Li Getsemaniyê

Li Getsemaniyê

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 22. Ayetên 39-46.

Îsa derket û wek her car çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn. Gava ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Duali pey wî çûn. Gava ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.» Ew, hema bêje bibikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.» Ew, hema bêje bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kirdûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir û got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbasû got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.» Îcar milyaketekbike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.» Îcar milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî. Îsa ket berxwedaneke dijwarji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî. Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopênû bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser erdê.xwînê yên gir û diketin ser erdê.

Îsa û yazdeh xwendekarên xwe, di ber çemê Kîdronê re ku li nêzî Kudsê diherikî, dimeşiyan. Xwendekarê duwazdeha Yahûda ne bi wan re bû. Di nava tariya şevê de çûn ser Çiyayê Zeytûnê. Îsa li vir ji Bavê Asîmanî re dua kirin.

Li berpalê çiyê bexçeyekî zeytûna yê bi navê Getsemanî hebû. Berî têkevin nava bexçe Îsa ji xwendekarên xwe re got: "Ez ê herim duayan bikim, li vir rûnen."

Got bila Petrûs, Aqûb û Yûhenna bi Wî re bên.

Îsa wan kêliyan li ber xwe dida. Bi keder û bi guman bû. Reb dizanîbû wê çi biqewime. Mirov li ser barê gunehên xwe siwar bibûn û divê Îsa li çarmîxê derkeve ber mirinê. Ne tenê bedena Wî, wê giyan û canê Wî jî ev êşa giran bikişanda. Ew kesê tu gunehê Wî tuneye Wê cezayê gunehên hemû mirovan bikişanda.

Rebê di nava êş û kederê de, ji xwendekarên xwe yên ku pir ji wan hez dikir, wisa got:

"Ez di nava kederê de difetisim. Hûn li vir bisekinin bila çav û guhên we li ser min bin!"

Weke her mirovî pêdiviya Îsa jî pê hebû ku bi dostên xwe re be. Ji ber vê bang li xwendekarên xwe kir ku pê re duayan bikin. Hinekî ji wan dûr ket, çongên xwe dan erdê û dest bi duayan kir.

"Bavo! Ji bo te her tişt mumkun e. Vê tasê ji ber min bi dûr bixe. Dîsa jî bila ne xwesteka min, ya te bi cih bê."

Weke her mirovî Reb jî ji êş û jana dihat ber bi Wî de dixwest bireve. Lêbelê weke Kurekî ku ji Bavê xwe re îteatê dike, wisa got:

"Lêbelê wê ne xwesteka min bi cih bê, wê ya te bê cih."

Gava Îsa dua dikirin, ewqasî ji dil û can bi keder bû ku xwêdana Wî weke dilopên xwînê diketin erdê. Ji asîmanan ve ferîşteyekê xwe pêş Îsa kir û ew bi hêz kir.

Piştî ku duayên xwe qedand, çû cem her sê xwendekarên xwe. Xwestibû bi Wî re duayan bikin lê wan dua nedikirin. Dît ku her sê jî ketine xew.

Ew şiyar kirin û ji Petrûs re got: "Şîmûn tu şiyar bû? Tu nikarîbû saetekê şiyar bimînî qey?

Bi gotina vê re Îsa xwest ku soza berê dabû Şîmûn bîne bîra wî. Ev soza ku bi Wî re bimire û neînkarkirina Wî bû. Îsa du carên din ji xwendekarên xwe xwest ku pê re duayan bikin û du carên din dît ku xwendekarên Wî ketine xewê. Gava cara sisêyan hat, ji wan re wisa got:

"Hûn hîn jî radikevin? Dem hat. Lê binêrin mirovahî dikeve nava destên gunehkaran. Rabin! Em herin! Ha waye yê ku îxanet bi min re kir, tê!"

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Piştî Şîva Dawî Îsa çû kuderê?

  2. Îsa li Getsemaniyê çi dikir? Ji Bavê Xwe yê Asîmanî çi xwest?

  3. Îsa xwest ku xwendekarên Wî çi bikin?

83. Li Getsemaniyê00:00 / 03:58