Zexayos û Îsa Hev Nas Dikin

Zexayos û Îsa Hev Nas Dikin

Pirtûka Pîroz, Lûqa, Beşa 19. Ayetên 1-10.

Îsa... got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.» Zexayos... ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.» Û Îsa jê re got: Îro xilasî gihîştiye vê malê...

Serokê peywirdarên bacê Zexayos, li Erîhayê dijiya. Zilamekî dewlemend û dihat naskirin. Karsaziya wî li ber devê deriyê Erîhayê bû. Sedema vê hebû ku Zexayos ev der weke cihê karsaziyê ji xwe re hilbijartibû. Kesên karê bazirganiyê dikirin gava dihatin bajêr mecbûr bûn di vir re têkevin bajêr. Gava nêzî bajêr dibûn Zexayos wisa bang dikir: "Bisekin! Kesê heqê ketina bajêr nede nikare têkeve

hundur. Du zîvan derxîne. Ev baca payedarên Romayiyan e."

Gava rêwiyan bêdilê xwe pere didan, kêfa Zexayos dihat. Ne tenê serweta Romayê ya Zexayos jî mezin bû. Zîvek diçû ji payedarên Romayê re ya din jî Zexayos ji xwe re hiltanî.

Her çiqasî dibişirî û dikeniya jî ne bextewar bû ji ber ku tu kesî ji wî hez nedikir. Gelek mirovan ji wî nefret dikir. Haya Zexayos ji vê rewşê hebû, hewldana mirovan ya bi vî awayî ne xeteya kesekî bû ya wî bi xwe bû. Hem karê wî û hem jî birêvebirina karê wî xelet bû.

Rojekê Zexayos ji mirovan bihîst ku di demeke nêz de wê Îsa bê Erîhayê. Di cih de meraq kir û wisa fikirî: "Îsa! Ji ber ku pir hatiye naskirin ez jî dixwazim wî bibînim. Her kes tîne ziman ku Îsa bi rastî ji mirovan pir hez dike. Helbet ez bawer nakim ku wê ji min hez bike. Tu kes ji min hez nake. Lê dîsa jî ez dixwazim Wî nas bikim."

Zexayos kar ji xizmetkarên xwe re hişt û çû kolana ku wê Îsa tê re derbas bibe. Gelek kesên ku dixwestin Îsa bibînin û Ew meraq dikirin ji zûde hatibûn wir. Ji ber qama Zexayos kin bû Îsa nedidît.

Zexayos karîbû çi bikira? Ji bo bibîne bê çi dibe divê biçûya cihekî bilind. Li nêzî wir darek dît û biryar da ku here ser darê. Gava gel dît ku serokê peywirdarên bacê bi darê ve hildikişe, pê keniyan. Lê Zexayos guh neda wan. Tenê dixwest Îsa bibîne. Wekî din tiştên din ne li ser bala wî bûn.

Ha waye Îsa li wir bû. Gava derbas dibû û diçû, duwazdeh xwendekarên Wî li pey Wî bûn. Gelek mirovan dabû dû wan. Zexayos gava qelebalix di bin darê re derbas bû bi baldarî li wan dinêrî..

Lê Îsa derbas nebû! Tam li bin darê sekinî, li jor nêrî û bi dengekî bilind wisa got:

"Zexayos, zû dakeve jêr! Dibê ez îşev li mala te bibim mêvan."

Zexayos di cih de daket jêr.

Zexayos pir şaş bibû. Fikirî û got: "Min çawa nas dike? Çima dixwaze bê li min bibe mêvan?"

Lê pir wextê wî tunebû li vê bifikire. Zexayos di cih de daket û Îsa bir mala xwe. Ferman da ku xwarinê amade bikin û ser maseyê bi xwarinên herî xweş tije kir. Pir kêfxweş bibû ku di dawiya dawî de Îsa rûbirû nas kiribû. Êdî ji tiştên derbarê Îsa de hatibûn gotin, bawer dikir. Ji hemû mirovan hez dikir. Di nava van de kesên weke Zexayos ku kesî ji wan û jiyana wan hez nedikir jî, hebûn.

Di dilê Zexayos de guhertineke mezin çêbû. Piştî bi Îsa re peyivî, dît ku hemû jiyana wî di nava gunehan de fetisiye û tobe kir. Gava firavîn xwarin û şûnde, Zexayos sozeke wisa da Îsa: "Ez ê nêviyê mal û milkê xwe bidim feqîran. Eger bi neheqî min ji keskî tiştek sitendibe, ez ê çar qatan lê vegerînim."

Zexayos ji ber Îsa hatibû mala wî, pir bextewar bû. Piştî bi Îsa re hev nas kirin, peywirdarê bacê dest bi jiyanek nû kir. Êdî tekane arezûya wî ew bû ku xwestekên Xweda bîne cih.

Gelek kesên ku li dû Îsa bûn, ji ber çûbû mala Zexayos, ew rexne kiribûn.

Wisa gilî û gazin kirin: "Çima Îsa çû serdana mirovekî wisa? Em bi wî derwînî re napeyivin jî. Tu kes naxwaze bi wî re li ser heman xwarin rûnê. Lê Îsa ji bedêla bê malên me diçe mala wî."

Îsa bi piranî xelet dihat fêhmkirin.

Lê Reb ji Zexayos re wisa got:

"Ev mal îro gihîşt xelasiyê! Tu aniha hat xelaskirin û tu bû aîdê gelê Xweda. Ez ji bo kesên weke te gunehkar ku winda bûne hatime û li wan digerim ji bo wan xelas bikim.

Pirsên ji bo gotûbêjê

3 pirs
  1. Zexayos çi kir?

  2. Zexayis soza çi da Îsa? Çima biryareke wisa da?

  3. Îsa ji bo çi hat dinyayê?

78. Zexayos û Îsa Hev Nas Dikin00:00 / 06:12