
Avram û Lût
Pirtûka Pîroz, Destpêk, beş 13., 18:20-33, Beş 19.
Sonra Avram Lut’a şöyle dedi: “Aramızda kavga çıkmasın… çünkü biz akrabayız…”
Bi demê re Avram û Lût gelekî dewlemend bûn. Gelek zêr û zîvên wan çêbûn. Keriyên pez, ga, hêştir û kerên wan çêbûn. Lêbelê ew piştre bi arîşeyeke cidî re rû bi rû man. Keriyên pez ewqasî zêde bûn ku êdî mêrgeh nema têrî wan dikirin. Ji ber vê yekê şivanan dest bi şer kirin. Avram ji Lût re wisa got: "Ne rast e ku pevçûn û di navbera me û di navbera şivanên me de derkeve. Em xizm û mirovên hev in. Were, em ji hev veqetin, ka em di navbera xwe de mesafeyekê çêbikin, heke tu biçî milê çepê, ez ê biçim aliyê rastê. Heke tu herî milê rastê, ez ê
herim ê çepê." Avram destûr da ku Lût ku ji xwe re erdekê hilbijêre da ku bi cih
bibe û li serê bijî. Lût dît ku erda li Deşta Şeriayê pir bi bereket e. Pirtûka Pîroz vê derê weke Baxçeyê Bihûştê weke baxçeyê xwe binav dike. Ji bo ku lê bijî Lût ev axa sipehî hilbijart. Wî bi giştî jiyaneke ji gelên derdorê cuda dijiya. Xelkê bajarên Sodom û Gomorayê pir xerab bûn û lê Lût ne difikirî ku rojekê Xweda wê wan tune bike. Haya Lût jê nebû bê ka wê çi bi wî welatî were. Lût bi Xweda ve
girêdayîbû lêbelê jiyîna li cem van mirovên bêexlaq wî weke tiştekî biziyan û kêmaniyê nedît. Piştî demekê, Xweda biryara xwe ya derbarê van bajaran ji
Avram re aşkere kir: "Gelê Sodom û Gomorayê di nava gunehan de çikiyaye! Ez ê dakevim jêrê û Ez ê lê binihêrim ku cezayê Min ji wan re amade kiriye bisepînim."
Du ferîşte ji Sodomê re hatin şandin. Avram ji Xweda pirsî: "Heke bêhemd Tu li pêncî mirovên rast werî, gelo Tu yê li vî bajarî dilovaniya xwe bikî û bêyî rehmê?"
Û Xweda jî soz da ku dilovaniya xwe bike. Avram pirsî, her carê hejmara mirovên rast daxist 45, 30, 20 û 10an. Çi cara ku Avram pirsî, Xweda soz da ku ji bo xatirê wan bajêr biparêze. Danê êvarê du ferîşte hatin Sodomê. Lût li ber dergehên bajêr rûniştibû. Li vê derê mirovên li pêş ên bajêr li hevdûn diciviyan. Wexta ku wî ferişteh dîtin, ew rabû ser xwe, xwe li ber wan daçemand û ji wan xwest ku şeva xwe li mala wî derbas bikin. Û wan jî jê re wisa got, "Na, em ê şeva xwe li derve derbas bikin." Lût dizanibû ku gelê Sodomê bi giştî ji kesên biyanî re ne baş bûn.
Ji loma wî israr kir ku ferîşteh werin mala wî. Piştî ku xwarina xwe qedandin, li derve dengekî xofnak bihîstin. Gelê bajêr kom bûbû û ji Lût xwestin ku her du biyaniyan bide wan. Wexta ku wan dît Lût mêvanên xwe diparêze gef li wî xwarin. Lêbelê ferîşteyan çavên girseyê kor kirin. Ferişteyan ji Lût re wisa gotin: "Malbata xwe zû ji bajêr derxine, ji ber gunehên wan em ê bajêr hilweşînin û xera bikin. Gunehê wan ewqas mezin e ku qêrîna mirovên li dijberî wan gihîştiye heta cem Xweda." Lê zavayên Lût ji vê bawer nekirin, ew wisa fikirîn ku ev henekek e.
Dema ku wan dît Lût bi xwe jî nalezîne ku ji malê derkeve ferîşteyan bi destên jin û keçên wî girtin û ew derxistin derveyî bajêr. Ji ber ku Xweda dixwest wan biparêze. Xweda ferman li wan kiribû ku bêyî li paş xwe binihêrin ji bajêr birevin. Lêbelê Lût û jina wî guh nedan fermana Xweda. Dema ku ew li pey xwe zivirîn û li bajêr nihêrîn ew veguherîn pîriskên xwê û xweliyê. Wê demê Lût û keçên wî bazdana xwe her domandin... Xweda bi ser Sodom û Gomorayê de ji ezmanan kevirên bi agirîn ên kewkurtê barandin. Ev bajar û derdora wan hatin wêrankirin, her wiha sewalên çewlikan ên li Newala Çemê Şeriayê jî wêran bûn. Ev der di Pirtûka Pîroz de Deryaya Xwê ye ku niha weke Deryaya Mirî tê binavkirin.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsLût biryar da ku li ku derê bi cih bibe?
Avram ji Xweda çi pirs kirin ku gelo Ew ê Sodom û Gomorayê biparêze an Ew ê neparêze?
Xweda çawa li van bajaran hat xezebê û ew cezakirin?