Îxanetê li Îsa Dikin û Têgirtin

Îxanetê li Îsa Dikin û Têgirtin

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 22. Ayetên 47-54.

Qelebalixek hat ket bexçe. Mirovan rê bi meşaleyan ronî dikir û weke ku wê dizekî an jî kûjerekî bigirin, di destên wan de şûr û darên wan hebûn. Bi piranî yên hatin, zilamên kahîn û Ferîsiyan bûn. Xwendekarê Wî Yahûda rêbertî ji wan re dikir.

Îsa pirsî û got: "Hûn li kê digerin?"

Yek ji nav qelebalixiyê qêriya û got: "Li Îsayê Nisretî."

Îsa got: "Ez im."

Yahûda ji wan re gotibû ez ê işaretekê bidim we. Got: "Ez naxwazim tevliheviyek derkeve. Ji bo silavkirinê ez ê Îsa maç bikim, wê demê teqez hûn ê fêhm bikin bê hûn ê kê binçav bikin."

Gava Yahûda nêzî Îsa bû, Îsa bi hêdîka got: "Tu bi maçekê îxanetê li min dikî, birako?"

Van gotinan malik li Yahûda xera kir lê dîsa jî Îsa maçî kir. Wê kêliyê zilamên kahînan derketin pêş û Îsa girtin û birin.

Îsa got: "Çima hûn di nîvê vê şevê de hatin cem min? Her roj li peresteghê min ders didan, we destê xwe neda min." Li ber kesên ku ew girêdan derneket û li ber xwe neda.

Xwendekarên dîtin ku mamosteyên wan birin, ji tirsan ji hev belav bûn.

Îsa, bi dijminên xwe re ku wê cezayê kuştinê bidinayê, ew birin Kudsê..

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Wê şevê ji bilî Îsa û xwendekarên Wî kî hat Getsemaniyê?

  2. Gava Yahûda nêzî Îsa bû çi kir?

  3. Gava hatin ku Mesîh binçav bikin çima li ber xwe neda?

84. Îxanetê li Îsa Dikin û Têgirtin00:00 / 02:14