Petrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû. Gava di nav hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Petrûs di nav wan de rûnişt. Keçikeke berdestî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kirin û got: «Evê ha jî bi Îsa re bû.» Lê wî înkar kir û got: «Ya jinikê, ez wî nas nakim.» Piştî kêlîkekê, yekî din ew dît û got: «Tu jî yek ji wan î.» Petrûs lê vegerand û got: «Na camêr, ez ne ji wan im.» Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: «Hema bi rastî evê ha jî bi wî re bû, çimkî ew ji Celîlê ye.» Lê Petrûs lê vegerand û got: «Ey camêr, ez nizanim ka tu çi dibêjî.» Hema hingê hê ew dipeyivî, dîk bang da. Hingê Xudan li pişt xwe zivirî, li Petrûs nêrî; îcar peyva Xudan hat bîra Petrûs... Petrûs derket derve û bû kûrkûra giriyê wî.

Sibeha înê bû. Îsa birin cem serokkahînê bi navê Kayafa. Ji bo lê pirsîna Îsa bikin û ceze bidin Wî, Sanhedrîn (Lijneya Bilind) li mala serokkahîn civiyan.

Petrûs, Îsa ji dûr ve dişopand. Bi şiklekî dizî xwe gîhand hewşa xaniyê kahîn, Îsa li wir dadirezandin. Sar bû. Xizmetkar û leşkeran ji bo ku xwe germ bikin li orta hewşê agirek pê xistin û li dora êgir rûniştin. Petrûs jî bi wan re li dora êgir rûnişt.

Ji nişkê ve jinekeke li wir rûniştî got: "Tu ne yek ji xwendekarên Îsa bû ma? An ez xwe şaş dikim?"

Petrûs got, "Na, na ne ez im" û hewl dida wê îkna bike. Ev cara pêşî bû ku wî Îsa înkar dikir. Ya rastî hîn berî demeke kin gotibû ez ê vê tu carî nekim.

Saetek di ser hatina Petrûs re derbas bibû ku hatibû hewşê. Di dema darizandinê de çi hatibû serê Îsa hemû bihîstibû û dîtibû. Di nava qelebelixiyê de xwe veşart, ji ber ku dixwest heta civîna Sanhedrînê biqede li wir bisekine. Xizmetkarekî li Petrûs nêrî û, got: "Tu bi Wî re bû!"

Petrûs bersiv dayê û got: "Bi Îsa re? Ez Wî nas nakim!"

Ev bibû cara duduyan ku Reb înkar dikir.

Di wê kêliyê de ji dadgehê dengekî xurt bilind bû. Henekê xwe bi Îsa dikirin, êrîşî Wî dikirin, heta hinekan jê li Wî dixistin. Piştî demeke din yekî ji Petrûs re got:"Bi rastî jî tu yekî ji wan e; axaftina te, te dide dest!"

Gava Petrûs dît ku Îsa diêşînin, tirsiya û fikirî ku wê heman tiştan bînin serê wî jî. Got: "Ez vî Îsayî nas nakim!"

Tam gava ew dipeyivî, dîk bang kir û mizgîniya roja nû da.

Petrûs, di dema Cejna Derbasbûnê de berî bi şevekê tiştên ku Îsa di ser şîvê de jê re gotibûn, anîn bîra xwe. Gotibû: "Îşev berî ku dîkê sibehê bang bide tu yê sê carî min înkar bike." Petrûs li Rebê ku înkar kiribû nêrî, wî jî ferq kir ku lê dinêre.

Petrûs, fedî kir û pir aciz bû. Baz da derve û bi dilşewatî bû kûrkûra giriyê wî. Wê tu carî nêrînên Reb ji bîra wî derneketana.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Kê Petrûs weke xwendekarê Îsa da naskirin?

  2. Petrûs çawa bersiv da? Ev çend carî dubare kir?

  3. Petrûs ji ber çi bi dilşewatî giriya?

85. Petrûs Îsa Înkar Dike00:00 / 03:26