Bexşa Jineka Bî

Bexşa Jineka Bî

Pirtûka Pîroz, Marqos, Beşa 12. Ayetên 41-44.

Îsa li pêşberî peredanka Perestgehê rûnişt û nêrî ku elalet çawa peran davêjin peredankê. Gelek kesên dewlemend pirr pere avêtinê. Jinebiyeke belengaz jî hat û du polên ku dikirin qurişek avêtê. Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan bêtir avêt peredankê, çimkî wan hemûyên din ji zêdehiya malê xwe avêtinê. Lê vê jinikê ji belengaziya xwe çi tiştê wê hebû, hemû abora xwe avêtê.»

Gava Îsa hat Kudsê, bi xwendekarên xwe re çû ber dîwarê perestgehê yê aliyê derve. Îsa li nêzî cihê ku bexş didan hev rûnişt, li gelê ku pere davêtin qutiya bexşê dinêrî. Yahûdiyên dewlemend yên pir pere dixistin qutiyê ji bo bala mirovan bikişînin ser xwe, dîtin.

Jineke feqîr û bî jî hat, du qurûşên biçûk avêtin qutiyê. Reb zanîbû ku ev pere ji bo wê jinikê pereyekî pir mezin e. Bang xwendekarên xwe kir û wisa got:

"Vê jinika feqîr ji her kesî zêdetir pere avêtin qutiyê. Ji ber ku yên din pereyên ji ber dewlemendiya wan mane avêtin qutiyê. Lê îcar vê jinikê çi pereyên wê hebûn, hemû avêt qutiyê."

Ev tiştên bûn, ji bo xwendekaran bû derseke baş. Tişta ku Îsa dixwest nîşanî wan bike, ev bû: Ji bo Xweda ya girîng ne mezinbûna bexşê ye, ya girîng ew bû ku jidil bide! Xwendekaran jî gava di pêşerojê de rêveberiya perestgehê bikirina, divê bi heman awayî tevbigeriyana.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Gava li ber dîwarê derve yê perestgehê bûn, çi bala Îsa û xwendekarên Wî kişand?

  2. Îsa ji ber çi di bin bandora bexşê mezin de nema?

  3. Îsa çima weke mînak jinika bî nîşan da?

80. Bexşa Jineka Bî00:00 / 01:53