
Cejna Derbasbûnê ya Dawî
Pirtûka Pîroz, Yûhenna, Beşa 13. Ayetên 1-32.
Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir. Di dema xwarina şîva êvarê de... Îsa xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça. Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir... Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon. Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin.
Gelê Îsraîlê Cejna Derbasbûnê weke cejna herî girîng didîtin. Îsa xwest cejnê bi xwendekarên xwe re derbas bike.
Ji Petrûs û Yûhenna re wisa got: "Gava hûn hatin Kudsê, hûn ê zilamekî bibînin ku di cerekî de avê dikişîne. Bidin dû wî û jê bipirsin bê em ê Cejna Derbasbûnê li kuderê pîroz bikin. Wê odeyeke pir mezin pêş we bike, hûn ê jî li wir bikaribin her tiştî amade bikin."
Xwendekaran bi ya Îsa kirin.
Wê şevê li Kudsê li malekê li odeyeka wê ya mezin civiyan. Li gorî kevneşopiyê pêşî stran gotin lê piştre Îsa tiştekî ne ji rêzê û ne tiştekî ku li bendê bûn, kir. Rahişt teştê, tije av kir, li ber lingê xwendekarekî xwe rûnişt û dest bi şûştina lingên wî kir. Piştî ku lingê xwendekarê xwe şûşt, çû yê duduyan, piştre jî çû yê sisêyan... Çavên xwendekarên wî beloq bûn. Nizanîbûn bê ev dihat çi wateyê. Di rewşa normal de li malên malmezinan de xizmetkar lingên mêvanan dişûştin. Lê Îsa ne xizmetkarên wan bû! Ew, mamoste bû, Kurê Xweda bû lê karê xizmetkarekî dikir!
Gava dor hat ser Petrûs, Petrûs wisa got û li hember vî karî derket: "Ya Reb, ez tu tucarî nahêlim tu lingên min bişo!"
Îsa li wî nêrî û wisa got: "Eger tu nehêle ez lingên te bişom, li cem min cihê te tuneye."
Vê rewşê hişt ku Petrûs kêliyekê bifikire. Ev ne tenê bi ling şûştinê ve têkildar bû. Ev ji bo Îsa giringiyeke wê ya din hebû.
Piştî ku şûştina lingên xwendekaran qediya, Îsa vegeriya cihê xwe. Pirsî û got: "We fêhm kir bê min çi bi we kir?"
Xwendekar bêdeng bûn, ji ber ku ya rastî tu kesî ev tam fêhm nekiribû.
Rave kir û got: "Ji bo tiştên ku min kirin hûn jî bikin, tenê ev mînakek bû."
Xwendekar wisa difikirîn: "Em ê heman tiştî bifikirin? Em ê bibin xizmetkar? Îsa bi rastî jî hêviya vê ji me dike?"
Îsa wisa domand: "Hûn weke mamoste û Reb bang min dikin. Hên rast dibêjin, ez wisa me. Lê dîsa jî, min lingên we şûştin, naxwe divê hûn jî lingên hevdû bişon. Kole ji efendiyê xwe, elçî jî ji kesê ew şandiye ne mezintir e. Hûn xizmetkar û elçiyên min in. Ji ber vê netirsin ku hûn xizmetê ji cîranên xwe re bikin."
Îcar aniha dikarîbûn dest bi şîvê bikin. Xwendekaran xwarin anî û li benda Îsa man ku duayê bike. Berî ku duayê bike Îsa careke din xwendekarên xwe şaş kirin. Anî bîra wan ku mirina Wî nêz dibe. Got: "Wê bi min bikenin û wê li min bixin. Ez ê bêm kuştin. Lê roja sisêyan ez ê ji mirinê rabim."
Xwendekar li ser van gotinan pir aciz bûn. Reb wisa got: "Berî ku ez bikişînim min xwest bi rastî ez vê Cejna Derbasbûnê bi we re pîroz bikim. Ji ber cara bê ez karibim bi we re pîroz bikim wê di bin desthilatadariya Xweda de be.
Îsa piştre rahişt nan, dua û spas kir. Nan jê kir û da xwendekaran.
Got: "Ev bedena min. Çawa ev nan hat perçekrin wê bedena min jî ji bo we bê perçekirin. Vêya, ji bo ez bêm bîra we bikin."
Piştî xwarinê Îsa rahişt tasekê û hinek şerab berdayê û wisa got:
"Ev xwîna min e ya ku di ber we de hatiye rijandin. Ev, peymana nû ya di navbera Xweda û mirovan de ye."
Tasa xwe da destê xwendekarê li tenişta xwe, her xwendekarekî ji şerabê vexwar.
Şîv bi dawî dibû. Vê carê tarza pîrozkirina Cejna Derbasbûnê ne weke berê bû. Xwendekaran ji gotinên Îsa tenê beşeke biçûk fêhm kiribûn. Lêbelê di demeke kin de, di dema şîva dawî de wê wateya gotinên Reb fêhm bikirina..
Pirsên ji bo gotûbêjê
4 pirsLi Kudsê divê kê amadekariya Cejna Derbasbûnê bikira?
Îsa ji ber çi lingên xwendekarên xwe şûşt?
Îsa bi dayîna vê mînakê re xwest çi pêş xwendekar û kesên li dû Wî bên, bike?
Reb çi emir li xwendekarên xwe kir?