Îsa Biserfirazî Dikeve Kudsê

Îsa Biserfirazî Dikeve Kudsê

Pirtûka Pîroz, Metta, Beşa 21. Ayetên 1-11.

"“Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin. Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû. Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê. Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re! Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be! Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»”

"Tam rojên berî Cejna Derbasbûnê bûn. Îsa û xwendekarên xwe ji Beytanyayê ber bi Kudsê ve derketibûn ser rê. Gelek mirovan dan dû wan. Îsa gelek caran anîbû ziman ku li Kudsê êş kişandibû. Lêbelê vê carê merasîmeke derbasbûnê ya pir bi kêf bû. Girseyan weke sembola serfiraziyê şaxên palmiyeyê dihejandin û Îsa pêşwazî kirin. Gelê Kudsê di dawiyê dawî de hêvî dikir ku xewn û xeyalên wan ji aliyê Wî ve pêk werin. Bi alîkariya pêxemberan Mesîhê Qralê Yahûdiyan yê ku

Xweda soz dabû wan, wê ew ji rêveberiya Romayiyan xelas bikirina. Îsayê Nisretî ji bo bibe Qralekê wisa hilbijartineke herî baş bû!"

"Reb baş pê zanîbû bê mirov çi difikirin. Lê bi Nivîsên Pîroz jî baş zanîbû. Pêxember Zekeriya derbarê Îsa de wisa gotibû: “Ha vaye, Qralê te yê dilnizm kû li dahşikê siwar bûye, tê ber bi te ve.”

"Îsa, dixwest xwesteka Bavê Asîmanî bîne cih. Ji ber vê xwendekarên xwe şandin gundekî li nêzî wir ji bo jê re kerekê bibînin. Xwendekaran tiştê ku ji wan re hat gotin kirin. Dahşika kerê anîn û kincên xwe li ser raxistin û Reb li wê siwar bû.

Mirovên li dû Wî çûn, bi kêfxweşî wisa qêriyan: "Hozana! Kesê bi navê Reb tê bila hemû mezinahî jê re be! Hemû mezinahî ji Hozana re!" Di zimanê Îbranî yê berê de "hozana" tê wateya "Reb, aniha xelas bike." Hinekan ji wan digot "haleluya" ku dihat wateya "Spas ji Reb re."

Her ku çû kelecanekê xwe li qelebalixê girt. Hemûyan Xweda hebandin û wisa qêriyan: "Îsa, Tu ew kesê ku ji aliyê Xweda ve hatiye şandin ji bo me xelas bike!"

Mirovan şaxên palmiyeyan li ber Îsa li ser rê raxistin. Bi dengekî hîn bilindtir wisa qêriyan: "Em te mezin dikin! Tu weke elçiyekî Xweda hat. Tu Qralê Yahûdiyan î, te xweşî û paqijî anî ji me re!"

Hinekan jê kincên xwe li cihên ku wê Îsa here wir, raxistin. Weke gava ku qral diketin bajarekî ew merşên dirêj ku li ber wan radixistin, tunebûn ku li ber Îsa raxin. Lêbelê dixwestin nîşan bidin ku Îsa Xelaskerê ku soza Wî dabûn. Wê Îsa bibûya Qralê wan!

Gelektir kes tevlî qelebalixiya bi coş bûn. Ji her alî ve rûyê wan dikeniya, ji mirovan re bibû cejn, Reb mezin dikirin, ew dihebandin û dengên bi kêf û xweş ji wan dihat!

Lêbelê hin mirovan ev kêfxweşî parve nedikir. Hin Ferîsî bi awayekî xemgîn li qiraxê sekinîbûn, li hemû kêfxweşiyê guhdar dikirin. Di dawiya dawî de hatin cem Îsa û jê re wisa gotin: "Divê tu aniha vê rawestîne! Eger Romayî bibihîsin ku ji te re dibêjin Qral, wê serê te têkeve belayê. Ev gelê ji rêzê nizane bê ji bo çi dike hawar

jî. Erza wan bşkîne û bêje bila bêdeng bin!"

Ferîsiyan zikreşî li Îsa dikirin. Di nava mirovên jirêzê de, ji rêberên olî bêtir bi bandor bibû. Ditirsiyan ku hêza wan ya li ser gelê Yahûdiyan ji dest wan here.

Îsa wisa bersiv da wan: "Na, her kes bêdeng bimîne jî wê kevir, lat deng ji xwe derxînin! Bihêlin mirov Reb mezin bikin!" Di hemann demê de Reb, zanîbû ku kesên aniha Wî bi dengekî bilind mezin dikin, dibe ku çend rojên din îxanetê pê re bikin û Wî terk jî bikin. Wê hezkirina wan di demeke kin de veguhere nefretê û wê Wî li çarmîxê bixin.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Kesên dan dû Îsa û pê re çûn Kudsê, çi ji Wî hêvî dikirin.1. Kesên dan dû Îsa û pê re çûn Kudsê, çi ji Wî hêvî dikirin.

  2. Îsa çawa ket Kudsê?2. Îsa çawa ket Kudsê?

  3. Ji bo Îsa kîjan bêtir girîng bû: Qralbûn an jî bicihanîna xwesteka3. Ji bo Îsa kîjan bêtir girîng bû: Qralbûn an jî bicihanîna xwesteka (mirina li çarmîxê) Bavê xwe?(mirina li çarmîxê) Bavê xwe?

79. Îsa Biserfirazî Dikeve Kudsê00:00 / 05:11