
Îsa Zilamê Kor Baş Dike
Pirtûka Pîroz, Marqos, Beşa 10. Ayetên 46-52.
Hingê ew hatin bajarê Erîhayê. Gava Îsa bi şagirtên xwe ve û bi elaleteke mezin ve ji bajêr derket, mirovekî kor, Bar-Tîmeyos, yanî Kurê-Tîmeyos, li tenişta rê rûniştibû û pars dikir. Gava bihîst ku Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir, kir qîrîn û got: «Ya Îsayê Kurê Dawid, li min were rehmê!» Îsa rawesta û got: «Gazî wî bikin.» Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?» Yê kor jê re got: «Mamoste, ez dixwazim bibînim!» Îsa jî jê re got: «Here, baweriya te tu xilas kirî.» Û di cih de wî dît, ket rê û li pey Îsa çû.
Her kesî zanîbû ku Bartîmeyos parsê dike. Ji bo debara xwe bike pars dikir, ji ber ku kor bû. Îsa û xwendekarên xwe bi girseyeke mezin re ji Erîhayê derketibûn û diçûn ber bi Kudsê ve. Bartîmeyos li qiraxa rê rûniştibû.
Bartîmeyos her roj bi awayekî xemgîn li qiraxa rê rûdinişt. Xeyala wî tenê ew bû ku rojekê çavên wî bibînin û her tiştê li dinyayê; mirov, kulîlk, çiya û newalan bibîne! Rojekê yekî ji wî re gotibû ku Îsa dihêle kor bibînin.
Bartîmeyos wisa fikirî: "Ev tiştejî pir xweş e. Xwezî Îsa bihêle çavên min jî bibînin! Lê ez ê Wî çawa bibînin?"
Wê rojê Bartîmeyos li cihê xwe yê her car rûnişt. Ji dengan fêhm kir ku tiştekî ne weke her car diqewime. Hinekî sekinî, piştre ji kesekî ku di ber wî re derbas bû hewl da jê hîn bibe bê çi dibe. Pirsî û got: "Li wir çi dibe gelo?" Wî kesî,
bersiv da û got: "Îsa derbas dibe!"
Bartîmeyos got: "Te got Îsa?"
Kelecanî bû, qeriya û kir hawar: "Îsa, alîkariya min bike! Îsa li min were rehmê!"
Yên di wir re derbas dibûn erza wî şikenandin û gotin "Huşş be!" û xwestin dengê xwe dernexe. Gotin: "Pir meke hawar! Girseyeke mezin li dora Îsa kom bûye! Tu nekî hawar hawar wê baştir be!"
Lê Bartîmeyos li wan guhdar nekir. Kir hawar û got: "Îsa were bi min ve, rehma xwe li min bike!"
Dengê wî çû Îsa û Îsa sekinî. Got: "Zilamê bang min dike bînin!" Xwendekar hatin cem Bartîmeyos û jê re gotin: "Îsa dengê te bihîst, dixwaze te nas bike. Rabe em herim cem Wî."
Bartîmeyos di cih de ji cihê xwe çeng bû. Yekî bi destê wî girt û bi xwe re bir. Alîkariya wî kir ku di nava qelebalixiya li dora Îsa re derbas bibe û here cem.
Bartîmeyos bihîst ku dengekî xweş û nerm bang wî dike: "Tu dixwazî ez ji bo te çi bikim?"
Bartîmeyos hinekî lalikî bû û got: "Reb ez dixwazim bibînim!" Îsa bersiv dayê û got: "Bila çavên te ronî bibin! Baweriya te tu xelas kir."
Û ji nişka ve çavên Bartîmeyos dîtin! Serê pêşî ji ber şewqa dinyayê çavên wî venedibûn! Di jiyana xwe de cara pêşî dinya bi hemû reng û awayên xwe didîtin! Tiştekî bêhempa bû! Aniha êdî karîbû bi baldarî li rûyê Îsa binêriya. Çawa rûyekî bi hezkirin û dostaniyê şewq dida! Bartîmeyos ji ber qenciya pê hatibû kirin nizanîbû wê ji Reb re çawa spasiyên xwe bike!
Weke zarokekî ji kêfan difiriya û mezinbûna Xweda diqêriya. Gava Îsa û xwendekarên xwe çûn wî jî da dû wan.
Pirsên ji bo gotûbêjê
3 pirsNavê zilamê kor ê ji Erîhayê çi bû?
Zilamê Kor çawa bang Îsa kir? Ji Wî çi xwest ku bike?
Piştî ku baş bû, çi kir?