
Meryem li Beytanyayê Yaxên Baş di Îsa de Dide
Pirtûka Pîroz, Marqos, Beşa 14. Ayetên 3-9.
Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî li ser sifrê rûniştî bû, jinikek hat û
di firaxeke mermerê spî de rûnê nardê yê safî yê gelek giranbiha anî. Wê firaxa
mermerî şikand û bi serê Îsa de rijand. Hinek hêrs bûn. Lê Îsa got: Dev ji jinikê
berdin. Çima hûn wê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.
Berî Cejna Derbasbûnê bi şeş rojan Îsa bi xwendekarên xwe re hat Beytanyayê. Weke her car; li mala Marta, Meryem û Lazar ma. Şeva din serdanek dan Şîmûnê kotî ku Îsa ew baş kiribû.
Marta li ser masê xwarin li wan belav dikir. Meryem rabû, rahişt qabeke ji mermerê spî ku tê de bêhneke (yaxeke taybet) pir biha heye û hat cem Îsa. Devê qaba nazikî û bi mor, bi awayekî baldar şikenand û yax bi ser serê Îsa dakir û piştre di lingên Wî da. Porê xwe yê dirêj vekir û bi porê xwe di lingên Îsa de da. Bêhna yaxa biha li malê belav bû.
Hinek jê bi Meryem de xeyidîn. Li ber ketin ku ew yaxa wisa biha bi derewan xerc kir. Yahûda Îskariyotê ku piştre wê îxanetê bi Îsa re bike got: "Me dikarîbû ev yax bi sêsed dînarî zêdetir bifirota û ew pere li feqîran belav bikirana."
Ne ji ber ku feqîr li ser bala wî bûn ev gotin kir, ew bi xwe dizek bû. Yahûda radihişt çenteyê bexşan yên ku didan Îsa, hin ji van pereyan ji xwe re vediqetand.
Reb minemina xwendekaran di nêvî de birî û bi dengekî bilind wisa got: "Meryem ji bo min tiştekî xweş kir! Feqîr her dem di nava we de ne, hûn kengî bixwazin hûn dikarin alîkariya wan bikin lê ez ê her dem ne di nava we de bim. Jinikê ji bo min ji veşartinê re amade bike hîn ji niha ve bedena min yax kir! Mizgînî li kuderê dinyayê bê bihîstin, tiştê ku vê jinikê kiriye jî ji bo bê bibîranîn wê bê gotin!"
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsÎsa li Beytanyayê li mala kê ma? Kengî hat wê derê?
Meryem çi kir?
Ji xwendekaran kîjan jê ji kirina Meryem ne memnûn bû?